'Me doh serî netewand îro jî netewînin’

Duşem 31 Cotmeh 2022 - 01:20

  • Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û Berdevka MKGP’ê Roza Metîna bertek nîşanî girtina 9 rojnamagerên çapemeniya azad dan û gotin: “Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne.” 

26’ê Cotmehê 11 rojnamevan li bajarên cuda hatibûn binçavkirin. 10 rojnameger piştî 4 rojan derketin pêşberî dozgeriya dewleta Tirk. Ji van rojnamevanan Dîren Yûrtsever, Bêrîvan Altan, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî, Emrûllah Acar, Habîbe Eren û Oznûr Deger bi îdaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hatin girtin û şandin girtîgehê. Dadgeriyê Mehmet Gunhan jî bi şertê kontrola edlî berda. 

Piştî ku rojnamevan hatin girtin gelek sazî, dezgeh û partiyên siyasî bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan. Bertekên li dijî girtina rojnamegeran berdewam dikin. Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) bertek nîşanî girtina rojnamegeran dan.

 

 Hevalên me jî ji ber wê bûn hedef

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû got desthilatdariya Tirk naxwaze ku ji bilî wan kes biaxive û wiha peyivî: ''Ji ber wê jî li Tirkiyeyê her ku diçe zext bi awayekî berfireh berdewam dikin. Em wan zextan di krîza aborî, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û şerê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî gerilla tê meşandin de jî dibinin. Herî dawî di 25’ê Cotmehê de 11 hevalên me yên rojnameger, ji ber ku çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn xistin rojevê hatin binçavkirin û pişt re jî hatin girtin. Çekên kîmyewî ketin rojevê û gelek derdoran derbarê çekên kîmyewî de daxuyanî dan û Tirkiye jî neçar ma ku daxuyaniyê bide. Şerê li Başûrê Kurdistanê du sal in berdewam dike lê cara ewil e ku ev qas ket rojevê. Bi awayekî aşkere xuyaye ku hevalên me jî ji ber wê bûn hedef. Hevalên me ji ber ku binpêkirinên mafan ên li dijî kurdan û berxwedana Kurdan nivisîn bûn hedef. Xwestin ku bi girtina hevalên me pêşî li vê yekê bigirin.

Ji hevalên me re nûçeyên ku wan çekirine pirsîn. Bi girtina hevalên me xwestin ku peyamê bidin hemû rojnamegerên ku rastiyan derdixînin hole. Kevneşopiya çapemeniya azad bi mîrateya ku ji Apê Mûsa, Gurbetelî Ersoz, Nagîhan Akarsel û Ferhat Tepe girtiye, tu carî li dijî qetlîaman, bombekirinan û girtinan serî netewand û wê ji niha û pê ve jî netewîne.”

Komeleyeke qanûnî ye

Muftuoglû, diyar kir ku dozger endamtiya DFG’ê jî ji rojnamegeran pirsiye û got: “DFG komeleyeke qanûnî ye. Lê miduriyeta polêsan û dozgeriyê xwestin ku komeleya me weke derqanûnî nîşan bidin. Komeleyeke ku bi qanûnî ava bûye weke derqanûnî bê nîşandan sûc e. Ev tenê jî bi awayekî vekirî diyar dike ku dosyayeke vala ye. Ji ber wê divê hevalên me demildest bên berdan. Banga me li hemû rojnamegeran ew e ku em bi hev re mafê rojnamegeran biparêzin û li dijî van êrişan derkevin. Ne tekoşîna takekesî, tekoşînek hevpar dikare mafan bi dest bixe. Ji ber wê banga me li hemû kesî ew e ku em bi hev re têbikoşin.”

Li dewletê berdewamî esas e

Muftuoglû bi bîr xist ku DÎHA, JINHA û Rojnameya Ozgur Gundemê jî di 29’ê Cotmeha 2016’an de hatibûn girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dewletê berdewamî esas e. 6 sal berê îro ev ajans û rojname hatin girtin, îro jî rojnameger hatin girtin. Çawa ku wê rojê bi girtina ajans û rojnameyan xwestin gelê kurd bêdeng bikin îro jî bi heman awayî dixwazin bi girtina rojnamegeran re dîsa gelê kurd bêdeng bikin. Lê çawa ku duh bi girtina rojname û ajansan em bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin.”

Em ê kare xwe berdewam bikin

Berdevka MKGP’ê Roza Metîna jî got li Tirkiyeyê rewşeke aloz heye, qeyrana aborî, siyasî û her tim hewildanên guherandina rojevê heye û wiha axivî: ''Desthilat ji bo bikare van qeyranan veşêre her tim êrişî rojnamegerên çapemeniya azad dike. Desthilata ku heyî ji bo di hilbijartinê de serbikeve û binpêkirinên mafên ku li Tirkiyeyê veşerê, çapemeniya azad dike hedef. Dema em pirsên ku ji rojnamegeran hatine pirsîn dinêrin, ji wan re gotine, ‘Ji ber çi we ev nûçe çêkirine, ji ber çi mîkrofon di deste wê de ye û hwd.’ ji van pirsan jî diyarê ku derheqê wan de tiştek tune ye. Her çiqas em îro hedef bên nîşandayîn jî em ê hertim karê xwe berdewam bikin.

Dema rojnameger hatin binçavkirin jî êşkence li wan hat kirin, xwestin serê wan bitewînin. 15 seatan deste wan kelemçekirî bûn. Em baş dizanin ku ev yek zextên çewisandinê ne. Dixwazin bi van zextan pêşî li çapemeniya azad û ragihandina rastiyê bigrin. Lê ji dîrokê heta niha çawa ku li dijî zextan me karê xwe berdewam kiriye, em ê ji îro şunde jî serî netewînin û kare xwe berdewam bikin. Dê tu car nekarin bi zext û zoran çapemeniya azad asteng bikin. Em  bang li raya giştî jî dikin û dibêjin, bi êrişa çapemeniya azad peyam didin her kesî, sibê dê êrişî herkesî bikin. Ji ber wê piştevaniya hemû rojnamegeran gelek girîng e. Divê em hemû rojnameger bi hev re mafê ragihandinê biparêzin. Divê em li dijî erişan peyama, em ê bi hev re piştevaniya xwe xurt bikin bidin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.