Besê Hozat: Pêvajoyeke veguhertinê ye
Çarşem 14 Gulan 2025 - 03:45
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat li Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê axivî û got, "Pêvajoyeke guhertin, veguhertin û jinûve avabûnê ye."
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat li Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê axivî, destpêkê Rêber Apo bi hezkirin, hurmet û hesreteke mezin silav kir. Ji damezrînerên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr anî.
Axaftina Besê Hozat a li kongreya 12'emîn a PKK'ê bi vî rengî ye:
"Beriya her tiştî ez Rêber Apo bi hezkirin, hurmetek û hesreteke mezin silav dikim. Hevalên Fûat û Riza bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînim. Hemû şehîdên şoreşê di şexsê herdu hevalan de bi hurmet û minet bi bîr tînim. Her wiha salvegera darvekirina Denîzan e, Denîzan jî bi hurmet û minet bi bîr tînim.
Bi rastî jî ev kongreyeke gelekî girîng e. Piştî 52 salan lidarxistina kongreyeke bi vî rengî ji her alî ve, hem ji aliyê hestewarî bêguman bandorê li mirovan dike, lê belê em vê kongreyê ji ber çi dikin, çima em hatin vê astê, dema ku mirov bi kûrahî vê fêhm bike, weke ku Rêbertî jî got, ev yek bi rastî jî bidawîbûnek nîne, destpêkeke nû ye. Pêvajoyeke guhertin, veguhertin û jinûve avabûnê ye. Dema ku mirov bi kûrahî li dîrokê dinihêrin, li dîroka xwe ya têkoşînê û dema hewl dide perspektîfên Rêbertî yên li ser vê pêvajoyê bi kûrahî fêhm bike, mirov bi hêsanî dikarin vê encamê werbigirin. Me rapora polîtîk a Rêbertî weke şensekî mezin xwend. Bêguman afirandina vê zemînê di encama têkoşîneke mezin de pêk hat. Yanî destpêkirina vê kongreyê li ser rapora polîtîk a Rêbertî, encama têkoşîneke gelekî mezin bû. Û navenda vê têkoşînê teqez Îmrali bû.”
ANF/BEHDÎNAN