‘Tava Sor, serpêhatiya gelê Kurd e’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 9 Hezîran 2022 - 21:03

  • Rêzefilma destpêkê ya Rojava 'Tava Sor' a ku ji 16 beşan pêk tê, beşa wê ya destpêkê beriya sê rojan di Stêrk TV de hate weşandin. 

NÛDEM TÊKOŞER / ANF/QAMIŞLO

Rêzefilma destpêkê ya Rojava 'Tava Sor' a ku ji 16 beşan pêk tê, beşa wê ya destpêkê beriya sê rojan di Stêrk TV de hate weşandin.

Rêzefilma ku Ehmed Tahîr senaryoya wê nivîsandiye, bi derhêneriya Teymûr Evdikê, Nûman Yîgît û Deştî Resûl hatiye amadekirin. Her beşa rêzefilmê 45 deqeqiyan dirêj e.

Di filmê de 35 lîstikvan û 500 fîguran dilîzin. Di rêzefilmê de li gel xeta neteweyî, xiyanet, têkoşîn û welatparêziya Kurd û her wiha rastiya şerê li Kurdistanê jî tê gotin. Rêzefilma Tava Sor di serî de bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Girkê Legê, Qamişlo û Reqayê hatiye amadekirin.

Derhêner Nûman Yîgît derbarê rêzefilmê de got, rêzefilm behsa berxwedana xwerêveberiyê dike: "Li Cizîrê li naverastê dayik hatin qetilkirin. Li jêrzemînan mirov hatin şewitandin. Cîhanê li vê komkujiyê temaşe kir. Hunermendan jî dengê xwe dernexist. Nedibû ku me jî ev komkujî û berxwedana destanî nedîta."

Yîgît diyar kir ku dema wan li Dêrikê dest bi girtina dîmenên filmê kir, her kes gelekî pê kêfxweş bûye, xelkê di her qonaxa filmê de bi dilxwazî cih girtine û got, "Her meclîs û komûna Rojava piştevaniya me kir, ji lîstikvaniyê heta amadekirina filmê piştgirî da pêvajoya girtina dîmenên filmê. Gelekî hêja ye ku çîrokên li Bakurê Kurdistanê li Rojava bi sînemayê bêne ragihandin. Her kesê tevlî tîma rêzefilmê bû ji ber vê yekê kêfxweş bû."

Yîgît bal bire ser zor û zehmetiyên di pêvajoya kişandina filmê de rû dan û got, "Di mijara peydakirina lîstikvanên profesyonel de zehmetî hebû. Li çar parçeyên Kurdistanê rastiya gelê Kurd bi rêzefilm û filman hatiye berevajîkirin. Rastiya berxwedan û têkoşînê ya li Bakur, Sûr, Cizîr, Rojava hatin berevajîkirin. Armanca me ya esasî ew e ku rastiya hatiye berevajîkirin mîna xwe bidin û bigihînin civakê."

‘Serpêhatiya gelê Kurd e’

Yîgît diyar kir ku wan bi rêya çîroka malbateke Kurd qala pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê kir û got, "Em qala wê dikin ku piştî komkujiya li Cizîrê ciwan çawa tolê ji dewletê û nokeran hiltînin. Di Tava Sor de biryardariya têkoşîna bi rûmet, serînetewandina gelê Kurd a bi sedan salî tê vegotin. Ciwanên Kurd li dijî her êrişê teqez ji serhildan û berxwedanê re amade ne. Ev sekna ciwanên Kurd di rêzefilmê de mijara me ya sereke ye. Tava Sor serpêhatiya gelê Kurd e."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.