Melîkeya rockê ji dinya gewrik bar kir

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 25 Gulan 2023 - 15:40

Hunermenda navdar, melîkeya muzîka rock and rollê, Tina Turner 83 salî mir.

Tina Turner sala1939'an li Tennesseeya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hatibû dinê. Sala 1956'an, Ike Turner hunerê wê û behremendiya wê kişf dike. Ji xwe paşê ew bi hev re zewicîn.

Di salên 1960'î de bi mêrê xwe Ike Turner re koma muzîkê Ike & Tina Turner ava kir. Piştî ku sala 1975'an, wê û mêrê wê dev ji hev berda, Tina Turner bi tena serê xwe karê xwe yê muzîkê dewam kir. Piştî 1976'an heta salên 80'yî hinek bêdeng bû, lê salên 80'yî ew li sehneyên muzîkê vegeriya.

Strana wê "What’s Love Got to Do with It" gelek navdar bû û li Ingilistanê di rêza 3'yan, li DYE’yê jî derket serê lîsteyê. Bi albuma ku ev stran jî tê de bû di Grakky de 2 xelat, Xelata Albuma Herî Serketî û Pop Vokal a Jin a Serketî girt. Ev stran sala 1993'yan de bû fîlm jî.

Tina Turner tam 12 xelatên Grammy girtin. Di 30 salên muzîkê de bêhtirî 180 mîlyon albumên wê hatin firotin.

Turner sala 2013'an bû hemwelatiya Swîsreyê û ji hingê ve li wir dima. Ew van salên dawiyê bi nexweşiya qansêrê ketibû, û gurçikên wê jî hew dixebitîn. Melîkeya rockê Tina Turner pêr, 24'ê Gulanê li bajarê Kusnacth ê Swîsreyê mir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.