Daxuyanî divê bi dîmen be
Çarşem 26 Sibat 2025 - 03:45
- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Wezareta Edaletê ya Tirk da ku digot, peyama Rêber Apo nabe bi dîmen be û destnîşan kir ku ew ê rewşeke berevajî vê yekê qebûl nekin.
Besê Hozat di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de daxuyanî da û ji bo daxuyaniya Wezareta Edaletê ya Tirk got, dûrî ji cidiyetê ye ku wezaretê gotibû, peyama Rêber Apo ji ber rêvebernameyê nabe ku bi dîmen be. Besê Hozat got, "Em vê nêzîkatiyê bi tundî red dikin, rexne dikin û bi ti awayî qebûl nakin." Nirxandina Besê Hozat wiha ye:"Ez destpêkê hêzên ku Komploya Navneteweyî pêş xistine bi nefreteke mezin şermezar dikim. Têkoşîna Rêber Apo ya 26 salan a bêhempa ya li Îmraliyê bi rêz hurmet silav dikim. Di şexsê şehîdên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” û hevrê Viyan Soran de, ez hemû şehîdên şoreş û azadiyê bi rêz û minetdarî bi bîr tînim.
Pêvajoya nû
Wezîrê Edaletê du sê rojan beriya niha daxuyaniyek da û got: “Daxuyaniya bi dîmen ne li gorî qanûnê ye.” Bi rastî jî ev daxuyaniyeke ne cidî ye. Em vê nêzîkatiyê bi tundî red dikin, rexne dikin û bi tu awayî qebûl nakin.
Nêzîkatiya li diji pêvajoyê
Ev desthilatdariya faşîst hilweşîneke mezin dijî. Polîtîkayên qirkirinê û polîtîkayên mêtingerî, faşîst ên ku bi salan e dimeşîne, dawiya vê desthilatdariyê anî. Hilweşîneke mezin dijî. Ew gihîştiye asteke ku êdî nikare bêhnê bistîne û her ku encamê nagire, bêhtir serî li zordestî û zextan dide.
Êrişên li ser HDK'ê
Sedemeke ku HDK ev qas hedef digrin heye. HDK (Kongreya Demokratîk a Gelan) weke ku ji navê wê jî diyar e, platformeke sivîl û hiqûqî ye ku hemû gelan, hemû bawerî, hemû nasnameyên cuda û hemû bindest ên Tirkiyeyê tîne ba hev, di çarçoveya têkoşînê ya hevpar de bi rêxistin dike û ji bo aştî, demokrasî, edalet û wekheviyê dixebite. Lê belê dewlet ji ber ku dijminê demokrasiyê ye, dijminê aştiyê ye, dijminê yekîtî û xwişk û biratiya gelan e, van êrîşan pêk tîne.
Polîtîkayên qeyûman
Polîtîkayên qeyûman parçeyek ji êrîşên qirkirinê ne. Şaredarî tên desteserkirin. Herî dawî şaredariya Wanê, Qagizmanê jî hat desteserkirin. Berxwedaneke mezin heye, gel vê yekê qebûl nake. Divê ev berxwedan bi rengekî birûmet û bênavber bidome. Li dijî polîtîkayên qirkirinê divê berxwedan bidome.
Derbarê Rojava de
Tirkiye ji bo ku li Sûriyeyê çareserî pêş nekeve, Sûriye demokratîk nebe û mîna Tirkiyeyê sîstemeke tekparêzî, qirker û faşîst ava bike, her tiştî dike. Hewl dide rêveberiya Şamê arasteyî vî alî bike û bandorê li rêveberiya Şamê bike. Dijminatiyeke mezin li gelên Sûriye û Kurdan dike. Ew roleke pir xerab dilîze. Li aliyê din êrîş dewam dikin. Şerê li qada Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome, bi taybet Qereqozaxê êrîşî gelek herêman dike.
Zimanê zikmakî
Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû gelan pîroz dikim. Zimanê zikmakî naskirina civakê ye, rûmeta gel e. Ziman nebe rûmet jî nabe. Ev heqîqetek e. Ya ku çandê diafirîne ziman e. Di heman demê de bingeha çanda Kurdî ye. Niha “Zimanê Kurdî” di bin êrîşeke mezin de ye. Gelê me ji bo zimanê xwe ked daye. Berê bedelên giran hatin dayîn. Ev têkoşîn didome.
8’ê Adara îsal
Ez 8’ê Adara îsal bang li hemû jinên Kurdistan, herêm û cîhanê dikim ku li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo seferber bibin û bi vî awayî pêşwazî bikin. Ji bo însiyatîfa “Veguherîna Demokratîk” a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin bigihêje encamê, divê jin di 8’ê Adarê de van gavan bavêjin, diyarîkirina wan wê bibe bersiveke watedar.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN