Amade ne biçin Îmraliyê

Çarşem 14 Îlon 2022 - 22:12

  • “Ev rengekî tecrîdkirinê ye taybet ji bo Abdullah Ocalan e, ev tecrîd cihêkar e jî.”

Ji 22 welatên dinyayê 350 parêzer ji bo ku biçin Îraliyê û hevdîtinê bikin bi Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li girava Îmraliyê tecrîdkirî, miracaetî Wezareta Dadê ya Dewleta Tirk kir. Parêzeran doh li Klûba Çapemeniyê ya Brukselê daxuyanî da çapemeniyê.

350 parêzerên ji 22 welatan, ji bo rewşa li zindana Îmraliyê got, “Ev rengekî tecrîdkirinê ye taybet ji bo Abdullah Ocalan e, ev tecrîd cihêkar e jî.”

Ji Yekîtiya Baroyên Parîs û Brukselê Georges Henri Beauthier, li ser navê Parêzerên Demokrat ên Ewrûpayî (AED) seroka Yekîtiya Hiqûqzanên ji bo Demokrasiyê (SAD) Hélène Debaty, ji Tevna Parêzerên Pêşverû ya Brukselê Selma Benkhelifa, Hevsekreterê Giştî yê Yekîtiya Parêzeran a Ewrûpayê Thomas Schmidt û serokê berê yê Baroya Brukselê Maurice Krings di civîna ji bo çapemeniyê de peyivîn.

Beriya civîna ji bo çapemeniyê, endamê desteya rêveber a Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê ya Navneteweyî (Maf-DAD) Mahmut Şakar, da zanîn ku li seranserê dinyayê 350 parêzeran ji bo serdana Ocalan bikin, miracaet kirine. 

Helene Debaty jî di cîvînê de nameya ku ji wezareta dadê ya Tirk re şandine, xwend. Di nameyê de ew balê dibin ser binpêkirinên mafan ên bi rêkûpêk.

Di nameyê de hate gotin li gorî xala 25’emîn a qanûnan ew dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayî Konar re hevdîtinê bikin.

Debaty bi bîr xist ku di 10’ê Hezîrana 2022’an de 775 parêzerên 29 baroyan ji bo çûna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dane.

Parêzer nebe hiqûq bê mane ye

Midûrê Baroya Parêzerên Elmanî û Fransî yên Belçîkayê Stephane Boonen û Serokê berê yê Baroya Brukselê Stephane Boonen jî got “Heke hûn asteng dikin ku parêzer rola xwe bi cih bînin nexwe tu wateya hiqûqa we ya neteweyî tune. Heke wê parêzer nikaribin rola xwe bi cih bînin doz bêwate ne. Ji bo ku muwekîl karibin xwe îfade bikin parêzer hene.

Divê mafê hêviyê bi cih were

Li ser navê Tora Parêzerên Pêşverû yên Brukselê Selma Benkhelîfa diyar kir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) berê jî di warê tecrîdê de Tirkiye mehkûm kiriye lê Tirkiyeyê dîsa dest bi qedexeyan kiriye.

Benkhelîfa diyar kir ku divê dîsa miracaetî DMME were kirin û bal bire ser mafê hêviyê: “Em hatine asteke ku Abdulllah Ocalan dikare sûdê ji vî mafî werbigire. DMME jî got ku ev tişt dikare pêk were. Lê Tirkiye vî tiştî asteng dike. Kesên hatine mehkûmkirin, çi ji ber sedemên tendirustiyê û çi jî ji ber sedemên mirovî dikarin azadiya xwe bixwazin.” 

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê malavahiya wan kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, malavahiya bi sedan parêzeran kir ku ji bo çûna Îmraliyê miracaetî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kirine.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê got, “Ji her welatê Ewropayê, heta bi Awustralyayê, ji Başûrê Efrîkayê heta bi Başûrê Koreyê, ji Hindistanê heta bi Emerîkayê, ji Brezîlyayê heta bi Japonyayê 350 parêzer û saziyên hiqûqê serî li Wezareta Dadê dan û xwestin bi miwekîlên me rêzdar Abdullah Ocalan, rêzdar Hamîlî Yildirim, rêzdar Omer Hayrî Konar û rêzdar Veysî Aktaş re hevdîtinê bikin. Muwekîlên me di şertên giran ên tecrîdê de tên girtin û ev 17 meh in, me hay ji wan nîne. Em spasiya hevpîşeyên xwe û saziyan dikin yên ku diyar kirin ku rewşa heyî ya tecrîdê destwerdana mafê parastinê ye û ne hiqûqî ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.