Em gotina 'Tirkiyeya Bêteror' napejirînin

Pêncşem 26 Hezîran 2025 - 03:50

  • Hevseroka Giştî ya KCK'ê Besê Hozat got, "Pênasekirina vê pêvajoyê weke 'pêvajoya Tirkiyeyek bêteror' ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye diyarkirin, gelekî şaş e. Em bi awayekî eşkere diyar dikin ku: em vê îfadeyê û vê pênaseyê red dikin. Navê vê pêvajoyê zelal e: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. "

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat rapora polîtîk a ku Rêber Apo pêşkêşî Kongreya 12'emîn a PKK'ê kir, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û destwerdana hêzên hegemonîk a li netewe dewletan, êrîşên li ser muxalefetê, qirkirina xweza û civakê ji Medya Haber TV re nirxandin.

Nirxandinên Besê Hozat wiha ne:

Manîfesto, rapora polîtîk a ku Rêber Apo pêşkêşî Kongreya 12'emîn a PKK'ê kir gelekî girîng bû. Gelek rastiyên dîrokî, bi rengekî balkêş datanî holê, dinirxand. Ji aliyê dîroka jinê ve, ji aliyê dîroka gelê Kurd ve ji aliyê dîroka mirovahiyê ve rastiyên dîrokî raxist pêş çavan, weke ku dîrok li gorî rastiya dîrokê ji nû ve nivîsand. Nirxandineke bi vî rengî bû manîfesto. Bêguman li ser vê yekê gelek nîqaşên berfireh têne kirin. Hinek ji wan digihêje me jî, bêguman em bi detayên nîqaşan nizanin. Rexne hene. Li hemberî nirxandin û fikrên Rêbertî hin nirxandinên gelekî bêexlaq, bêedalet, bêwijdan û di asta êrişê de hebûn. Em van bi tundî rexne dikin, rast nabînin. Em di wê baweriyê de ne ku gelek ji wan jî bê nêteke xirab e. Bi qasî ku gihîşt me, beşek ji yên ku van nîqaşan dimeşînin yên reviyan e, xayin in, yên ku dijminatî li gelê xwe kirine. Em rexneyên ku ji aliyê van derdoran ve tê kirin weke rexneyê nanirxînin. Ew rexne nîne, reşkirin e, teşhîrkirin e, hewldana nixumandina qirêjiya xwe ye. Hewldana nixumandina sicîla xwe ya nebaş e. Eleqeya vê bi rexneyê, bi nîqaşeke çêker nîne. Nêrînên ku Rêber Apo di rapora polîtîk, manîfestoyê de anî ziman bi dehan sal in, ji dema komê û vir ve sal bi sal her ku kûrbûna xwe zêde dibe, wan nirxandinan dike. Ne ew nirxandine ku ji sifirê kiriye. Bi taybetî di manîfestoya şaristaniya demokratîk de, di parêznameya ji 5 bergan de Rêber Apo li ser Elewîtiyê jî li ser dîroka Kurdan jî li ser Marxîzmê jî li ser dîroka jinê jî nirxandinên Rêber Apo yên nû û gelekî balkêş hene. Rêber Apo bi vê manîfestoyê re ev nirxandin hîn kûr kir. 

Bi heman rengî, di mijara çînî de. Belê Rêber Apo têkildarî Marksîzmê gelek nirxandinên balkêş dike. Rêbertî îflasa reel sosyalîzmê jî bi giranî bi vî rengî dinirxîne. Dibêje, 'nirxandina hemû pirsgirêkan li ser bingeha çînî reel sosyalîzm bir îflasê'. Bi rastî welê ye. Ma dîroka mirovahiyê bi çînî destpê kir? Nakokiya destpêkê ya dîrokê nakokiya navbera jin û mêr e. Ev rastiyek e. Civakîbûna destpêkê civakîbûna li dora jinê ye, komun e, klan e. Piştre mêr li hemberî jinê xwe bi rêxistin kir, dest danî ser hemû nirxên li dora civakîbûna jinê, serwerî li ser civakîbûna jinê çêkir û bi vî rengî nakokiya destpêkê ya dîrokê destpê kir. Bi vê yekê re çîn derkete holê, çînî derketin holê. Rêbertî dema qala vê dike Rêbertî nakokiya çînî red nake.

Her wiha di pêvajoya dawiyê de, hin peyamên hevdîtinan hatine rojevê. Tê gotin ku li ser vê nîqaş tên kirin. Tê diyarkirin ku li ser Cihûyan nîqaşên berfireh hatine kirin. Rêbertî di Manîfastoya Şaristaniya Demokratîk û parêznameyên xwe yên din de li ser Cihûtiyê nirxandinên pir girîng dike. Nirxandinên niha jî, ji wan ne qut in.

Ez pêşniyar dikim ku ev aliyên ku fêm nekirine, bi nîqaşên neheq û cûda ve nirxandinan dikin, bila dubare parêznameyên Rêbertî bixwînin. Helbet di dirêjahiya dîrokê de eleqeya Cihûyan a li hemberî gelê Kurd gelek pêş ketine. Wan her tim girîngî dane têkiliyên bi Kurdan re. Heta hin çavkaniyên Cihûyan jî dibêjin ku qewmeke wan a windabûyî heye û diyar dikin ku ev qewm Kurd-Cihûyî ne. Di dîrokê de behsa vê yekê tê kirin. Ma qey Kurdên Cihûyî nîne? Helbet hene. Bi taybetî li Mûsil, Başûr û Colemêrgê dijîn. Mîna gelek gelên din, di nava Kurdan de jî civakên Cihûyan hebûne. Bi taybetî di têkoşîna li dijî dîktatoriya Sedam de li Başûrê Kurdistanê Cihûyan ji bo pêvajoya federasyonê piştgiriyeke mezin dane Kurdan. Vê rastiyê em nabêjin, dîrok dinivîse. Rastî ev in.

Pênasekirina vê pêvajoyê weke 'pêvajoya Tirkiyeyek bêteror' ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye diyarkirin, gelekî şaş e. Em bi awayekî eşkere diyar dikin ku: em vê îfadeyê û vê pênaseyê red dikin. Divê ev pênase ji rojevê bê derxistin. Navê vê pêvajoyê zelal e: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Rêber Apo di 27'ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ev bang bi hevkariya şandeya dewletê û bi mutabaqatên hevpar re hate pêşxistin. Ji ber vê yekê dewlet bi xwe jî navê vê pêvajoyê weke pêvajoya aştî û civaka demokratîk qebûl dike. Di vê rewşê de pêwîst e vê pênaseya 'Tirkiyeyek bêteror' ji holê rake û ji rojevê derxîne. An wê nîqaşên rast pêş nekevin û pêşketinek rast jî di pêvajoyê de pêş nekeve. Pêşî ez vê yekê bînim ziman.

Êrîşên li ser muxalefetê bi giranî dewam dikin. Ev yek jî radixe pêş çavan bê ev desthilatdarî bi rengekî ne cidî nêzî pêvajoyê dibe. Nîşan dide ku çareseriyeke xwe ya cidî, planeke xwe ya cidî ya ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê nîne, proje û polîtîkayeke xwe ya bi vî rengî nîne.

Eger nêteke xwe ya cidî, hewldaneke xwe, mejî û polîtîkayeke xwe ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hebûya, wê ewqasî zext li muxalefetê nekiribûya. Wê qada siyaseta demokratîk heta dawiyê bihate vekirin.

Şerê Îsraîl-Îranê

Ev yek qonaxeke gelekî girîng e ku hêzên navneteweyî, sîstema hegemonîk, sîstema hegemonîk a kapîtalîst dest li herêmê werdan. Yanî ev pêvajo divê weke qonaxeke gelekî girîng a Şerê Cîhanê yê 3'yemîn bê pênasekirin. Herêm jinûve tê dîzaynkirin. Li ser bingeha berjewendiyên sermayeya hegemonîk, sermayeya global, emperyalîst û kapîtalîst herêm jinûve tê dîzaynkirin. Sîstema siyasî ya li herêmê ji nû ve ava dibe.

Niha lingekî vê jî Îran e. Divê destwerdana li Îranê jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Destwerdana li Îranê ne destwerdaneke welê ye ku tenê ji ber gotina 'hilberîna nukleerî dike, çeka nukleerî hildiberîne' tê kirin. Ev hincet in. Bi heman hincetê dest li Iraqê jî werdan.

Li hemberî vê rewşê Kurdan helwesta xwe diyar kir. Bê guman, Kurd dê xwe bispêrin hêza xwe ya xweser, rêxistinbûna xwe ya xweser û parastina xwe ya xweser. Kurd bi bawerkirin, spartin û bende mayîna hêzekî din nikarin hebûn û azadiya xwe misoger bikin û biparêzin.

Ez vê di serî de diyar bikim, ev pir girîng e. Stratejiya têkoşînê ya Kurdan diyar e. Stratejiya neteweya demokratîk e, têgihiştina neteweya demokratîk e. Kurd xwedî têgihiştin û projeya jiyana hevpar a bi hemû gelan re ye. Ji ber vê yekê di daxuyaniyên PJAK’ê de jî ev yek pir zelal hatibû diyarkirin. 

Têkoşîna li dij hişbirê 

 Li Kurdistanê talanek mezin heye, talana xwezayî heye. Qirkirinekî li hemberî xwezayê heye. Ev li Kurdistanê wekî parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê tê pêşxistin. Li Tirkiyeyê li her derê cîhanê heye. Bi taybet ev li Kurdistanê pir zêde ye. Di vê mijarê de têkoşînek jî heye. Li her derê hinek bertek tên pêşxistin. Li dijî kana madenê, HES, bendavan û talana xwezayî…

 Heval Zîlan bi rêz, bi bîr tînim 

Ez heval Zîlan bi rêz, hezkirin û minetdariyekî mezin bi bîr tînim. Xeta heval Zîlan ji bo têkoşîna azadiya jinê xeta azadiyê ye, manîfestoya azadiyê ye. Min azweriya azadiyê, lêgerîna azadiyê, helwest, fedakarî, fedayîtî, dilsozî û helwesta jiyanê ya heval Zîlan hinek ji nêz nas kir."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.