Hozat: Divê gavên cidî bihatana avêtin

Çarşem 28 Gulan 2025 - 03:45

  • Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat wiha got:” Heman piştî kongreyê diviyabû desthilatdariyê di vê mijarê de gavên cidî biavêta; ji azadiya fîzîkî ya Rêbertî heta bi naskirina mafê siyaseta demokratîk, sererastkirina qanûnî û hiqûqî, li şûna vê yekê nîqaşeke ne di cih de ya çekdanînê belav bûye.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî 'Bernameya Taybet' a Medya Haberê bû û rojev nirxand. Hevpeyvîna bi Besê Hozat re hatiye kirin bi vî rengî ye:''Di meha Gulanê de şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate ragihandin. Di şexsê van hevalan re hûn dixwazin çi bibêjin? Beriya her tiştî di şexsê hevrê Hakî Karer de hemû şehîdên meha Gulanê û şehîdên şoreşê û azadiyê bi hurmet û minet bi bîr tînim. Meha Gulanê meha şehîdan e. Navê xwe jî ji şehadeta hevalê Hakî Karer werdigire. Hevalê Hakî hevrêyê destpêkê yê Rêber Apo ye. 

Bêguman gelê me bi xurtî ragihandin pêşwazî kir. Li Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê, li derveyî welat bîranînên gelekî mezin hatin lidarxistin. Tevlîbûnên girseyî pêk hatin. Gelê me bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr anî. Ev gelekî bi wate bû. Me di bîranînan de jî dît, hevrêyên me di dilê gelê me de textê xwe danîne. Gelê me baş fêhm kiriye bê nirxên ku hevrêyên me afirandine ji bo gel, ji bo mirovahiyê têne çi wateyê. Ev yek gelekî baş îfade kirin. 

Ez dixwazim bi taybetî destnîşan bikim ku bicihanîna biryarên PKK'ê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, afirandina şert û mercên azad ên jiyan û kar ji bo Rêber Apo, naskirina mafê siyaseta demokratîk, pêkanîna guhertinên qanûnî û hiqûqî ve girêdayî ye. Ji bo ev yek encamê bi dest bixe jî divê Destûra Bingehîn a demokratîk, azadîparêz û wekheviya gelan misoger dike, nasnameya gelê Kurd û gelên li Tirkiyeyê misoger dike, bê avakirin. Dibe ku ev yek ji nişka ve nikaribe bê kirin, lê belê gav bi gav divê Destûreke Bingehîn a demokratîk û azadîparêz bê avakirin. Garantiya wê ev e. Biryara bingehîn a kongreyê jî ev bû; Ewlehiyeke yekpare, xurt a hiqûqî. 

Hema piştî kongreyê diviyabû desthilatdariyê di vê mijarê de gavên cidî biavêta; ji azadiya fîzîkî ya Rêbertî heta bi naskirina mafê siyaseta demokratîk, sererastkirina qanûnî û hiqûqî, li şûna vê yekê nîqaşeke ne di cih de ya çekdanînê belav bûye. Kongreyê ji xwe nêzîkatiya xwe nîşan da, biryar şênber e, ji cîhanê re ragihand, li holê ye. Îradeya xwe nîşan da. Di vê mijarê de jî nîqaşeke rast, rojeveke rast nehatiye afirandin. Divê ev yek bi lez bê çareserkirin. Ev yek gelekî zelal e. Em bi şênberî dibêjin; tenê Rêber Apo dikare çekê ji destê şervanan bistîne. 

Zimanê çapemeniyê propagandaya şer e. Timî şer sor dike, jehrê dide civakê, neteweperestî, nijadperestiyê sor dike. Zimanekî welê ye ku dijminatiyê li Kurdan dike. Çi eleqeya vî zimanî bi xwişk û biratiya Kurd û Tirkan a li ser bingeha azadî û wekheviyê heye? Bi vî zimanî Tirkiye demokratîk nabe, civak nikare ji pêvajoya aştî û civaka demokratîk re bê amadekirin. 

Vê pêvajoyê nîşan da ku li Tirkiyeyê çiqasî rantxur hene. Bi rastî jî li Tirkiyeyê kerî bi kerî rantxur hene. Ev pêvajo wan derdoran gelekî aciz dike. Ji ber ku eger ev pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi pêş ve biçe, hiqûqeke xwişk û biratiyê ya li ser bingeha azadî û wekheviya gelan bê afirandin bi rastî jî bêrîka van rantxuran wê vala bibe, jiyana bêserûber a van rantxuran wê ji holê rabe, ev rantxur wê di qenalên televîzyonan de nikaribin rahêjin wan darikan û şer sor bikin û nikaribin karyerê bikin. Ev pêvajo wê ji bo wan hemûyan biqede. Ji ber vê yekê gelekî har bûne, li dijî pêvajoyê ne, li ser xwîna gelan xwe xwedî dikin. 

Bi rastî jî ev pêvajo pêvajoya jinan e. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi giştî pêvajoyek welê ye ku jin xwe bi rengekî azad îfade dike, bi azad dijî, jiyana xwe ava dike, sîstema xwe ava dike. Civaka demokratîk vegotina hemû nirxên komulan, civakî yên jinan di nava hezaran, deh hezaran salan de afirandine. Civaka demokratîk civaka jinê ye. Temamiya nirxên jinan ên hezaran, deh hezaran salî ye, danheviya wê ye, sîstema wê ye, jiyana wê ye. Lewma jin di navenda vê pêvajoyê de ye, di nav de ye, di dilê wê de ye, hêmana bingehîn a vê pêvajoyê ye, hêza motorê ya vê pêvajoyê ye bi gotina Rêberê me û pêşengê vê pêvajoyê ye. 

Li cihên di nava hev de ne şer dewam dike, êriş jî dewam dikin. Ev yek nîşan dide ku di şer de israr heye. Divê ev yek neyê kirin. Heta ku ev êriş dewam bikin bêguman gerîla ne qurbanê stuyê xwe li ber kêrê ye, wê bersivê bide. Wê parastina xwe ya rewa bike. Kes xwe nade ber îmhayê. Ev yek jî wê gav bi gav şer giran bike. Eger êriş biqedin bêguman aliyê hember jî ji xwe ji destpêkê ve me bi agirbestê bersiv dan vê pêvajoyê, ew berpirsyarî tê nîşandan wê hîn bêhtir jî bê nîşandan. 

Ev nêzîkatiyên li hemberî Mexmûrê bi taybetî piştî hevdîtina Sûdanî-Erdogan destpê kir. Ev rewş hêjayî dîtinê ye. Di nava pêvajoyeke bi vî rengî de Tirikye hîn jî di şer û êrişan de israr dike. Hewl dide her hêzê tevlî vê bike. Me ev nêzîkatiya Iraqê ji destpêkê ve timî rexne kir. Iraq li gorî berjewendiyên xwe, li gorî berjewendiyên gelê xwe tevnagere. Eger wê tevkariyê li vê pêvajoyê bike, wê demê divê Iraq nebe amûrek ji van lîstikan re. Rêya piştgiriya bi vê pêvajoyê re zexta li ser Mexmûrê, girtina 3 kesan ji rêveberiya Mexmûrê nîne. Zext û operasyonê li ser Mexmûrê nîne. 

Polîtîkaya Elmanyayê jî bi heman rengî ye. Elmanya ji destpêkê ve hêza bingehîn a NATO'yê ye û di vî şerî de jî, di şerê dewleta Tirk ê li hemberî Kurdan de ji destpêkê ve li gel Tirkiyeyê cih girtiye. Bi her awayî piştgirî da. Di êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava de jî piştgiriyeke cidî ya Elmanyayê hebû. Tankên Elmanyayê ketin nava Efrînê, ketin nava Serêkaniyê. Bi her awayî piştgirî da. Li Başûr jî, li Bakur jî bi heman rengî. Elmanya ji destpêkê ve polîtîkayeke qirêj û nebaş li hemberî Kurdan dimeşîne. Divê Elmanya dest ji vê berde.

Em vê yekê bi eşkere bibêjin; Tirkiye heta ku li hemberî Kurdan, vê polîtîkaya xwe ya li dijî Kurdan dewam bike, heta ku li Sûriyeyê jî vê polîtîkaya xwe ya dijminatiya li Kurdan dewam bike, cihê Tirkiyeyê wê li Sûriyeyê nebe. Eger Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê bi bandor bibe, bibe xwedî cihekî, dixwaze bibe parçeyek ji vê dîzaynê, eger dixwaze ev bandor jî mayinde be Tirkiye neçar e bi Kurdên li Sûriyeyê re li hev bike. Neçar e ku mafên wan qebûl bike.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.