Tifaqa demokrasiyê

Şemî 10 Tîrmeh 2021 - 02:41

  • Besê Hozat, tifaqa demokrasiyê weke yekane rêya rizgariya ji faşîzmê destnîşan kir û got, divê astengiyên li pêşiya vê tifaqê ji holê bêne rakirin. 

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku feraseta 'Em û Kurd bila bi hev re neyên dîtin, yan jî Kurd zêde sûdê jê wernegire' li dijî tifaqa demokrasiyê jehr e; eger têkoşîneke rasteqîn a demokratîk wê were meşandin divê ev jehr ji holê bê rakirin û got, "Li Tirkiyeyê li nava Partiya Çep û CHP'ê hin kesên ji xwe re dibêjin çepgir im, sosyalîst im, demokrat im dilê xwe bi vê jehrê dagirtî ye. Neteweperestî jehreke mezin e. Ev jehr sparteya bingehîn a faşîzmê ye, tifaqa wê ya xwezayî ye. Divê ji vê jehrê bê rizgarkirin. Ferasetên bi vî rengî li pêşiya tifaqeke berfireh a demokrasiyê asteng e. Ji ber vê yekê em bi girîngî van mijaran destnîşan dikin. Hêzên ku dixwazin Tirkiye demokratîk bibe eger li ser pîvanên hiqûq û edaletê li hev bicivin û têbikoşin wê ev desthilatdariya faşîst çend mehan jî nikaribe li ser piyan bimîne.

Têkçûye û teslîm bûye

Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ji bo ku li ser piyan bimîne şerekî giştî dike. Êrişên li ser HDP'ê parçeyek ji vî şerê giştî ye. Di rewşa niha de desthilata faşîst a AKP-MHP'ê pir qels bûye û ti desteka wê ya civakî nemaye. Bêguman her roja diçe bêhtir dihele. Di siyaseta derve de asê maye û nema dikare bilive. Siyaseta hevsengê ku ev çend sal in di navbeyna DYE-Rûsyayê de dimeşîne xitimiye. Teslîmî DYE, NATO'yê bûye. Ji bo ku li desthilatê bimîne hatiye ber rewşa ku her tawîzî bide. Lê çi tawîzê bide hêzên derve jî desteka ku dixwaze bi dest nakeve. An jî desteka ku didinê nikare wê li ser piyan bihêle. Ji ber vê, faşîzm ji bo ku li ser piyan bimîne şer, zext û tundiyê weke tekane rê dibîne. Dixwaze civakê, hêzên demokrasiyê bi tundiyê çavtirsandî bike, kontrol bike. Li Tirkiyê bi awayekî rastî muxalefeta demokratîk HDP dike. Desthilata faşîst hebûna xwe di xilaskirina HDP'ê de dibîne û ji ber vê, ev çend dijwar êriş dike. Ji ber vê tirsê êrişî HDP'ê dike. Dema ku fikra HDP'ê li nav civaka Tirkiyê belav bibe û were qebûlkirin zemîna ku faşîzm jê dixwe û li ser mezin dibe wê ji holê rabe. Ji ber vê êriş li ser wan hemû nirxên HDP'ê wan diparêze heye. HDP bi têgihiştina neteweya demokratîk yekîtiya demokratîk a gelan radibe. Civakeke tê de jin azade dixwaze. Bi dostanî nêzî xwezayê dibe. Hiqûq, adalet, wekheviyê diparêze. Komara demokratîk a xwerêveberiyê diparêze. Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê dijminê van hemû nirxan e ku HDP wan diparêze.

Jehra milletperestiyê asteng e

Tekane rêya xilasbûna ji faşîzmê ew e ku hêzên demokratîk ên dijî faşîzmê werin cem hev û têbikoşin. Heke mirov hesabên besîd ên berjewendiyê neke avakirina tifaqa demokrasiyê ne zor e. Heke wê behsa astengekê were kirin ya ku vê astengê çêdike hêzên demokrasiyê bi xwe ne. Hişmendiyên ne berfireh astenga herî mezin e. Yek ji astenga mezin a li ber tifaqa demokrasiyê hesabên besîd ên berjewendiyê ne. Sedema dî jî pêşdarên îdeolojîk ên bêaso ne.

Hîsteriyên milliyetgir, berjewendiyên berteng ên partî, desthilatdarî û milkparêziyê ne. Hişmendiya bila kêm be ya min be, em li dijî faşîzmê têbikoşin lê em zêde bi Kurdan re xuya nekin, an jî bila Kurd pir jê sûd wernegirin, geşbûna tifaqa demokrasiyê bi jehr dike. Geşkirina tifaqeke berfireh a demokrasiyê û rêgeza têkbirina faşîzmê xilasbûna ji vê jehrîbûna dil û rihî ye. Kesên ku guh nadin daxwaza azadî û demokrasiyê ya Kurdan û xwe ji Kurdan vedidin, kesên bi vê hîs û fikrê dilê wan jehrkirî ye. Heke wê têkoşîneke rastî ya demokrasiyê bidin divê pêşî ji vê jehrê xwe xilas bikin. Li Tirkiyê Partiya Çepgir û derdoreke li nav CHP'ê ji xwe re dibêje çepgir, sosyalîst, demokrat lê ji vî alî ve dilê wan jehrkirî ye. Milletperestî jehreke giran e. Ev jehr bingehê sereke yê faşîzmê, tifaqa wê ya sirûştî ye. Bi lez divê mirov ji vê xilas bike. Hêzeke ku ji xwe re çepgir, sosyalîst dibêje nikare bi pêşdarazên milliyetgir tevbigere. Li ber tifaqeke berfireh a demoksiyê ev hişmendî asteng e. Ji ber vê bi girîngî em li ser vê disekinin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.