Dozê li mala Barzanî vekin

Duşem 4 Adar 2024 - 00:15

ARGEŞ ŞENGALÎ / ANF / ŞENGAL

Der barê dozên ku li dijî Mala Barzanî de hatine vekirin û sûcên li civaka Êzîdî hatine kirin de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas ji ANF’ê re axivî.

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas destnîşan kir ku civaka Êzidî ji sala 2003’an heya roja me ya îro ji ber destê Mala Barzanî gelek êş kişandine û got:"Mala Barzanî di 2003’an de Şengal kirin bin hikmê xwe. Însanekî ne li gor berjewendiyên wan kar bikira, wekî mafyayan xortên Êzidî didan wendakirin. Heya niha jî çend xortên ku di sala 2006-2007’an de bi destê Mala Barzanî hatine wendakirin, çarenûsa wan hê jî ne diyar e." Xwedêda Ilyas bang li wan kesên ku rû bi rûyê zext û êşkenceya Mala Barzanî bûne kir û got:"Însanên ku rastî êşkenceya Mala Barzanî hatine, bila daxwaza heqê xwe bikin. Xiyanet li Êzîdiyan hatiye kirin, her wiha ji alî madî ve jî heqê wan hatiye xwarin. Bi destê Mala Barzanî pêşengên me têne hedefgirtin. Dewleta tirk bi hevkariya Mala Barzanî êrîşî Şengalê dike. Di 3’ê Adara 2017’an de êrîşê Xanesorê kirin, 10 xortên me şehîd bûn. Ev îxaneta wan heya roja me ya îro jî berdewam dike. Her Êzidiyek lazim e dozekê li mala Barzanî veke. Kesî bawer nedikir Sedam Hisên were dadgehkirin, wê Mesûd Barzanî jî rojekê were darizandin. Eger her însanek daxwaza maf û mexdûriyeta xwe bike wê werin darizandin. PDK destêkê dide dewleta Tirk û pêşengên me, sazî û dezgehên Şengalê têne hedefgirtin. Naxwazin civaka Êzidî li cih û warên xwe bigere. Ji ber xiyaneta Mala Barzanî ferman bi ser Êzidiyan de hat, bi hezaran însanên me ketin destê DAÎŞ'ê. Lazim e her malbatek şehîdan doz li Mala Barzanî veke." Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas di dawiya nirxandina xwe de bibîrxist ku li li dadgeha Emerîkayê doz li dijî Mala Barzanî hatiye vekirin û got:"Piştî fermanê dema vegeriyan Şengalê heya sala 2017’an 67 însanên me bi destê Mala Barzanî hatine tasfiyekirin. Bi destê wan ferman li ser gelê Kurd jî rabû, li ser Êzidiyan jî. Lazim e gele Kurd jî civaka Êzidî jî li ber neheqiya Mala Barzanî rabin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.