Ocalan şervanekî azadiyê ye

Şemî 12 Cotmeh 2024 - 03:05

Li Skoçyayê Kongreya Yekîtiya Sendîkayan a Skoçyayê (STUC) a xwedî 550 hezar endaman ku 40 sendîka û 20 konseyên sendîkayan girêdayî wê ne, bi wesîleya salvegera duyemîn a Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’, ji Wezîrê Karên Derve yê Qraliyeta Yekgirtî David Lammy re nameyek şand. Alîkara Sekreteriya Giştî ya STUC’ê Dave Moxham bi wesîleya nameya ku ji David Lammy re şandine diyar kir ku Abdullah Ocalan zêdeyî 25 sal in li girtîgehê di bin tecrîdê de ye û got:“Weke gelek girtiyên siyasî yên ‘terorîst’ tên binavkirin, Ocalan jî şervanekî azadiyê ye. Ew nûner û çavkaniya hêviya gelên xwe ne. Lewma banga me ji bo hikûmeta Qraliyeta Yekgirtî ye. Hikûmeta Qraliyeta Yekgirtî divê zextê li Tirkiyeyê bike û ji Ocalan re daxwaza azadiyê bike.”

Ji Sekreteriya Giştî ya STUC’ê Roz Foyer nameya ku ji Wezîrê Karên Derve David Lammy re hatî şandin, îmze kir. Ango name bi îmzeya Roz Foyer hate şandin û sernavê nameyê jî ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ye. STUC rêxistina civakî ya sivîl a herî mezin a Skoçyayê ye. Roz Foyer di nameyê de ev tişt diyar kirin:“Berdana Ocalan wê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bibe gaveke girîng û jiyanî. Tecrîda li hemberî Ocalan bi eşkere şêwazekî êşkenceyê ye û ti dewlet nikare vê pêkanînê bêyî lêpirsîn bidomîne. Me 23’yê Tîrmeha 2023’yan di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ de li ber Parlamentoya Ewropayê daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser vê meseleyê.”

Daxwazên ji hikûmetê

*Em ji we rica dikin ku hûn li ser navê hikûmeta Qraliyeta Yekgirtî bang li hikûmeta Tirk bikin ku Ocalan bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û weke gaveke girîng a têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê, Ocalan berdin.

*Her wiha em daxwaz dikin ku hûn ji Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê bixwazin ku têkildarî serdana li Îmraliyê hîn zêdetir agahî bidin û eger tecrîd bi dawî nebe li dijî Tirkiyeyê bikevin nava liv û tevgerê.

*Herî dawî em rica dikin ku hûn bi rêya me têkildarî rewşa Ocalan û nîqaşên derbarê pirsgirêka Kurd, civaka Kurd a li Skoçyayê agahdar bikin.

Helwesta me zelal e

Endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Senatorê ji Sinn Feinê Paul Gavan di salvegera pêngavê de axivî, banga xwe û partiya xwe bi bîr xist û got, "Banga min û ya partiya min Sinn Feinê gelekî zelal e. Divê hikumeta Tirk Abdullah Ocalan berde." Senator Paul Gavan diyar kir ku haya wan ji tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan heye û destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê azadiya wî ya fîzîkî misoger bibe. Gavan got, "Her cara ku tevlî Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê dibim, dibînim ku jin û mêr ên Kurd radibin ser piyan, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin û dixwazin ew bê berdan. Haya min ji êşkence û zilma li wî tê kirin heye. Her wiha zanim ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo misogerkirina edalet û aştiya ji bo gelê Kurdistanê xwedî girîngiyeke bingehîn e. Ji ber vê jî banga min û ya partiya min Sinn Feinê gelekî zelal e: Divê hikumeta Tirk Abdullah Ocalan serbest berde. Divê destûrê bide wî ku karibe pêşengiyê ji aştî, edalet û danûstandinê re bike. Divê ev bang li cîhanê deng vede."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.