Komplo dewam dike
Şemî 14 Sibat 2026 - 03:42

Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal diyar kir ku koploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nû ve bi dîzanynkirina Rojhilata Navîn re dewam dike û got: “Azadiya Rêber Apo hem dikare pêşiya konsepta ku dixwazin Rojhilata Navîn bikin gola xwînê bigirê û hem jî ji bo aştî û demokrasiyê dikare serdemeke nû bide destpêkirin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî ku serkeşiya wê Amerîka û NATO'yê dikir, di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derket. Bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê komploya navnetweyî ji aliyên dewletên hegemon ve gav bi gav hat honandin.
Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibatê 1999'an heya niha li Girava Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin. Piştî girtina Abdullah Ocalan li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat gelê Kurd û dostên Kurdan gotin, ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ û daketin kolanan. Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal tekildarî salvegera komploya navneteweyî, geşedanên li Rojava û mafê heviyê axivî.
Remzî Kartal anî ziman ku komploya navneteweyî li ser şaxse Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî azadiya gelê Kurd e û wiha got: “Bi vê komployê xwestin Tevgera Azadiyê ji holê rakin. Di vê çerçoveyê de xwestin dewleta Tirk bêhtir bi xwe re girê bidin. Dewleta Tirk niha di şerê tê meşandin de bêhtir ji bo xwe bi kar bînin. Ji bo gelê Kurd jî xwestin hêzeke ku bibe alternatîf ji holê rakin. Ji ber ku siyaseta Tevgera Azadiyê bo projeyên xwe wek kelem didîtin, xwestin ji holê rakin. Dewletên desthilat hezên selefîst ji bo xwe bi kar dianîn. Wan fînanse dikin û li Rojhilata Navîn planên xwe pêk tînin. Niha jî bi van hezên selefîst komarek ava kirine. Rojhilata Navîn dîzayneke nû dixwazin li ser şerê, mezheb, ol û netewan pêş bixin. Gelê Rojhilata Navîn dixwazin parçe bikin û muhtacî xwe bikin. Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo jî di çerçoveya vê planê de bû. Rêber Apo planên wan berfireh dît. Dixwastin bi vê komployê şerekî Kurd û Tirk derxînin û muhtacî xwe bikin. Rêber Apo vê yekê dît.”
Remzî Kartal diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn bi dîzanynkirina Rojhilata Navîn a ji nû ve didomê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêwîst e gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û kesên demokrat di vî alî de hişyar bin. Dixwazin li Iraqê şerekî Sunî û Şîî bidin destpêkirin û heta Îranê şer berfireh bikin. Bi vê yekê jî dê li Rojhilata Navîn qiyametê rakin. Hezên wek Tevgera Azadî û hezên azadî û demokrasiyê ji bo xwe xeter dibinin. Ji bo wê jî li çar aliyên Kurdistanê ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn xetereyeke mezin heye. Li dijî vê konseptê divê gelên Rojhilata Navîn hişyar bin.”
Di dawiya axaftina xwe de Remzî Kartal anî ziman hêviya destkeftiyên Kurdan ji hemû dema zêdetir e ev bang kir: “Bi berxwedana Rêber Apo û gelê me komplo negihişt encamê. Lê hezên komploger di siyaseta komployê de bi israr in. Ev sal ji bo gelê Kurd û ji bo gelên li herêmê saleke stratejîk e. Hem ji bo azadiya gelê me û ji bo azadiya Rêber Apo û ji bo destkêftiyên Rojava derfet heye. Lê xetere jî heye. Ji bo wê jî hem gelê Kurd û hem jî dostên me divê em vê salê weke saleke awarte bigirin dest. Her kes bila plansazî û xebata xwe li gor vê bike.”
AW / ENQERE / MAHMÛT ALTINTAŞ












