´Em ji bo Ocalan kar dikin´
Sêşem 20 Îlon 2022 - 21:09
- Piştî parêzerên ji 22 welatên rojavayî, ji Rojavayê Kurdistanê, ji Başûrê Kurdistanê û ji welatên Ereban jî parêzeran miracaetî wezareta dadê ya dewleta Tirk kir, da ku karibin biçin Îmraliyê. Hejmara parêzerên ne ji Tirkiyeyê yên ku dixwazin Ocalan bibînin halê hazir bûye 1141.
Hin parêzerên ji çend welatên Ereb jî doh da zanîn ku ew dixwazin biçin Îmraliyê û li wir Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên pê re Hamili Yildirim, Hayrî Konar û Veysî Aktaş bibînin. Bi vê awayî hejmara parêzerên ku miracaetî wezareta dadê ya dewleta Tirk kirin, bû 1141.
Komek parêzerên ji welatên Ereban, piştgirî dan kampanyaya parêzeran ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û xwestin biçin Îmraliyê. Wan got, “Fikr û felsefeya Abdullah Ocalan ji sînorên Kurdistanê bihuriye û divê ji bo pirsgirêka herêmê sûd jê were girtin. Ji bo azadiya birêz Ocalan û çûyîna Îmraliyê me miracaetî wezareta dadê ya Tirkiyeyê kiriye.”
Kesên di nav vê koma parêzeran de ji welatên Misr, Lubnan û Urdûnê ne. Parêzeran bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku ev bêhtirî 23 salan e ku Abdullah Ocalan êsîr e, tecrîdkiriye li girava girtîgehê Îmraliyê. Wan her wiha bi bîr xist ku dewleta Tirk ev 2 sal in bi ti awayî nhêlaye ku parêzer û malbat biçin Îmraliyê û Abdullah Ocalan û girtiyên pê re bibînin.
Parêzeran got, “Em weke komek parêzerên ji Misr, Lubnan, Ûrdinê û hinek welatên din, ji nêz ve rewşa Abdullah Ocalan dişopînîn. Herwiha li ser tenduristiya Ocalan gumaneke me ya zêde heye. Piştî civîneke dirêj em gihiştin wê encamê ku em parastinê li birêz Ocalan bikin û ji bo azadiya Ocalan kar bikin. Ji ber ku fikir û felsefeya Abdullah Ocalan sînorên Kurdistanê derbas kiriye û divê ji bo pirsgirêka li herêmê sûd jê were girtin.
Em weke komek parêzerên Ereb, ji bo parastina Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê kar dikin. Ji ber ku pêwîstiya wan bi azadî û piştevaniya gelê me heye. Me ji bo serdan û dîtina Rêber Ocalan li Îmraliyê, miracaetî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kiriye.”
Ji derveyî Tirkiyeyê 1141 parêzer
Buroya Hiqûqê ya sedsalê pêr li ser hesabê xwe yê twîtterê gotibû; “Ji Fas, Filistîn, Herêma Kurdistanê ya Federe, Iraq, Lubnan, Misr, Rojava, Sûriye û Urdunê bi giştî 756 parêzeran miracaetî Wezareta Edaletê kiriye û xwestine bi rêzdar Ocalan, rêzdar Yildirim, rêzdar Konar û rêzdar Aktaş re yên ku ji zû ve ye haya me ji wan tine, hevdîtinê bikin.”
Di 14’ê Îlonê de jî li Brukselê ji 22 welatên cihê 385 (hejmara destpêkê 350 bû, ev hejmar zêde dibe) parêzeran bi civîneke çapemeniyê diyar kiribû ku ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re wan miracaetî Wezareta Dadê ya Tirk kiriye.
Komîteya Amadekar a kampanyayê pêr xwest li pêşiya Dadgeha Silêmaniyê daxuyaniyê bide çapemeniyê lê Asayîşa Silêmaniyê daxuyanî asteng kir. Li gorî komîteyê ji herêmên cihê yên Başûrê Kurdistanê 44 parêzeran ji bo çûna Îmraliyê metna miracaetê îmze kirine.
Axir bi giştî ji derveyî Tirkiyeyê halê hazir 1141 parêzeran ji wezareta dadê ya Tirk xwestiye ku bihêle ew biçin Îmraliyê, Ocalan û girtiyên pê re bibînin.
NAVENDA NÛÇEYAN