Rêber Apo bawerî da jinan

Nûçeyên Jin

Şemî 26 Mijdar 2022 - 00:25

  • Kurdistan Makû: Rêber Apo ev bawerî da jinan. Ji bo em karibin vê pergala heyî hilweşînin, bangawaziya min ji bo jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ew e ku, berê xwe bidin nav refên HPJ’ê.

VEJÎN KURDISTAN/ANF /ÇIYAYÊN KURDISTANÊ

 

Kurdistan Makû gerîlayeke jin e. Di nav refên Hêzên Parastina Jinê (HPJ) de li serê çiyayên Kurdistanê ji bo siberoja gelê Kurd, ji bo azadiya Kurdan û Kurdistanê, ji bo azadiya jinan têdikoşe. Maku der barê 25’ê Mijdarê û berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de axivî.

Kurdistan Makû şideta li dijî jinan tê meşandin, şermezar kir û diyar kir ku her roj şideta li dijî jinan zêdetir dibe. Kurdistan Makû got, li dijî şidetê, rêbazên têkoşîna wan jî dewlemend dibin: “Ji bo em li dijî şideta pergala serdest a mêr bibin yek, di serî de jinên Rojhilat û Îranê divê tevahiya jinan bi yek ruhî û fikrî têbikoşin. Niha serhildana ku li Rojhilat tê meşandin, bêguman bi pêşengiya jinan pêk tê. Rêber Apo digot, yên dikarin pêşengiya civakê bikin û şoreşê misoger bikin, jin in. Rêber Apo ev bawerî da jinan."

 

Ruhê neteweyî û şehîdan

Kurdistan Makû bal bire ser rola Rêber Abdullah Ocalan a di vê yekê de û got, “Rêber Apo fikr û ramanên xwe tenê ne li Bakurê Kurdistanê, li her derê belav kirin. Ji Hindistanê heta bi Efxanistanê, ji Belucistanê heta başûrê Îranê. Jinan tenê li Seqizê serî hilneda, di şexsê Seqizê de jinên Rojhilatê Kurdistanê û yên Îranê hemû bûn yek. Divê em karibin vê têkoşîna bi ruh û baweriya ku Rêber Apo daye jinan, mezin bikin. Heta ev zêhniyeta heyî neyê şikandin, em nikarin bibêjin, civak azad e, em nikarin bibêjin jin û mêr dikarin bi azadî bijîn. Ev serhildan, serhildaneke pîroz e. Ruhê neteweyî ye, ruhê berxwedana Jîna Amînî, Sara, Delal û Şîrîn Elemhulî ye.”  

 

Dema parastina şoreşa jinan e

Kurdistan Makû got, “Pênasekirina hesta dirûşma Jin jiyan azadî ne hêsan e. Bi rastî jî dema min ev dirûşme bihîst, têkoşîna min xurttir bû. Rêber Apo dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ pênase kir. Heger îro jineke Fars yan jî Belucî bibêje, Jin jiyan azadî, wateya vê ew e ku jin ber bi azadiyê ve diçin. Ez bawer dikim ku dema jin bibin yek, ev pergala desthilatdariyê ya mêr wê hilweşe.” 

 

HPJ stargeha we ye

Kurdistan Makû têkîldarî kampanya Koma Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê ku bi dirûşmeya “Dema Parastina Şoreşa Jinan e” hatibû destpêkirin jî got, “Wek gerîlayên HPJ’ê, ji bo piştgiriya kampanyaya KJAR´ê ya ´Dema Parastina Şoreşa Jinan e´, em bang li tevahî jinan dikin da ku têkoşînê mezintir bikin. Bi yekdengî û ruhî û bi pêşengiya Jîna Amînî kampanya û têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji bo em karibin vê pergala heyî hilweşînin, bangawaziya min ji bo jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ew e ku, berê xwe bidin nav refên HPJ’ê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.