Li Sûrê rêveberiya civakî

Sêşem 23 Nîsan 2024 - 01:15

Hevşaredara Sûrê Gulan Fatma Onkol diyar kir ew ê bi gel re şaredariyê rê ve bibin, dîrokiya Sûrê biparêzin û bang kir ku şêniyên Sûrê vegerin.

Ji Hevşaredarên Navçeya Sûrê ya Amedê Gulan Fatma Onkol pêvajoya hilbijartinê û çavdêriyên xwe yên destpêkê yên li şaredariyê nirxand.

Gulan Fatma Onkol anî ziman Berdevkê wan yê qadê û wezîfedarê wan yê li dibistanê  Emî roja hilbijartinê bi rengekî hovane hate qetilkirin,tevahiya rojê li wî gundî û gundên derdorê rageşiyeke mezin hebû. 

Gulan Fatma Onkol anî ziman ku ew serketina li Sûrê û serketina hilbijartinê diyarî Emîn Çelîk dikin û mazbatayên xwe jî ji bo wî wergirtin, wê her tim dilsozê têkoşîna wî bin.

Şaredarî şelihandine

Gulan Fatma Onkol anî ziman ku wan mazbatayên xwe bi derengî wergirtin û got, "Me dît ku di nava çend rojên dawî de hewl dan qaseya şaredariyê, hesabên şaredariyê vala bikin. Karê me yê li ser lêkolînkirina daneyan dewam dikin. Mixabin di 4'ê Nîsanê de jî bi milyonek TL'yî wesayitek ji cihekî hatiye kirêkirin. Her wiha me tespît kir ku li gelek deveran deyndar bûne. Lêkolînên me hîn jî dewam dikin."

Em ê dîroka Sûrê biparêzin

Gulan Fatma Onkol herî dawî got, "Sûr navçeyeke wiha ye ku bi tena serê xwe gelekî xweser e. Xwedî gelek cihêrengiyan e. Malovaniyê ji gelek çand, rewşên dîrokî yên cuda, ziman û olan re dike. 8 sal in bi polîtîkaya qeyûm hewl dan ku bikin yek tîp. Malên 'Toledo' mînaka herî mezin a vê yekê ye. Her wiha bi navê veguherîna bajarî guhertinên li Sûrê kirin yek ji mînakên yek tîpkirin û dûrxistina ji dîrokê ye. Beriya her tiştî karê me wê ji bo parastina rewşa çandî û dîrokî ya Sûrê be.’’

Bila gelê me li Sûrê vegere

Onkol bi domdarî got,’’Sûr di heman demê de veguherî herêmeke welê ku koçberî gelekî lê çêbû. Ji ber vê jî em ê hewl bidin ku gel li malên xwe, li kolanên xwe vegere. Li dijî narkotîk û fûhûşê em ê ji bo parastina zarok û ciwanên xwe bixebitin. Malbat herî zêde di vê mijarê de hêviyê ji me dikin. Bi karê şaredariya civakî em ê van pirsgirêkan çareser bikin. Hêviya ji me ev e. Bila Sûr bibe bajarê jinê, bajarê zarokan, bajarê kulîkemikan. Em dixwazin bi sîstemeke welê bixebitin ku ji bo her kesî qadekê ava bikin. Em amade ne ku ji cih xizmetê ji gel re bikin û di vê mijarê de erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.