Zarokên astengdar ji bîr nekirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 3 Kanûn 2023 - 15:44

Li Herêma Firatê, Navenda Rêxistina Nûdem bi wesîleya 3’yê Kanûnê, Roja Astengdaran a Cîhanê, li Parka Ronîwar a Kobanê şahiyek li dar xist.

Di sala 1992’yan Neteweyên Yekbûyî (NY) roja 3’ê Kanûnê weke Roja Astengdariyê ya Cîhanê diyar kir.

Bi vê boneyê Rêxistina Nûdem, li parka Ronîwar a Kobanê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bi sedan zarok û malbatên wan amade bûn.

Zarokan cil û bergên xwe yên kurdî li xwe kirin.

Ji Rêveberiya Desteya Jinan a Herêma Firatê, Cîhan Derwêş di şahiyê de got; "Rojane êriş li dijî herêmên me hene. Di encamê de derûniya zarokan xira dibe. Lê ji bo jiyaneke ewle, em ê ji bo zarokên astengdar dest bi projeyan bikin. Em vê rojê jî li tevahî zarokan pîroz dikin."

Komên mûzîkê yên zarokan ên Hîlala Zêrîn bernameyên xwe pêşkêş kirin û zarokên astengdar jî dîlan girt.

ANHA / KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.