Zengilê helbesta Kurdî Sebrî Botanî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 19 Tebax 2021 - 23:56

  • Sebrî Botanî: Eger xweşiya jînê hezkirina xebat û kêferata rast û paqij e, eger xemdariya ji bona welat e, ez kesî ji xwe kêfxweştir û bextiyartir nabînim.

ARDÎN DÎREN

Sebrî Botanî, nivîskarê dîwanên “Dilistan” û “Şîn û Şadî” ye. Me bêguman li helbestên wî yên ku bûne stran pirr guhdarî kiriye. Ew herî zêde bi van helbestên xwe tê nasîn. Ew helbestên wî yên bûne stran û awaz îro jî li ser zimanê stranbêj û hozanên Kurd digerin û tên gotin. Nemaze du helbestên wî yên navdar hene ku ji hêla du stranbêjên mezin yên Kurd ve hatine şirovekirin. Hema bibêje, Kurdan hemûyan li van stranan guhdarî kiriye û li ber dengê van stranan ji xwe ve çûne:

* “Mixabina Vê Jînê” ya ku Mihemed Şêxo dibêje

* “Zinga Zinga Zengilê Min” ya ku Ciwan Haco dibêje.

Li gel van helbestan gelek helbestên wî yên din jî hene ku bûne stran û di nav gel de belav bûne. Ji ber vê, mirov dikare bibêje, Sebrî Botanî deng û zengilê helbesta Kurdî ye ku civaka xwe hişyar dike.

Navê civakî yê Sebrî Botanî, Sebriyê Ehmedê Temir e, ew sala 1925´an li herêma Botan li navçeya Dihê ya ser bi Sêrtê hatiye dinê. Ji hoza Jêliya ye. Wê demê li Bakurê Kurdistanê ji ber zilma Tirkan gelek eşîr ji mecbûrî binxet dibûn û li Rojava bi cih dibûn. Bavê Botanî, Ehmedê Temir jî sala 1929’an ji ber zext û zora dewleta Tirk tevî birayên xwe Egîd Axa û Resûl Axa Miheme diçe Rojava û li navçeya Eyndîwerê bi cih dibe. Wî çaxî Botanî 11-12 salî ye, ji ber ku diya wî keseke oldar e, dixwaze wî bişîne ber destên meleyan da ku hînî xwendinê bibe. 

Ewî Xwedê nihiştî dar feleqe li destî

Botanî di pêşgotina dîwana xwe “Dilistan” de wiha qala wan rojan dike, “Li hezar û nehsed û sî û şeş, bibûm gulek nû bişkivî û geş. Dayka mina misliman, aşiqa dîn û dinê. Ez birim ber xwendinê, ji bo karê dîn û dinê. Ber destê Melayê pîr, navê xudê tim li bîr. Defterek anî vekir bi navê Xudê destpê kir. Dilê min pir pê xweş kir, xwendin li min kir şekir.”

Piştî demekê, melayê ku ew li ber destê wî dixwîne, ji kalbûnê wefat dike. Botanî hê zarokekî piçûk e xwendina xwe gelekî bi pêş dixe, lê ev yek têra wî nake û dixwaze hînî nivisandinê jî bibe. Bi vê niyetê ew diçe ba melayê gundê Sêgirka da ku wî hînî nivîsandinê bike. Botanî di pêşgotina dîwana xwe de dibeje, wî Quran nîvco hiştiye û dev ji xwendinê berdaye, sedema vê jî wiha tîne ziman: “Qurana xwe nîvî kir ji Seydayî hîvî kir, go me hînke nivîsê, xera xwedê binivîsê. Seydayê Xudê kuştî, kar bazbend û niviştî. Aşiq mirîşk û qiroş, dem û gavê şer firoş. Hema bi nav mela bû, rastî derd û bela bû. Çav li hêk û sabonê, heta roja rabûnê. Dersên tirsê digotin, bê agir em disotin. Ewî Xwedê nihiştî, dar feleqe li destî. Her hejand û rahejand, heta jê hat ve weşand, patik li min herişand, dilê min pê lerizand, wî dil bi kes nedisot, dar rakir û hat û got ;’Hey kurê wî seyê pîs, kê dît mizgeft û nivîs?’ Nivîs ne karê me ye, diyanet yarê me ye, tu hatî nîvê Quranê, pa xelatê min kanî?” 

Ji derdê welat xanê xwe berda meydanê

Ji ber tirsa seyda, ew mizgeftê diterikîne û diçe bajêr da ku li dibistanên fermî perwerde bibe. Ew di dema xwendinê de li mala nasên xwe maye û bi vî awayî debara xwe kiriye. Heya çend salan dixwîne, lê ev xwendin jî têra wî nake û dev ji dibistana fermî jî berdide. Êdî ew xortekî 20 salî ye û derdê welat wî diêşîne. Ew dixwaze ber bi pêlên nû ve here: “Ez giham rêza Çarê, nexwezî min wê biharê. Min xwendina xwe hêla, ji nû ketim ber pêla. Bê çare û derbider, derdê welat kete ser. Ji eşqa welatxanê, min xwe berda meydanê.”

Ji helbestên wî stran çêdibin
Piçûkanî û xortaniya Botanî li Rojava derbas dibe. Wî çaxî welatparêz, helbestvan û nivîskarên Kurd li dora kovara Hawarê kom bûbûn. Malbata Botanî jî yek ji wan malbatan bû ku piştgirî dida Xoybûnê û di nav xebatên siyasî de bû. Botanî jî di piçûkaniya xwe de gelek kes nas kirin û bivênevê di bin bandora wan de ma. Nihêrîna wî ya siyasî bi saya Hawarê bi pêş ket û welatparêziya wî xurttir bû. Wî kesên wek Cegerxwîn û Hejar nas kirin û helbestên wan ji ber kirin. Her wiha ew jî êdî li meydanê ye, helbestên wî jî di nav gel de deng vedidin.

Piştî ku Botanî dibistan diterikîne yekser xwe berdide meydana şer û helbestê. Helbestên wî zû tên jiberkirin û belav dibin. Botanî dibêje, wî li zîndana Mûsilê dest bi nivîsandina helbestê kiriye. Di serî de ew helbestan bi devkî dibêje û kesên derdora wî, nemaze hozan û sazbend helbestên wî dikin stran. Lewma jî ew hewceyî bi nivîsandinê nabîne. Piştî ku ew dikeve zindanê, ew dixwaze van helbestên xwe wek nivîskî kom bike û bike pirtûk. Lê mixabin hemû helbestên wî ji bîra wî çûne û ew dixwaze bi rîya hin kesên ku helbestên wî ji ber kirine yan jî parastine, van helbestên xwe bicivîne. Botanî vê rewşa xwe wiha derdibire, “Dost û hevalên min bi xwendina şi’iran kêyfxweş dibûn. Car hebû her ji nivîsîn û helgirtina wan dilgiran dibûn. Car hebû her kaxezek di destê min de dîtiban, direvandin û bi lez didirandin. Lê mirov bo Xwedê bêje, ev hozan bûbûn qajik û benîştê devên wan, nemaze ji ber sivikayî û nermiya wan, si senahî dihatin jiberkirin û li nav xelkê belav dibûn, nemaze ew hozanên ku pesnê welatî dikirin, yan jî siyasî bûna. Car ji tirsan, ne ji xemsarî û bêsexbirî nehatin nivîsandin û helgirtin, her ji lew re jî hejmara wan yên nivîsandî ta sala 1957’an jî 30 parçe şi’irên kurt bû, pirtir nebû.”

Lê ew li dû helbestên xwe diçe, ew wan kom dike û wek pirtûk çap dike. Helbestên Botanî ji bo deng û awazên stranên Kurdî nerm û sivik dihatin, ji lewma jî ew zû dihatin jiberkirin û wek stran dihatin gotin. 

Pesn û navê Gulbihara dengbêj 

Botanî di pêşgotina dîwana xwe ya Şîn û Şadî de qala dengbêja jin Gulbiharê jî dike. Wê gelek bandor li Botanî kiriye û Sebrî Botanî ji deng û hunerê wê gelekî hez kiriye. Ji ber vê yekê di dîwana Şîn û Şadî de pesnê Gulbiharê dide. Gelek helbest bi navê wê hatine nivîsandin. Botanî hezkirina xwe ya li hemberî Gulbiharê wiha dibêje, “Min Gulbihar bi çav nedîtiye, lê ji mêj e ku ji dûr ve min nas kir, nasînek baş. Nivîsarên min ne ko hema ji pesnê wê dagirtî ne û bes, belko min hozan jî, ji zarê wê vehînane û hem li ser wê û hunera wê jî nivisîne. Her parça tu dixwînî bêhna gulê jê tê, gula hunermend pencera min e, ez geşatî û spehîtiya hemî dol û nizar û çiyayên Kurdistana rengîn têra dibînim. Bîstaneke xemildar û xemilandiye, hemî reng û tuxm û texlîtê gul û gulçîçekên welatê Kurdan têde dibînim û bêhn dikim.” 

Ez derçûyê Fêrgeha Xebatê me

Ew sala 1957’an diçe Başûrê Kurdistanê û li Zaxo bi cih dibe. Demekê dikan datîne û bi vî karî re mijûl dibe. Gava sala 1961’ê li Başûr Şoreşa Îlonê pêk tê, ew jî xwe nagire û tevlî şoreşê dibe. Sala 1967’an li Kerkûkê tê girtin. Demekê li Kerkûk û Mûsilê di hepsê de dimîne. Paşê bi alîkariya hin hevalên xwe ji hepsê direve û diçe çiyayên Kurdistanê. Herî dawî di Şoreşa Gulanê ya Adara 1976’an de piştgiriyê dide şoreşê.

Ji ber ku di saxiya xwe de xweşî nedît, li ser kêlên gora wî dinivîse, “Ji 15 saliya xwe ve karê min xebat û rev e. Ez derçûyê Fêrgeha Xebatê me...”  Wî her tim xema welatê xwe dixwar û dixwest di rêya welat de hin xizmetan bike û ji bo siberoja welatê xwe bixebite. Ji bo wî xweşiya jiyanê ew bû ku mirov xema welatê xwe bixwe. Ji lewma wî digot, “Eger xweşiya jînê diravê pir û xanim û meyxane ye, min nedît, eger geşt û seyran û tenahî ye, dîsan li min heram bit, her weku goştê berazê boz li sofî Simo heram. Lê eger xweşiya jînê hezkirina xebat û kêferata rast û paqij e, eger xemdariya ji bona welat e, ez kesî ji xwe kêfxweştir û bextiyartir nabînim.” 
Botanî di salên 1990´î de penaber dibe. Sala 1992’an de wek penaberekî siyasî diçe Ewrûpayê. Bi salan li peytexta Norwecê Osloyê dijî û 25´ê Cotmeha 1998’an li wir wefat dike.

Çavkanî
Şîn û Şadî-Çapa Latînî ya yekem-Serbest Zaxoyî
Dilistan-Çapa Latînî ya yekem-Serbest Zaxoyî
Nîvîsa Konê Reş ya Sebrî Botanî-Malpera Welatê Me

Berhemên Sebrî Botanî

Li gorî ku li paş dîwana wî Dilistan dinivîse (rûpelê 73´yan), berhemên wî yên çapkirî û ne çapkirî evin:
 A – Çapkirî:
1 – Şîn û Şadî, 1979 Bexdad
2 – Dilistan, 1984 Bexdad
 B – Jêrçap:
1 – Dibêjin (1)
2 – Şîn û Şadî, çapa duwem
 C – Neçapkirî:
1 – Bilûra Çiyan, dîwana sisyan
2 – Pîra Gerok
3 – Dibêjin (2)
4 – Kulîlkên Mam Behdîn: (Çîrok û şîir ji zarokan re)
5 – Pak û Pîs (çîrok)

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.