Aştî cewhera hemû olan e

Çarşem 21 Gulan 2025 - 03:35

Li ser esasê xurtkirina xwişk û biratiya gelan û olan, di 17’ê mehê de li otêla Dawa ya li bajarê Silêmaniyê Desteya Oldarên Êzidî komxebatek ji bo hemû olên cûda yên li Iraqê rêxistin kir. Komxebat bi navnîşana ‘Ol ji bo xweda, welat ji bo hemûyan’ hat lidarxistin. Nûnerên ol û baweriyên cûda yên Herêma Kurdistan û Iraqê ku di komxebatê de amadebûn, têkildarî giringiya banga dîrokî ya Rêber Apo û pêngavên ku divê werin avêtin, axivîn. Endamê Encûmena Ol û Baweriyên Iraqê Seîd Îsa Berzencî wiha têkildarî mijarê axivî:“Ji bo azadiya vî gelî gelek qurbanî hatine dayîn. Dema ku mirov rastî zulmê werin, bê guman ew ê helwestê nîşan bidin. Li Kurdistana Mezin demek dirêje ku li dijî dagirkeriyê têkoşîneke çekdarî heye. Lê Kurd qet li dijî aştiyê nebûne. Ji ber vê yekê îro em peyama Birêz Ocalan li ser esasê aştiyê dibînin. Ev bi serê xwe fedakariyeke mezine. Niha top li qada Tirkiyeyê ye. Ji ber wê yekê divê Tirkiye, Neteweyên Yekbûyî û welatên herêmê piştevaniya qonaxê bikin. Em niha dibînin ku Birêz Ocalan carek din pêngavek destpêkiriye û deriyê aştiyê vekiriye. Ji ber wê em li benda helwesta Tirkiyeyê ya li beramberî vê pêngava dîrokî ne. Îslam olê jiyana hevbeşe, ji dagirkerî û neheqiyê dûre. Birêz Ocalan bûye sembola gelê Kurd, ew di dil û mejiyê her Kurdekê de ye. Ji bo doza gelê xwe ketiye girtîgehê. Bi vê helwestê, rûmeta Kurdan vegerandiye.”

Pêvajoya Ocalan gelekî xweşik e

Serokê Rêxistina Yarsanî Seîd Serhed jî wiha axivî:“Di nav hemû olan de, bi taybetî di ola Kakeyî de, aştî xala bingehîne. Ji ber vê yekê, wek Kakeyiyan me her gav hewl daye ku aştiyê ava bikin ku ev di pirtûkên me de hatiye nivîsandin. Aştî mirovan ji şer û bêbextiyên ku li ser navê ol, partî û dewletê tên kirin, diparêze. Divê em hewl bidin îspat bikin ku em dikarin bi aştiyê bigihîjin armancên xwe. Pêvajoya aştiyê ya ku Birêz Ocalan destpê kiriye pir xweşike. Em dibînin ku Kurd bi salane di nav şer û belengaziyê de ne û me ti encam negirtiye. Ji ber vê yekê, pêvajoya aştiyê ji bo gihîştina armancên me, mirovahiyê û olên me, gaveke girîng. Birêz Apo ew mirovê mezine ku bi neheqî hatiye girtin. Bi rastî, ji bo gavên aştiyê divê şertê yekem wek azadiya fîzîkî ya Birêz Apo were diyarkirin. Ji ber ku ew kilîla çareseriyê ye û dikare pêvajoyê bi serbixîne.”

Divê Rêber APO azad bibe

Nûnera Zerdeştiyên li Başûrê Kurdistan û Iraqê Awat Husamedîn jî got:“Di ola Zerdeştiyan de jiyana hevbeş tê wateya evîn, qebûlkirina hev du, aştî û azadiyê. Ev ne tenê li ser axaftinê ye, di heman demê de li ser awayê jiyana me ya bihev re ye. Li Kurdistanê jiyanek hevbeş a pir baş heye. Kurd bi ti awayî ne li dijî aştî û jiyana hevbeşin. Lê dijmin û dagirkerên Kurdistanê ne aştîxwazin. Ez bi xwe piştevaniya pêvajoya aştiyê dikim. Ger Tirkiye van xalan bicîh bîne; taybet azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî pêkbîne, zimanê Kurdî were fermîkirin û artêşa Tirk hêzên xwe ji xaka Başûrê Kurdistanê vekişîne.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.