Nameyên ji bo Huseyin Aykol
În 14 Mijdar 2025 - 03:00

Girtiyan, ji bo rojnamevan Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî û tedawiya wî didome, nameya piştevaniyê şandin. Girtiyan di nameyên xwe de diyar kirin ku ew bawer in ew ê bi îradeya xwe ya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibe.
Tedawiya rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku di 14’ê Comtehê de li mala xwe ya li Enqereyê xwîn çûbû ser mêjiyê wî ya li Nesxweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê didome. Huseyîn Aykol ê ku ji ber enfeksiyona pişikê tedawiya wî di beşa çavdêriya awarte de didome, xetereya wî ya jiyanî didome. Gelek kes ji bo Huseyîn Aykol serdana nexweşxaneyê dikin û girtiyên ku Huseyîn Aykol bi salan bûbû dengê wan peyamên xwe yên piştevaniyê bi rêya nameyan radigîhîn. Li hinek girtîgehên ku têketina rojanameyan lê zehmet e, hinek girtî piştî mehekê ji rewşa Huseyîn Aykol haydar bûn.
Haydar Demîr ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tê ragirtin, nû ji rewşa Huseyîn Aykol haydar bûye û di nameya xwe de wiha nivisiye: “Merhaba Huseyîn beg, duh ez di rojnameya Bîrgunê de ji rewşa te haydar bûm. Dema min nûçe dît ez pir xemgîn bûm. Niha ez nizanim ku hûn hêj li nexweşxaneyê ne. Hêvîdar im di demeke kurt de hûn şifayê bibînin. Bimînin di xweşiyê de, hezkirin.”
Metîn Turan ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tê ragirtin di nameya xwe de wiha got: “Merheba Huseyîn Aykol ê hêja. Em ji rojnameyan ji rewşa te haydar bûn. Em silametiyê ji bo te dixwazin, li benda rêzikên te yên herîkbar û nameyên te ne. Bimîne di xweşiyê de, derbasî be. Silav û rêz.”
MA / ENQERE / OMER GUNGOR













