Bi ‘Sibata Bêrehm’ komplo şermezar kir

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 11 Cotmeh 2022 - 03:04

Gerîlayekî ji Rojhilatê Kurdistanê, bi helbesta "Rêbendanî Bêbezeyî" (Sibata bêrehm), komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê şermezar kir. 

Bi pêşengitiya Ragihandina Komelên Ciwan ji bo bibîranîna Şehîd Şoreş Beytuşşebab û fedaiyên berxwedana Garê û ji bo şermezarkirina salvegera 24’an a  destpêka komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan, helbestek hate hûnandin. Helbesta bi navê ‘Rêbendanî Bêbezeyî’ ji dengê gerîlayekî ji Rojhilatê Kurdistanê hate xwendin.

Beşek ji helbesta “Rêbendanî Bêbezeyî” ango “Sibata Bêrehm” wiha ye;

"Ji zimanê ku hatiye birîn, ya benda dora qirikê Şêx Seîd; Xweziya ji cihê xatirxwestina bi ax û hesret, deriyê Sur vekirina

Ji nişka ve zarokek sava ji hembêza tavê hilat, êşa birîna hilweşandî ya dayikê kişand

Bi çar lepikî xwe gihand benê sêdarê û got; “Ey xayinê xwefiroş, navê min Sonda Tolhildanê ye, termê min xencera tûj e, ji bo ku di dîroka qeşagirtî de neyêm helandin, min dem binpê kiriye û kêlî jî daliqandiye."

Got: "Deriyê Riha vekiriye, ji wir serî hilda berê xwe da çol û çiyan.

Yek bi yek şopa Pîr û Pîran di bîra min de ne
 
Ne bi tirs lê bi kîn, ji bîra min naçin

Serokê welatê di dîrokê de wendayî,  li ser şax û pelên pîrê darekê û bi asoyek sor, bi sorbûyîna sûcdariya dîroka xwe

Taveke zer, bi zerbûyîna xwe zeviyên genimê, dixist tevgerê

Şêvek tije stêrk, Zeus ê stûxwarê îro yê dinyayê pê hesiya

Bi hatina komek ewrên reş, stêrk xeniqîn, firokê hate revandin

Pêlên sûcdar ber bi girava bê fedî, meşiyan

Mîna çalên reş ên Dehak, bi hezaran fersex û diwarên Îmralî xistin navbera me

Pêta agirê Sema û serdaran, hilma agirê ser laşê Viyan, bi hezaran fersex zuha kirin, dîwar hilweşandin, dilê dijmin tirsand

Argeha wargeha Rêbertî geştir bûye, êdî wê sar nebe."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.