Nekevine nava şer!

Sêşem 23 Nîsan 2024 - 01:18

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku li ser Herêmên Parastina Medya û Başûrê Kurdistanê, 33 partiyên siyasî û rêxistinên li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bang li NY, YE, rêxistinên demokratîk, aştîxwaz, hêzên Kurdistanî û gel kirin. Partiyên siyasî û rêxistinan derbarê mijarê de li Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiya Dîplomasiyê ya li bajarê Qamişlo civînek çapemeniyê lidar xist û daxuyanî da. 

Li ser navê partî û rêxistinan Serokê Nivîsgeha Hiqûqî ya Partiya Muhafazakaran Endan Izo daxuyaniya hevpar xwend û wiha got:“Rejîma Tirk rastiya feraseta xwe ya faşîst bi dijminahiya edalet, mafên gelan û binpêkirina serweriya dewletan a ku bi peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) hatine diyarkirin, nîşan dide. Hewldanên demokratîk li dijî berjewendiyên xwe dibîne, lewma qebûl nake. Dema li hemberî îradeya gel têk diçe jî, berê xwe dide êrişan. Rejîma Tirkiyeyê bi dagikeriya ku bi piştgiriya komên terorîst pêk tîne û di nava gelan de şer û nefretê belav dike, her wiha binpekirina serweriya dewletan û avakirina qeyranên navxweyî re, dibe sedema sereke ya bê aramiya li herêmê. 

Çapemeniya wê şûna artêşê ye

Rejîma Tirkiyeyê beriya artêşê çapemeniya xwe çekdar kiriye û niha jî bi hinceta şerê dijî gerîlayên ku gelê Kurd diparêzin, bi hinceta herêma bi ewle ya sînorê Tirkiye-Iraqê, dest bi êrişek nû kiriye û serweriya Iraq-Herêma Kurdistanê binpê dike.

Ev rejîma faşîst ji bo ku doza gelê Kurd a bidestxistina mafê xwe bidawî bike, komkujiyên herî mezin pêk tîne, çekên hatine qedexekirin bikar tîne. Bi hemû hêza xwe hewl dide ku hêzên Kurd bikişîne nava êrişên xwe yên dijî gerîla, şerê Kurd bi Kurd derxîne. Em weke partiyên siyasî û rêxistinên Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî yên li Rojavayê Kurdistan û Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê van êrişên hovane bi tundî şermezar dikin.

Em bang li NY, Yekîtiya Ewropayê (YE), hemû welat û hêzên aştîxwaz, demokrasîxwaz dikin ku pêşiya êrişên Tirkiyeyê yên li ser gele me bigirin û pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk û adilane çareser bikin. Em bang li hêzên Kurdistanî dikin ku li dijî gerîla nekevin nava êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk.

Em bang li hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku van êrişan red bikin nekevin nava şer û dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser axa xwe. Li Konseya Ewlekariyê ya NY’ê gilî bikin.

Em bang li gelê xwe dikin li her derê bi awayekî girseyî bikevin nava liv û tevgerê, zextê li rayagiştî ya cîhanê bikin da ku êrişên dewleta Tirk ên li her deverekê bidin rawestandin.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.