Bi pirtûkên Ocalan doza Kurdî didin nasîn

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 2 Mijdar 2022 - 03:56

Weşanxaneya Nefertîtî bi zêdetirî 70 pirtûkên cuda û di nava wan de parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan jî hene, beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya li Zanîngeha Tubruqê ya li Lîbyayê bû.

Piştî beşdarbûna Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Bînxaziyê, Weşanxaneya Nefertîtî niha jî tevî qederê 100 weşanxaneyên Lîbyayê û yên Erebî dîsa beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya li Zanîngeha Tubruqê ya Lîbyayê bûye.

Pêşangehê 29`ê Cotmehê dest pê kir û dê heta 3`yê Mijdarê dewam bike. Gelek weşanxaneyên ji Sûriye, Îmarat, Misr, Urdin, Sûdan, Oman, Yemen û Sûdanê tev li bûne.

 

Weşanxaneya ji Misrê

Weke yekem weşanxaneya Misrê ku pirtûkên lêkolîn û wêjeyî yên Kurdî diweşîne, tevlîbûna Weşanxaneya Nefertîtî di pêşangehê de pencereyeke giring e ji bo danasîna çand, şaristaniya Kurdî û berhemên Rêber Abdullah Ocalan.

Weşanxaneya Nefertîtî beriya niha jî tev li Pêşangeha Pirtûkan a Bînxaziyê ya Navneteweyî bûbû ew jî di navbeta 15 û 23`yê Cotmehê li dar ketibû.

 

Beşdarî pêşangeha Zanîngeha Tubruqê jî bûn

Gerînendeyê Weşanxaneya Nefertîtî Seyid Ebdulfetah got, beşdariya wan di pêşangehên Lîbyayê de derfeteke mezin e ku doza Kurdî bidin nasîn: “Piştî ku Weşanxaneya Nefertîtî beşdarî Pêşangeha Bînxaziyê bû û bala xelkê li pêşangehê bire ser pirtûkên Kurdî û yên Ocalan; ev jî nexasim beşdariya yekemîn a pirtûkên Kurdî li Lîbyayê bû. Pêşangeha li Zanîngeha Tubruqê hat vekirin, me dît ku tiştekî baş e ku em bi pirtûkên Kurdî beşdarî pêşangehan bibin.”

ANHA/BÎNXAZÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.