Israra di qirkirinê de hilweşîn e

Çarşem 4 Kanûn 2024 - 03:15

  • Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got: Hewl didin tecrîdê asayî bikin. Divê mirov xwe ti carî sist neke. Ji bo mezinkirina berxwedanê em bang dikin. Eger dewleta Tirk di qirkirinê de israr bike wê hilweşe.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bersiv da pirsên Medya Haber TV. Besê Hozat derbarê tecrîdê û pêngava azadiyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ev nirxandin kirin:’’Ez di serî de 46’emîn sersala damezrandina partiya me ji Rêbertî re, gelê me, gelên me, ji jinan re, hemû mirovahiya pêşverû re pîroz dikim. Bi rastî jî ji bo 47’emîn salvegerê pêşwazîkirinek xurt çêbû. Gelê me peyama vê yekê da, di 47’emîn salvegera Partiyê de jî em ê teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin û çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk bi têkoşîna xwe û berxwedana xwe pêk bînin. Dîsa 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî bû. Li Kurdistanê, Tirkiyê û hemû cihanê di bin dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” de bi hezaran, deh hezaran, sedhezaran û mîlyonan jin meşiya. Di heman demê de rêya azadiya jinê ji azadiya Rêber Apo derbas dibe û felsefeya Rêber Apo ya azadiyê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” pir xurt îfadeya xwe dît. Milê civakî ya pêngavê ji xebatên dîplomatîk û siyasî re jî gelek feyde dike. Dîsa pêwîste xebatên hiqûqî û bîrdozî jî bi awayek xurt bimeşin. 

Dixwazin tecrîdê rewa bikin

Niha daxuyaniyên Bahçelî hene. Dibe ku ji ber van daxuyaniyan ev bê gotin; (hinek derdor vê tînin ziman jî) raste di gotinê de berxwedana ku tê dayîn nikarîbûn bişkînin, tevgera me nikaribûn tesfîye bikin, gelê Kurd nikarîbûn teslîm bigirin. Ev rastî ye. Gelê me jî tevgera me jî li ser piyan e. Di noqteyê ku hatin de neçar man ku hinek gotinên xwe biguherînin. Di vî alî de Dewlet Bahçelî sê tiştan qebûl kir. Yek, hebûna Kurd e, di gotinê de vê qebûl dike. Ev tiştek yekem e. Ya duyemîn di gotinê de ew ê ku em jê re dibêjin Bahçeliyê nûnerê pêkhateya dewleta kûr e, Rêber Apo wek muxatabê pirsgirêka Kurd nîşan dide. Ji ber vê wek Rêberê gelê Kurd qebûl dike. Di gotinê de vê jî qebûl kir. Ev jî rastiyeke. Ya sêyemîn jî Bahçeliyê faşîst tecrit jî qebûl kir. Gelo em van gotinan deynin ku derê?. Belê pêngava azadiyê ya gerdûnî, berxwedana gelê me û dostên me û berxwedana bêhempa ya gerîlayan a ku li ser xeta fedaiyîtiyê bi taybetî 4-5 sal in berxwedaneke biheybet nîşan dan. Li gel êrîşên topyekûn ên qirkirinê tevgera me tasfiye nekirin, vîna gel neşikandin û teslîm negirtin. Her wiha geşedanên li herêmê derketin holê û di nava van geşedanan de tevgera me bi hemû hêza xwe ya dînamîk di navenda wê de cih digire û tirsa wan a ji vê têkoşînê hişt ku gotinên xwe biguherînin, qebûl bikin. Lê bi rastî jî di niyet, pratîk, zîhniyet û polîtîkayê de qebûl nekirine. Dixwazin civakê, mûxalefeta demokratîk, gelek derdor û raya giştî ya demokratîk hînî tecrîdê bikin. Ev lîstikeke zexelî ya şerê taybet e. Divê gelê me vê zanibe; tecrîd didome û di vê mijarê de tu guhertinek çênebûye. Divê ji par gelekî mezintir bê meşandin. Em şertên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên Rêber Apo misoger bikin û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî bi awayekî cidî têxin rojevê. Ji bo vê jî divê em pêngava azadiyê ya gerdûnî bi ser bixin û bigihînin encamê. 

Dewleta Tirk li pey lîstikan e

Li ser esasê ewlehiya Îsraîlê herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Di vî warî de Tirkiye di siyaseta xwe ya hundir û derve de di nava xitimandineke pir giran de ye. Siyaseta wê têk çûye, aboriya wê têk çûye, rizîbûna civakî di lûtkeyê de ye û rewşa niha ya ku em dizanin bi hemû saziyên xwe ve têk çûye. Di nava geşedanên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de tevgera me têdikoşe, gelê me li her derê li ser piyan e û gerîla di xeta fedaiyîtiyê de li ber xwe dide. Helbet van hemû geşedanan dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê xist nava tirs û xofê. Niyet û zîhniyeteke wan a çareseriya demokratîk û aştiyê tune ye. Hevdîtina bi Omer Ocalan re hat çêkirin û niha jî hevdîtina Hevserokên DEM Partiyê yan jî şandeyeke partiyê xistine rojeva xwe. Di nava hewldana hesabên ku polîtîkayên qirkirinê bigihînin encamê de ne. Divê em vê yekê zanibin. Ji ber vê jî divê em sist nebin, nekevin nava bendewariyê, divê em têbikoşin. Ger em dixwazin pozîsyona Rêber Apo xurtir bikin rêya vê jî têkoşîn û berxwedan e. 

Êrişa li Suriyeyê ne tesaduf e

Helbet ne tesaduf e ku êrîşeke bi vî rengî li Helebê ya Sûriyeyê, yekser piştî agirbesta li Lubnanê, ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hat destpêkirin û gav bi gav belav bû. Mînak, beriya ku ev êrîş dest pê bike çapemeniya desthilatdar HTŞ û El Nûsra bi vî rengî hedef girtibû. Niha derket holê ku van tiştan bi zanebûn dikir. Ji bo ku têkiliya dewleta Tirk û El Nûsra û plana El Nûsra û dewleta Tirk veşêre, xwest hedefê biguherîne. Belê, hem DYE, hem jî Îngilistan û Îsraîl li ser El Nûsra bi cidî dixebitin. Helbet ev hêz ne tenê li ser El Nûsra, li ser çeteyên din jî li gorî berjewendiyên xwe hewl didin van çeteyan bi kar bînin. Dixwazin van çeteyan li dijî Sûriyeyê jî bi kar bînin. Dixwazin li dijî gelên Sûriyeyê bikar bînin. Diyar e ku planeke wiha heye. Dewleta Tirk ku dibêje 'Ez kîlîtê digirim, niha hedefa sereke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye', Îsraîl piştî agirbestê Sûriyeyê hedef girt, daxuyaniyên ku da, geşedanên bi vî rengî yên piştî wê û ev şerê ku pêş dikeve, helbet ne tesaduf in.

Banga şerê gel ê şoreşgerî dikin

Yanî du îhtîmal hene: An DYE, Îsraîl û Îngilistanê bi vê rêyê destwerdana xwe ya li dijî Sûriyeyê, bi lihevkirina bi Tirkiyeyê re, Tirkiyeyê tevlî vê kir û xistin dewrê. Di bin pêşengtiya Tirkiyê de kirin. Yan jî planek pêk anîn û şert û mercên cuda danîn pêşiya Tirkiyeyê. Tirkiye van şert û mercan ji bona xwe pir guncav nedidit. Yan planek danîn pêşiya Tirkiyeyê, Tirkiye hin merc qebûl nekir, zû destwerda. Ev yek wê di demeke nêz de hinekî zelal bibe, lê rastî ev e ku dewleta Tirk niha şerê heyî bi rê ve dibe. Rejîm rastî perçebûn û hilweşîneke mezin hat. Mîna ku ew di şokek mezin de ye. Rewşa Rûsyayê jî wisa ye. Lewma niha Rûsya jî tiştekî pir cidî nake. Jixwe ji ber pirsgirêka Ukraynayê jî qelsbûnek cidî dîtiye. Îranê beriya niha bi êrîşên piştî şerê Lubnanê derbên giran xwaribû. Niha, bi rastî tiştek bi navê rejîm û dewleteke Sûriyeyê nemaye. Divê ev bê zanîn û Tirkiye pêşengiya vî şerî dike. Bi îhtimaleke mezin ew ê vî şerî li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bikin. Divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî bê ragihandin. Di serî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li tevahiya Sûriyeyê divê gel li dijî vê derkeve. Divê li kêleka hêzên QSD’ê be. Divê YPG bi hêzên YPJ’ê re li çeperên berxwedanê şer bike û li ber xwe bide. Tecrubeya gelê me ya Şerê Gel ê Şoreşgerî li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û taxên din jî gelekî xurt e. Gerîla 4-5 sal in berxwedaneke mezin pêş xistiye. Polîtîkayên dewleta Tirk ên îmha û dagirkerî û îlhaqkirinê têk bir. Bi rastî jî dewleta Tirk xiste nava tengasiyeke mezin û li cihên ku tê de kilît kir. Çawa ku bi salan di têkoşîna xwe ya li dijî gerîla de nekarî encam bigire, di şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê de jî wê tu encam negire. Ger di vê de israr bike, ger di polîtîkayên qirkirinê de israr bike, wê bi vê encamên re rû bi rû bimîne. Dewleta Tirk nikare bi PKK’ê re derkeve serî. Bi polîtîkayên xwe yên îroyîn re wê bi perçebûn û dabeşbûnê re rû bi rû bimîne. Heya ku di vê yekê de israr bike, wê hilweşe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.