Dijminê herî mezin Erdogan e

Duşem 30 Kanûn 2024 - 03:00

Dewleta Tirk a dagirker li Suriyeyê alîkariya komên çete dike û bi rêya wan êrişê ser gelên Suriyeyê bi taybetî jî Kurdan dike. Dewleta Tirk bi rêya komên çete hewl dide nakokiyê di nava pêkhate û olên cûda yên li Suriyeyê de çêke. Di derbarê êrişên dewleta Tirk û hewldanên wê yên ji bo derxistina nakokiyên li Suriyeyê de, Melayê Mizgefta Aştî li Kelarê Ebdullah Kelarî  axivî. Mela Ebdullah Kelarî di destpêka axaftina xwe de bang li desthilata nû ya Suriyeyê kir ku rê nede nakokî û alozî li nava Suriyeyê de çêbe û got:“Pêwîste desthilata nû ya Suriyeyê rê nede wek li Iraqê, li Suriyeyê jî nakokî di navbera Şie û Sune de çêbe. Pêwîste li Rojavayê Kurdistanê jî birayên me yên Kurd yekgirtî bin, da ku carek din xwîna gelê Kurd neyê rijandin, xaka Kurdistanê neyê dagirkirin û bikarin mafên xwe bidest bixin. Ez ji dijminên Kurdan re dibêjim, her kesek destê wî bikeve di xwîna Kurdan de û êrişî ser Kurdan bike, wê xweda wan tine bike. Me di dîrokê de jî vê yekê dîtiye.  Her wiha dijmin hertim zilmê li me Kurdan kiriye û em Kurd bi xwe jî di nava xwe de ne yekgirtîne. Divê serkirdeyên Kurdan yekrêz bin, da ku hîn zêdetir xwîna Kurdan neyê rijandin.”

Bi rih û mal piştgiriyê bikin

Mela Ebdullah Kelarî da zanîn ku ti peywendiya Erdogan bi Îslamyetê ve nîne û got:“Erdogan jî mîna Sedam Hisên dirûşmên olî bilind dike û ola Îslamê bikartîne. Vê yekê jî ji bo du armancan dike, ya yekem ji bo tinekirina Kurdan e, ya duyem jî Îslamyetê jî li pêş çavên cîhanê reş dike. Ji bo wê ye Erdogan yek ji dijminên herî mezin yê Îslamê ye. Ger Musulman bûya wê mafên gelê Kurd bidaba. Ji ber ku di Îslamyetê de hevre jiyan heye. Di ola Îslamê de cihê netewan cudaye herdu temamkerên hevin. Ji ber ku Îslamyet ji bo mirov û netewan hatiye. Ji bo wê em jî bi erkê xwe yê netewî û olî dizanîn ku bi ruh û malê xwe hevkariya her Kurdek li her dera cîhanê ye bi taybetî jî Rojavayê Kurdistanê bikin. Divê li her cihek birînek li nava gelê Kurd de derket, em derman bikin û alîkarî bidin.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.