Bila Bexda nekeve kemîna Tirkiyê

Sêşem 23 Nîsan 2024 - 01:45

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar û Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bang li Bexdayê kirin ku nekeve kemîna Tirkiyê, xwestin ku Bexda ji dîrokê dersê bigire  û diyar kirin dewleta Tirk di şer de têk çûye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar û Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên nû yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Iraqê ji ANF'ê re axivîn. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar anî ziman ku dewleta Tirk qala operasyonên leşkerî yên nû dike, li gorî vê yekê amadekariyan dike û got, "Di demeke balkêş de dest bi van operasyonan kirin. Rojek beriya ku Erdogan serdana Bexdayê bike dest bi vê operasyonê kirin. Bi rêya vê operasyonê zexteke du alî dikin. Bi vî rengî li aliyekî zextê li rêveberiya Başûr dikin li aliyê din jî zextê li hikumeta navendî ya Iraqê dikin.’’ Aydar bi bîr xist ku dewleta Iraqê ji aliyê dîrokî ve ji şerên li dijî Kurdan zerarên mezin dît û destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên êrîşkar ên dewleta Tirk divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rêya çareseriyê dîne pêşiya dewleta Tirk. Aydar got, "Li vê derê bangeke me li hikumeta navendî ya Iraqê heye. Divê dersê ji şaşitiyên hikumetên beriya xwe werbigire. Bila tecrûbeyê ji şaşitiyên Saddam û hikumetên berê werbigire. ‘’ Aydar  bi berdewamî diyar kir çi dikin bila bikin, ew ê têkoşîna xwe ya azadiyê geş bikin û azadiya gelê xwe misoger bikin û got,’’Dewleta Tirk li Kurdistanê di şer de têk çûye. Me ev yek di pîrozbahiyên Newrozê de, di encamên hilbijartinên xwecihî de dît. Dibe ku leşkerên xwe li wê derê hebin lê belê ji aliyê ruhî û psîkolojîk ve di vî şerî de têk çûne. Gelê Kurd li ser piyan e, nasnameya xwe, mafên xwe diparêze. Di vî şerê nû de jî wê winda bikin."

Dîsa wê têk biçin

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bal bire ser têkçûna konsepta şer a dewleta Tirk û got,’’Konsepta şer bi hêviyeke mezin û teknîkên nû ava kirin û xwestin encamê bi dest bixin. Lê belê têk çûn. Li pêşberî berxwedana mezin û dîrokî ya gerîlayên azadiyê û Tevgera Azadiyê ev konsept û êrîş têk çûn. Lewma derfetên dewleta Tirk nemane ku bi operasyonên leşkerî, bi sozên nû li hemberî gerîla encamê bi dest bixe. Derfetên xwe yên aboriyê jî nemane. Hêza xwe têra vê nake. Lewma ji Iraqê, Îranê û welatên din ên herêmê alîkariyê dixwaze. Ji welatên Ewropa, Emerîkayê alîkariyê dixwaze. Bi alîkariya ji van deveran werbigire dixwaze encamê bi dest bixe. Lê belê em vê yekê bi eşkere dibêjin; ev hewldanên dewleta Tirk wê bê encam bimînin.’’ Kartal bi domdarî diyar kir li dijî êrîşên dewleta Tirk divê gel bi temamî, tevgerên siyasî, sazî, rewşenbîr, nivîskarên li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê helwestê nîşan bidin û got,’’Helwesta gelê me û sekna xwe ya dijber wê van êrîşan têk bibe. Dewleta Tirk heta niha nekarî ji van êrîşan encamê bi dest bixe, ji niha û pê ve jî qet nikare encamê werbigire. ‘’

ANF/BRÛKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.