Berxwedaneke topyekûn divê

Duşem 24 Cotmeh 2022 - 02:23

  • Besê Hozat: ''Mirov dibêje qey welê difikirin ku 'gerîla û dewleta Tirk şer dikin, gerîla wê di vî şerî de bi ser bikeve, em li bendê bisekinin û encamê bibînin. Li gorî vê encamê jî bi rehetî bijîn'. Bi vî rengî nabe. Ev rewş sekneke cihê şermê ye.'' 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat behsa şerê 6 mehên dawî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. 

Besê Hozat got, ev 6 meh in gerîla têkoşîneke bêhempa dide û wiha peyivî: ''Şerekî gelekî giran heye. Dewleta Tirk a faşîst hiqûqa navneteweyî nas nake. Dewleta Tirk di nava Konseya Ewrûpayê de cih digire, endamê Neteweyên Yekbûyî ye. Mohra xwe daniye binê gelek peymanên navneteweyî. Di van peymanan hemûyan de bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye, lê belê dewleta Tirk tevî ku mohra xwe daniye binê van peymanan her karên li dijî hiqûqa navneteweyî dike. Ne Konseya Ewrûpayê dengê xwe derdixîne, ne jî Neteweyên yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpa. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku qaşo xwe weke hawariyê demokrasiyê pênase dike, li hemberî vê yekê bêdeng e. Dewleta Tirk şerekî bi vî rengî yê li derveyî hiqûqê, yê li dijî mirovahiyê dimeşîne, sûcê li dijî mirovahiyê dike. Lê belê kes dengê xwe nake. Di nava helwesteke durû de ne ku xwe dispêre berjewendiyên aborî, siyasî. Helwesta van hêzan şermezar dikim.’’

 

Her kes li qirkirina Kurdan temaşe dike

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku rêxistineke navnetewî ye,  tenê bi qedexekirina hilberîn, hilgirtin û bikaranîna çekên kîmyewî sînordar nîne. OPCW’ê berpirsyar e ku îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike. Besê Hozat rexne li vê saziyê jî girt û wiha axivî: ’’Li pêş çavên cîhanê zarokên Kurdan wê bi gazên kîmyewî kom bi kom şehîd bêne xistin û kes dengê xwe neke. Ewqas dane hene, ispat hene, dîmen hene, ewqas belge li ser cûreyê her gazê hene. Radestî OPCW jî hatin kirin; ev jî qaşo saziyeke navneteweyî ye ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî têdikoşe. Helwesetekê nîşan nadin. Her kes li qirkirina Kurdan temaşe dike, bêdeng dimîne, tevlî vê dibe. Ew bi xwe jî sûcê li dijî mirovahiyê dike. Lewma divê gelê me qiyametê rake. Ez helwesta gel jî rexne dikim. Ev ciwanên ku bi gazên kîmyewî, çekên taktîk nukleer û qedexekirî şehîd têne xistin, ewladên vî gelî ne. Her wiha ewladên herî hêja yên vî gelî ne. Ji ber ku bijarte ne tevlî vê têkoşînê bûn. Eger jiyaneke ji rêzê tercîh kiribûna, di nava ewqas şert û mercên giran de tevlî vê têkoşînê nedibûn. Ev ewladên vî gelî ji bo azadiya gel, ji bo statuya siyasî, ji bo Kurdistana azad, ji bo jiyaneke bi hev re ya gelan a li ser bingeha azadî û demokrasiyê vê têkoşînê dikin. Canê xwe feda dikin. Nerazîbûneke cidî ya civakî nîne. Mîna ku her kes lê temaşe dike. Mirov dibêje qey welê difikirin ku 'gerîla û dewleta Tirk şer dikin, gerîla wê di vî şerî de bi ser bikeve, em li bendê bisekinin û encamê bibînin. Li gorî vê encamê jî bi rehetî bijîn'. Bi vî rengî nabe. Ev rewş sekneke cihê şermê ye. Bêguman ez nabêjim ku gelê me tênakoşe, li ber xwe nade, berdêlan nade. Eger bi vî rengî bê gotin wê bibe neheqiyeke mezin. Ev têkoşîn ne tenê bi têkoşîna gerîla gihîşt vê astê. Bi berxwedana bi heybet a gel, bi têkoşîna gel, bi berdêlên giran gihîşte vê astê. Şehîdketina ewladên vî gelî, tevlîbûna bi deh hezaran ji wan li nava vê têkoşînê, encameke têkoşîna vî gelî ye. Ev ewlad ji aliyê vî gelî ve têne mezinkirin. Di nava Kurdan de kevneşopiyeke welê mezin a welatparêziyê heye, sekneke bi vî rengî heye. Gelê Kurd bi salan e li ber xwe dide, lê belê asta heyî ya têkoşînê cuda ye. Asta heyî ya têkoşînê asta herî bilind e. Pirsgirêka Kurd êdî gihîştiye qonaxa dawî.''

 

Berxwedaneke çawa

Besê Hozat bal kişand  polîtîkayeke qirkirinê ya dewleta Tirk û got dixwazin di salvegera 100'emîn a Lozanê û Komarê de PKK'ê ji holê rakin. Besê Hozat wiha pê de çû: ''Ev pirsgirêk ya wê li ser bingeha demokratîk çareser bibe, ya wê çareser bibe. Ev gel wê di sedsala 21'ê de ya bibe xwedî statuya siyasî, ya bibe. Rewşeke berevajî tê wateya polîtîkayeke qirkirinê ku xwe dispêre sedan salî. Wê tiştekî bi navê Kurdan nemîne. Wê Kurdan biqedînin, yên mayî jî li jiyaneke heywanî mehkûm bikin. Metirsî di vir de ye. Dewleta Tirk dibêje di sedsala 21'ê de, di 29'ê Cotmeha 2023'an de em ê vî karî biqedînin. Ew alçaxê Soylû her roj radibe demekê diyar dike; ev polîtîkayeke dewleta Tirk e. Dixwazin ku di salvegera 100'emîn a Lozanê û Komarê de PKK'ê ji holê rakin, gelê Kurd qir bikin û sîstema neteweya Tirk a faşîst ji nû ve dîzayn bikin. Wê îlana vê jî di 29'ê Cotmeha 2023'an de bikin, lewma girîng e. Lê belê berxwedaneke civakî ya beramberî vê yekê nayê kirin. Berxwedaneke topyekûn nayê kirin.

Li Rojava gel timî li ser piyan e, li Ewrûpayê gelê me li ser piyan e, li Bakur heta astekê berxwedan heye, li Rojhilat jî bi vî rengî. Li Başûr gel li hemberî polîtîkaya qirkirinê gelekî bi hêrs e, lê belê ev yek venaguhere berxwedaneke civakî. Eger veguhere berxwedaneke civakî wê ev yek zexteke mezin li ser dewletên cîhanê bike yên ku vê polîtîkaya qirkirinê erê dikin, wê dewleta Tirk bêhtir teşhîr bike, wê AKP-MHP'ê ji desthilatdariyê bixîne. Ji xwe di pêvajoya hilweşînê de ye. Bi hêza nijadperestî-neteweperestiyê xwe li ser piyan dihêle. Berxwedana gerîla ya li hemberî vê yekê cihê serbilindiyê ye, bêqisûr e, tiştekî ku derbarê de bê gotin nîne. Djimin deh hezar carî bi tank, balafiran bombe li gerîla barand, gelo kîjan hêz dikare li hemberî vê yekê bisekine? Eger êrîşeke ewqasî berfireh li ser dewletekê hatibûya kirin, emrê wê dewletê hefteyek bû, ew dewlet nedima. Binihêrin; DAÎŞ'ê êrîş kir, Iraq ji hev belav bû, Sûriye ji hev belav bû, ketin çi halî. Dewleta Tirk her cûre teknîka NATO'yê bi kar tîne, bi her awayî çekên qedexekirî bi kar tîne; tevî vê yekê jî gerîla zêdeyî 6 meh in berxwedaneke gelekî bi heybet dimeşîne. Li hemberî vê hovîtiyê divê ji 7 heta 70 salî gel rabe ser piyan.’’

 

Xeta hevkarî-xiyanetê

Besê Hozat di şer de îşaret bi rola PDK’ê jî kir û wiha axivî: ''Aliyekî din ê van êrîşan jî xeta hevkarî-xiyanetê ye. Eger xeta hevkarî-xiyanetê ev êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk rewa nekiribûya, siyaset û pratîkeke bi vî rengî nemeşandibûya, dewleta Tirk newêrîbû ewqasî êrîş bike. Li hemberî gerîla nikarîbû çeka kîmyewî, çeka taktîk nukleer û bombeya termobarîk bi kar bianiya. Xeta hevkarî-xiyanetê bi her awayî derfetê pêşkêşî vê yekê dike. Ji aliyê siyasî ve bi daxuyanî û axaftinên xwe rewa dikin. Dibêjin, 'pirsgirêka dewleta Tirk, pirsgirêka AKP-MHP'ê bi Kurdan re nîne, bi PKK'ê re heye'. Divê di nava Kurdan de ev pirs bê kirin; gelo PKK kî ye? PKK ewladên vî gelî ye, ji bo azadiya vî gelî, ji bo statuya siyasî, ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe dide, ji bo mirovahiyê têdikoşe.

Gelo PDK, tu çi dike? Tu hevkariyê dike, tu xiyanetê dike, tu nirxên vî gelî pêşkêşî dewleta Tirek a faşîst nijadperest dike. Pêşkêşî AKP-MHP'ê dike. Ewladên herî bijarte yên Kurdan dide qetilkirin. Vê komkujiyê jî li cîhanê rewa dike. Eger hêzên navneteweyî li hemberî van êrîşan ewqasî bêdeng bin, sedemeke vê jî sekna PDK'ê ye. Helwesta PDK'ê van êrîşan rewa dike. Her wiha li qadê jî ji xwe bi hev re ne. Ji dewleta Tirk re rê çêdike, baregehan çêdike, lojîstîk, cebilxane, erzaq û leşkeran dibe û tîne, birîndaran tedawî dike, kincan dide. Dewleta Tirk bi vî rengî xwe digihîne cihên ku nikare xwe bigihînê. PDK hesasiyeta 'şerê navxweyî nebe' bi nebaşî bi kar tîne. PDK vê hesasiyeta tevgerê bi nebaşî bi kar tîne û bi her awayî karên qirêj dike. Lewma helwesta PDK'ê helwesta hevkariya li êrîşên qirkirinê ye. Di vê mijarê de jî divê li nava raya giştî ya Kurdistanê nerazîbûneke xurt bê nîşandan. Nerazîbûn heye, lê lawz e.

Nirxên Kurdistanê û vî gelî pêşkêş dike, bi vî rengî desthilatdariya malbata xwe, sermayeya xwe mezin dike, hewl dide xwe li ser piyan bihêle. Ji xwe Başûr kirine mîna wîlayeteke Tirkiyeyê; ew ê jî bibe walî."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.