Bi komî li dijî tecrîdê
Duşem 19 Îlon 2022 - 21:09
- Piştî 350 parêzerên ji 22 welatan, ji Sûrî, Rojava û Başûrê Kurdistanê jî 735 parêzeran daxwaz kir ku biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin û tecrîda mutleq bişikînin.
691 parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê, peyamek ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyê re şand û xwest hevdîtina yekser bi rêber Abdullah Ocalan re bikin. 44 parêzerên ji Başûrê Kurdistanî jî daxwazeke bi heman rengî ji hikûmeta Tirk kirin.
Di 14’ê Îlonê de ji welatên cuda yên dinyayê 350 parêzeran ji bo biçin serdana Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, miracaetî Wezareta Edaletê ya Tirk kiribûn. Parêzeran li Brukselê bi civîneke çapemeniyê ev daxwaz eşkere kiribû. Parêzerên ji 22 welatan, rewşa li Îmraliyê wekî ‘Tecrîdeke taybet û cihêkar a li ser Abdullah Ocalan’ nirxandibû.
Parêzerên ji Sûriyê jî peyamek ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyê re şand, tê de xwestin ku hevdîtina yekser bi rêber Abdullah Ocalan re bikin. Ocalan li girtîgeha Îmraliyê ji aliyê dewleta Tirk ve ev bêhtirî 23 salan e ku tê tecrîdkirin.
Parêzeran bi daxuyaniyekê peyama xwe li pêşiya Meclisa Edaleta Civakî ya bajarê Qamişloyê li raya giştî jî eşkere kir. 691 parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tartûs, Heleb, Hums û Lazîqiyê ev metnê daxwaza hevdîtina bi Ocalan re îmze kirine.
Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a herêma Cizîrê Xufran Xelef, endama Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Roja Xelef bi amadebûna bi dehan parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev daxuyanî û peyama xwe xwendin.
Di peyama xwe de parêzeran got, “ “Em rewşa girtiyên Îmraliyê Abdullah Ocalan, Omer Hayri Konar, Weysi Aktaş, Hamili Yildirim ku ev zêdetirî salekê ye ti agahî ji wan nayê wergirtin, bi fikar dişopînin.
Mesele sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ye
Serdanên 5 parêzeran di navbera 2`yê Gulanê-7`ê Tebaxa 2019`an de pêk hatin, lê esas ji 27`ê Tîrmeha 2011`an ve ji bilî wan, hevdîtina parêzeran bi Ocalan re hatiye qedexekirin. Ti sedema qanûnî ku vê rastiya şirove bike, tine ye. Ev kiryar li dijî pîvanên demokratîk e.
Her sê girtiyên din ên li Îmraliyê ji sala 2015`an ve, dema ku ew veguhestin Îmraliyê, carekê jî hevdîtin bi parêzeran re nekirine. Ev tê wateyê ku pirsgirêk bi taybetî girêdayî Girtîgeha Îmraliyê û helwêsta siyasî-qanûnî ya hikûmeta navendî ya têkildarî girtîgehê ye.
Malbat û hempîşeyên me jî li ser rastiya ku ji dema peywendiya dawîn a bi rêya telefonê di 25`ê Adara 2021`ê de pêk hat, ji Ocalan ti agahî negirtine, bi fikar in. Wekî parêzer em bandora siyasî û civakî ya vê rewşê baş dizanin.
Qedexe giştî ye
Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) di rapora xwe ya têkildarî serdana xwe bo Girtîgeha Îmraliyê di sala 2019'an de, ku di 5'ê Tebaxa 2020'an de hate weşandin, destnîşan kir ku qedexeyeke giştî danîne ser peywendiyên Ocalan û her sê girtiyên din ên bi cîhana derve re. CPT’yê ragihandibû ku rewşeke bi vî rengî nayê qebûlkirin û li dijî qanûn û pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ye.”
Parêzerê Ocalan im
Di dewama daxuyaniyê de parêzeran got, “Destwerdana domdar di mafê parastinê û rewşa tecrîdê ya li ser Ocalan û girtiyên din de, bû sedema ku rêxistinên qanûna navneteweyî yên wekî Parêzerên Demokrasî û Mafên Mirovan ên Ewrûpayê (ELDH), Hevbendiya Mafên Mirovan a Ewrûpayê (AED) û Parêzer ji bo Parêzeran (Lawyer for Lawyers) daxuyaniyan bidin. Her wiha nerazîbûnên rexnegir ji aliyê toreke berfireh a parêzeran bi gelek boneyan, derketin holê. Ev jî nîşan dide ka ev doz çiqas girîng e û bi berfirehî tê şopandin.
Em bi hempîşeyên xwe yên Tirk re ne û em piştgiriya xebat û têkoşîna wan a li dijî tecrîd û binpêkirina mafê parastinê dikin. Em yek bi yek dibêjin, ´ez wekî parêzerê Abdullah Ocalan û girtiyên din kar dikim, ji bo ku ez tevkariyê li rakirina qedexeya li ser mafê parastinê bikim, ez ji bo serdana wî destûr dixwazim. Ez hêvî dikim ku destûra pêwîst wergirim.”
Asayîşa Silêmanî parêzer asteng kirin
Li Başûrê Kurdistanê jî bi heman armancê kampanayek hate destpêkirin. Endamekî Desteya Amadekariya Kampanyaya Parêzeran ragihand ku biryar bû îro li ber deriyê Dadgeha Silêmaniyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê, lê asayîşê destûr nedaye.
Endamê Desteya Amadekariya kampanyaya parêzêran, Şoreş Xidir got; “Asayîşê ji me re got bi ti awayî nabe ev daxuyanî were dayîn. Weke hêcet jî dibêjin, we destûr negirtiye, me jî ji wan re got, ev ne xwepêşandan yan jî çalakiyeke cuda ye, lê ku pêwîst be em dikarin destûr jî wergirin. Lê ji me re gotin, heger destûra we hebe jî em nahêlin hûn daxuyaniyê bidin. Ji xwe beriya em biçin jî asayîş li ber deriyê dadgehê kom bûbû.”
Şoreş Xidir di dawiya axaftina xwe de got; “Zêdetirî 44 parêzeran li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê jî beşdarî kampanyayê bûne. Em ê paşê li cihekî din derbarê encamên kampanyayê de daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.”
ANHA/QAMIŞLO