Ramanên Ocalan didin nasîn

Sêşem 8 Mijdar 2022 - 04:40

Ciwanên PYD’ê li Kobanê bi çalakiya pirtûkxaneyeke gerok raman û felsefeya RêberAbdullah Ocalna ên li ser şerê gel ê şoreşgerî, rastiya dijmin û dagirkeriyê belav dikin.

Bi dirûşma ‘Ji bo azadiya Rêber Apo, werin cenga azadiyê’ ciwanên PYD’ê li Kobanê dest bi çalakiyeke pirtûkxaneya gerok kir. Çalakî wê hefteyekê dewam bike.

Vê çalakiyê bi dirûşma ‘Ji bo Azadiya Rêber Apo, Werin Cenga Azadiyê’ doh ji Kobanê dest pê kir. 

Di pirtûkxaneya gerok de pirtûk û broşurên raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, li ciwan û şêniyan têne belavkirin.

Her wiha di dema çalakiyê de li analîzên Ocalan ên li ser rastiya dijmin, dagirker û şerê gel ê şoreşgerî jî tê guhdarkirin.

Pirtûkxane bi posterê Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne û alên tevgera ciwanan û PYD’ê hatin xemildandin.

Pirtûkxane wê li Kobanê û gundewarê wê bigere.

 ANF/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.