Divê şertên azadiyê pêk bên
Çarşem 29 Çile 2025 - 03:40
- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku heta şert û mercên ewlekarî, tenduristî, jiyana azad û kar ên Rêber Apo neyên afirandin wê nikaribe bi rola xwe rabe û got, di vê mijarê de divê gav bê avêtin.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî bernameyeke taybet a li televîzyona Medya Haberê bû, mijara pêvajoyê nirxand ku piştî hevdîtinên bi Rêber Apo re destpê kir û wiha got:“Di şert û mercên tecrîdê de çawa bangeke wiha ji bo Rêber Apo tê hêvîkirin, bangek çawa tê xwestin, çawa dixwazin vekirî bang li raya giştî bike? Di şert û mercên tecrîd û êşkenceyê de ev yek pêk nayê. Mandela di kîjan pêvajoyan de rol lîstiye? Ji bo Mandela şert û mercên jiyana azad û xebatê hat dayîn, bi her kesî re têkilî danî, hevdîtin kir, nîqaş kir û nêrînên xwe parve kir, bangên xwe kir û peyamên xwe ji her kesî re gihandin. Divê qanûn di parlamentoyê de were derxistin. Divê tecrîd bi fermî were rakirin. Li gorî dadgehê, li gorî Peymana Navneteweyî ya Mafên Mirovan, li gorî Zagona Navneteweyî, divê Rêber Apo ji mafê hêviyê sûd werbigire. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di vê çarçoveyê de biryar da. Ji bo guhertinên qanûnî salek dem da Tirkiyeyê. Di vê qonaxa hatinê de ev tişt neyên kirine, ji Rêber Apo her tiştî dixwazin. Ev nayê qebûlkirin. Mafên hiqûqî yên bingehîn ên Rêber Apo dikin mijara bazarê. Ji bo vê yekê, divê parlamento tavilê kom bibe û qanûnan derbixe.
Têkçûna xwe vedişêrin
Eşkere ye ku desthilata heyî, desthilata AKP’ê di nava hewleke dijwar a valaderxistin û provokekirina vê însiyatîfê de ye. Li derve û hundir tengavbûn û xitimandineke cîdî dijî. Geşedanên li herêmê jî li ser vê yekê zêde bûn. Tirsa ketina ji desthilatê pir zêde ye. Ji ber van hemûyan, çalakiyên dewlemend û çalakiyên gerîlayan ên bi bandor ên di vê pêvajoyê de pêk bên wê hilweşînê pir leztir bike û wê bêhtir tengav bike. Gelo ji bo pêşiya çalakiyan bigire kete nava hewldaneke wiha? Gelo ji bo pêngava azadiyê ya gerdûnî, berxwedana civakî û berxwedanê lawaz bike kete nava nêzîkatiyeke bi vî rengî? Tiştek din; di vê pêvajoyê de têkçûnên mezin jiya. Ji ber ku medyaya desthilatê şerekî taybetî ya psîkolojîk a dijwar dimeşîne, hewl dide ku her kesî bixapîne. PKK qediya, xilas dibe, wê teslîm bibin, ya wê bên kuştin ya jî wê bên veşartin... Bi propagandayên vî rengî hewl didin rewşeke ku wan qezenc kiriye, PKK têkçûye, Kurd têkçûye biafirînin û bi vê re têkçûna xwe binixumîne.
Desthilat hertim şer sor dike
Ev desthilat ji şer, kaos, krîzê xwe xwedî dike. Ji ber ku hemû polîtîkayên xwe li ser şer, krîz, kaosê avakiriye, difikire ku wê bikeve û têk biçe. Ji ber vê yekê her tim şer sor dike. Dijminatiya Kurdan dike. Her roj girtina dike. Êrîşên qirkirin û dagirkeriyê li Rojava, Kurdistanê bidomîne. Li Başûrê Kurdistanê didome. Her tim şerê taybet û psîkolojîk dijwartir dike û zêde dike. Niha êrîşî hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê dike. Ne tenê hêzên demokratîk. Ew êrîşî lîberalan dike. Ew êrîşî muxalefeta pergala navxweyî dike. Ew êrîşî her kesên ku dengê derdixin û muxalefetê dikin, dike. Hunermendên ku beşdarî Geziyê bûbûn yek bi yek digire. Şaredariyan desteser dike. Êdî tenê li Kurdistanê desteser nake. Niha dest bi desteserkirina şaredariyên CHP’ê jî kiriye.
Niha bi rastî hewldanên Rêber Apo yên hêja hene. Eşkereye ku din nava dewletê de jî nêzîkatiyeke wisa heye. Li gel dijberiya desthilatê, daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd heye. Rêbertî vê yekê hîs dike û dibîne. Bi hemû hêza xwe dixebite. Bi rastî jî divê mirov Rêbertiyê bi tenê nehêle. Divê ev aliyê di nava dewletê de derketiye jî bi tenê nehêlin.
Heta pirsgirêk hebe çek jî wê hebin
Heta niha, ji Rêbertiyê tiştek nehatiye. Yanî ne name, ne jî peyamek rasterast nehatiye. Lê em li bendê ne ku wê bê. Gava ku hat em ê binirxînin, em ê li gorî wê tevbigerin, em dikarin vê bibêjin. Em difikirin ku wê were û em li bendê ne. Ger polîtîkayên li ser gelê Kurd ên tinekirin, tinehesibandin û qirkirinê nebûna, wê demê têkoşîna çekdarî jî pêş nediket, yanî PKK jî ava nedibû. Sedema avabûna PKK’ê, destpêkirina têkoşîna çekdarî ya di sala 1984’an de, ev têkoşîna biheybet ya tevî berdêlên mezin jî bi awayekî bibiryar dewam dike û mezin dibe, ji ber polîtîkayên tinehesibandin û tinekirinê yên li ser gelê Kurd in. Sedema sereke ya têkoşîna çekdarî jî ev e. Ger îro hê jî berdewam bike, sedema wê ew e ku ev sedem hê jî li holê ranebûne. Bi qasî ku pirsgirêka Kurd berdewam bike wê çek jî hebe, têkoşîn û berxwedan berdewam bikin.
Li Rojava sûcê mirovahiyê dikin
Dewleta Tirk niha li her derê li dijî Kurdan li dijî gelên herêmê şerekî cidî dimeşîne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê qirkirinê dike. Şerê dagirkeriyê dewam dike. Her roj bombe li sivîlan têne barandin. Cihên xizmetê yên sivîlan têne bombekirin, sûcê şer tê kirin, sûcê li dijî mirovahiyê, sûcê qirkirinê tê kirin. Di rewşeke bi vî rengî de çawa dikare qala aştî yan jî pêvajoya çareseriyê bê kirin? Ev ne pêkan e. Ev rewş nîşan dide bê desthilatdariya heyî çiqasî ne cidî ye, çiqasî alîgirê şer e, çiqasî şer dixwaze. Heta niha tenê li Tişrîn û Qereqozaxê 22 mirov hatin qetilkirin. Bi vê wesîleyê di şexsê Bavê Teyar, Menîce Haco Heyder de şehîdên Qereqozax û Tişrînê hemÛyan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. QSD'ê, YPG'ê, YPJ'ê jî gelek şehîd dan. Wan jî bi hurmet, minet û hezkirin bi bîr tînim. Bi rastî jî li wê herêmê berxwedaneke gelekî bi heybet hate nîşandan. Vê berxwedanê êrîş şikand. Çete niha tarûmar bûne. Îradeya şerkirinê ya çeteyan nemaye.
Dewleta Tirk xwe dixapîne
Eger Tirkiye dest ji van polîtîkayan bernede, dibe ku destketiyên xwe yên li herêmê, li cîhanê bi temamî ji dest bide. Dibe ku bi tenê bimîne. Ev mejî û polîtîka Tirkiyeyê ji her alî ve bi tenê dihêle. Îdîa û gotinên din parçeyek ji şerê psîkolojîk e, ji bo xapandina civakê ye. Atmosfereke welê diafirînin ku weke Tirkiye li Rojhilata Navîn, Efrîka, Başûrê Kafkasya û Rojhilata Navîn bi temamî serwer e, nîşan bide. Tiştekî bi vî rengî nepêkan e, bi temamî xapandin e. Tirkiye bi van polîtîkayên xwe li herêmê dibe aliyê winda dike.
NAVENDA NÛÇEYAN