Xweparastin jiyan e

Çarşem 24 Nîsan 2024 - 02:55

  • Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku jinên rêxistinbûyî hêza herî mezin e, lewma divê jin xwe bi rêxistin bikin, parastina xwe xurt bikin û ji bo avakirina jiyanê têbikoşin.

Besê Hozat di bernameya taybet a Medya Haber TV de li ser têkoşîna jinan, girîngiya xwe rêxistinkirinê û avakirina jiyana azad nirxandinên girîng kirin û wiha got:“Koordînasyona KJK'ê di vê pêvajoya dawî de daxuyaniyeke girîng da. Têkildarî tundiya li dijî jinan ku xweparastinê esas digire, daxuyaniyeke pir girîng ya ku banga xweparastin û rêxistinbûnê li jinan dike, da. Bi rastî jî li seranserê cîhanê li dijî jinan polîtîkayan qirkirinê hene. Tundiya li ser jinan pir zêde bûye. Bi taybetî jî li Tirkiyeyê. Diyar dikin ku li Tirkiyeyê rêjeya tundiya li dijî jinan ji sedî 1400 û 1500 zêde bûye. Hem tundiya dewletê û hem jî tundiya mêran. Nabe ku jin li hemberî serweriya mêran bêdeng bîmînin. Li her derê di nava malbatê de, li kolanan, li kargehan jin tên qetilkirin. Ji aliyê hevjîn, evîndar, heval, bav û birayê xwe ve tên qetilkirin. Jin ji aliyê çanda zayendperest ya paşverî tim di bin êrîşên psîkolojîk de ne. Jin tundiya derûnî dibînin. Hewce ye tundiya li dijî jinan ne tenê weke tundiya fizîkî were nirxandin. Li dijî jinan tundiyeke psîkolojîk a dijwar heye. Girantirîn tundî ji xwe ev e. Di encama tundiya fîzîkî de mirov dimire. Lê belê mirov bi tundiya derûnî ya şerê taybet a domdar bi hezaran, bi sed hezaran carî tê kuştin. Li hemberî jinan di nava malbatê de, di nava civakê de, li kolanan û li kargehan tundiyeke bi vî rengî ya giran heye. Jixwe ev polîtîkayên faşîst ên van dewletan rasterast xwe di nava civakê de nîşan dide xwe li gel mêran nîşan dide. Li gel mêran ew mêranî, zayendperestî, zîhniyeta serdest û têgihîştina qirêj derdixîne holê û kûrtir dike. Ji ber vê yekê jî nabe ku jin li hemberî dewlet û mêran bêdeng bimînin. Dibe ku ev mêr bav, hevjîn, evîndar û bira be yanî kî dibe bila bibe ferq nake. Hewce ye jin li her derê xwe bi pêş ve bibin. Hewce ye jin xwe bi rêxistin bikin. Jinên birêxistinkirî mezintirîn hêz e. Jinên ku birêxistinkirî jinên xwedî feraseta xweparastinê ne. Xweparastina jinan girêdayî birêxistinbûnê ye. 

Evîndariya dagirkeran xapandin e

Jin dizewicin, zilamê ku pêre zewicî 3 mehan şûn de, mehekê şûnde wê jinê dikuje. Evîndar jî wisa ne. Mirov lê dinêre dibîne ku piştî demekê bi awayekî hovane evîndara xwe dikuje. Rêbertî ev yek gelekî baş rave kiriye û gotiye:’’Li cihê ku jiyan hatiye windakirin evîndarî nabe. Ji ber ku li wir evîndarî tune ye, miriye û hatiye kuştin. Ger hûn bixwazin evîndariyê rizgar bikin, biafirînin û evîndar bibin, hewce ye hûn jiyanê rizgar bikin.’’ Niha jiyan hatiye windakirin. Hezkirin hatiye windakirin. Coş, evîn û azweriya jiyanê hatiye windakirin. Bi rastî jî min fêm nekir bê ka jin çima dizewicin. Bi qatilê xwe re dizewicin. Min çend rojan beriya niha li ser televîzyonê dayîkek dît, gelekî tesîr li min kir. Keça wê nû zewicî ye û hevjînê wê ew qetil kiriye. Kirasê keça xwe yê bûkaniyê anî nava kolanê, benzîn rijand û ew şewitand. Bang li jinên ciwan dikir û digot: ‘’Nezewicin, ger hûn bizewicin wê dawiya we jî bi vî rengî be. Ji rewşa keça min dersekê bistînin.’’  Yanî hewceye jin destpêkê ji bo rizgarkirina jiyanê li ber xwe bidin. Hewcehî bi birêxistinbûn û têkoşînê heye. Niha helbet ew bûyera Şirnexê pir girîng e. Her wiha ev demeke dirêj e li Kurdistanê gelek bûyerên tacîz û tecawizê rû didin. Dengê civakê li hemberî van polîs û leşkerên ku endamên şerê taybet in, dernediket. Leşkerekî şerê taybet destdirêjiya jinekê kir. Gel û ciwanên Şirnexê rabûn ser piyan û ew leşkerê nemerd lînç kirin. Xwezî bikuştana. Bi rastî gel û ciwanên Şirnexê derseke dîrokî dan. Hewce ye ev yek li her derê wisa be. Gava kesekê ji jin, keç û zarokekê re gotineke nebaş dike? Bi çavekî xirab lê dinêre? Hewce ye were lînçkirin yan jî kuştin. Ev helwesteke gelekî girîng e. Hewce ye ev yek li her derê pêş bikeve. Pêngava Jin Jiyan Azadî bi awayî dikare encamên serkeftî bi dest bixe.

Kolanan ji qirkeran paqij bikin 

Ev rejîma mêtinger, qirker polîtîkayên xwe yên qirkirinê ji gelek aliyan ve dimeşîne. Mînak qirkirina leşkerî, qirkirina civakî, qirkirina çandî, bi hezar û yek rêyên cuda qirkirina aborî, ekolojîk pêk tîne û niha jî li dijî ciwanan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Mînak tiryak, ev polîtîkayeke qirkirinê ye, ciwanan hedef digire. Polîs û leşker hemû bazirganên tiryakê ne.

Bi vî awayî hin meleyan jî bi kar tînin. Karmendên dewletê wiha bi kar tînin. Hemû jî personelên şerê taybet in. Li Kurdistanê zarokên Kurdan hêj di temenê biçûk de hînê tiryakê dikin. Ciwanan hînê tiryakê dikin. Hewl didin wan ji têkoşîn, nirx, çand û civakbûnê dûr bixin. Wan dejenere û bêesil dikin. Pêwîste li dijî tiryakê, fûhûş, destavêtin û koçberiyê helwesta xwe nîşan bidin. Mînak divê wisa bê kirin ku polîsek, leşkerek û endamek şerê taybet û bazirganekî tiryakê, bi cesaret nekaribe li ti kolaneke li Kurdistanê tiryakê bifiroşin. Divê ciwan hemû kolanên Kurdistanê ji bazirganên tiryakê û endamên şerê taybet paqij bike. Divê hemû kolan, hemû qad, hemû tax, hemû bajarok û bajarên Kurdistanê ji tecawizkaran, endamên şerê psîkolojîk ên taybet, baronên tiryakê û ji bazirganên tiryakê paqij bike. Dikarin hemû kolan, bajar û bajarokên Kurdistanê ji van êrîşên şerê taybet ê psîkolojîk paqij bikin. Ez bawer dikim ku ciwan dê vê yekê bikin. Û ez bang li ciwanan dikim ku vê têkoşînê bimeşînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.