YE divê bang bike
Çarşem 21 Îlon 2022 - 22:12
- Sekreterê Giştî yê ELDH’ê Thomas Schmidt, ji nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell xwest bang li dewleta Tirk bike da ku binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê bên astengkirin.
Sekreterê Giştî yê ELDH’ê Thomas Schmidt got, ji bo şertên girtîbûnê yê Rêber Abdullah Ocalan werin başkirin, divê Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell bang bike.
Di meha Nîsanê de Yekîtiya Hiqûqnasên Ewrûpayê yên ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan (ELDH) û Lawyer for Lawyerê nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Komîsyona Ewrûpayê (CPT) re şandibû û jê xwestibû, biçe Îmraliyê, yanî Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Hamilî Yildirim, Veysî Akyol û Hayri Konar bibîne.
Di 14’ê Îlonê de bi piştgiriya heman rêxistinên hiqûqê jî bi sedan parêzeran li Brukselê civîneke çapemeniyê li dar xist û da zanîn ku ji bo ew biçin Îmraliyê wan nameyek ji Wezareta Dadê ya Tirk re şandiye. Wan bi awayekî fermî got, ew weke parêzer ji bo Ocalan kar dikin û miracaet dikin da ku karibin biçin serdana muwekilê xwe.
Di malpera The Brussels Timesê de Sekreterê Giştî yê ELDH’ê Thomas Schmidt derbarê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan axivî.
Tecrîdeke mutleq heye
Schmîdt got, derbarê tendirustiya Rêber Abdullah Ocalan de li ber destê wan agahiyên nû tine ne û wiha peyivî: “Hevdîtina bi parêzeram re û ya bi malbata wî re hatiye qedexekirin. Di Adara 2021’ê de di telefonê de axaftineke kurt hate kirin û piştî wê ti têkilî çênebûye.”
Schmîdt diyar kir ku şertên girtîgehê yên Rêber Abdullah Ocalan jî neguheriye û got “Di sala 2019’an de ji xeynî serdemekê destûr nehate dayîn ku parêzerên wî bi wî re hevdîtinê bikin. Nayê zanîn ka bê nameyên ji wî re hatine şandin, gihiştine wî yan na. Destûr nayê dayîn ku ew jî nameyan binivîse.”
Ti têkilî bi ya derve re tine
Schmîdt bersiv da pirsa ‘Gelo Yekîtiya Ewrûpayê yan jî Servîsa Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê (EEAS) ji bo Ocalan dikarin tiştekî zêde bikin yan na, û bal bire ser bersiva nivîskî ya ku Endamê Komîsyona Ewropayê Johannes Hahn derbarê şertên girtîgehên li Tirkiyeyê di Nîsana 2019’an de dabû.
Li gorî bersivê, Komîsyonê diyar kiriye li girtîgeha Îmraliyê di navbera girtiyan û cîhana derve de temas û têkilî tine.
Komîsyonê gelek caran bang li Tirkiyeyê kiribû ku raporên CPT’yê biweşîne û li gorî polîtîkaya ji êşkenceyê re qet tolerans tine û li gorî standardên Ewrûpayê tevbigere.
Li gorî The Brûssels Timesê, Thomas Schmîdt ji YE û CPT’ê tiştên zêdetir hêvî dike.
Scmîdt diyar kir, Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell baş bi rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê dizane û got, “Ji bo başkirina şertên girtîgehê yê Ocalan, divê banga başkirinê bike.”
Schmîdt got “Ji ber ku serdana parêzeran hatiye qedexekirin, ji bo ku derbarê Îmraliyê lêpirsînek were vekirin divê ev tişt bibe sedem. Em bang li rayedarên CPT’ê dikin da ku tevdîrên pêwist bistînin, qedexeya serdana parêzeran were rakirin. Herî dawîn beriya bi du salan CPT çûbû serdanê. Ji wê rojê û vir ve, şert gelekî giran bûne. Ji ber vê, divê CPT dîsa biçe serdana Îmraliyê û derbarê serdanê raporekê amade bike.”
NAVENDA NÛÇEYAN