Hozat: Pêngav wê bibe civakî

Sêşem 27 Sibat 2024 - 00:21

  • Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê bal bire ser Pêngava Azadiyê ku bi mîtînga Kolnê re gihaşte girseyîbûneke mezin, ev bi berxwedana bêhempa ya Rêber Ocalan ya di şertên Imraliyê de nîşan dayî û bi berxwedana derve re di nav têkiliyekê de nirxand û got Pêngava Azadiyê ketiye qonaxa civakîbûnê.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat têkildarî qonaxa heyî ya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsa Kurd re', têkoşîna gelê Kurd û dostên wan a li dijî Komploya Navneteweyî û têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî. 

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di nirxandina xwe de bal bire ser berxwedana bêhempa a Rêber Abdullah Ocalan a li Imraliyê û got,’’Rêber Apo 25 sal in di nava rejîma qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê de bênavber berxwedaneke mezin nîşan dide, têdikoşe. Ev têkoşîn ne tenê ji bo azadiya Kurdan meşandiye. Têkoşîna Rêber Apo ne tenê berxwedana têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye. Rêber Apo di heman demê de bi navê jinan li dijî rejîma qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê li ber xwe dide. Bi navê gelan li ber xwe dide, bi navê mirovahiyê li ber xwe dide. Lewma têkoşîna Rêber Apo, berxwedana ku dike, bi navê mirovahiyê ye. Têkoşîneke mezin a berxwedana azadiyê ye.’’

Ti lîder negiha asta Rêbe Apo

Hozat, bi berdewamî asta entelektuelî ya ku Rêber Ocalan din av şertên Imraliyê de pêk anî bi bîr xist û got, ‘’Bi vê ferasetê jixwe 25 sal in bênavber têdikoşe, timî xwe kûr dike û mezin dibe. Hêza xwe ji vê yekê werdigire, rastiya xwe ji vir bi dest dixe. Ti lîderî di nava şert û mercên ku Rêber Apo tê de ye, di nava şert û mercên êşkence û faşîzmê de xwe negihand kûrbûneke di vê astê de, kûrbûneke entelektuelî, teorîk, felsefîk, îdeolojîk, sîstemî û rêxistinî bi vî rengî nejiya. Nekarî vê veguherîne berhemekê, nekarî vê binivîsîne.’’

Berxwedanê şoreşek mezin anî

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Hozat berxwedana li derve ya ku li dor berxwedana Rêber Ocalan ev 25 sal in didome bi bîr xist û got,’’25 sal in li dora vê seknê, li dora sekna berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê têkoşîneke bêhempa dewam dike. Bi pêngava 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' destpê kir û heta niha bênavber dewam kir. Gelê me jî li Kurdistanê, li derveyî welat, li çar aliyên cîhanê bi berxwedaneke bêhempa meşand, dewam kir. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber li ser xeta fedaî berxwedaneke mezin nîşan dan û ev berxwedan di asta herî bilind de ye.  Berxwedaneke ku di şexsê Zap, Avaşîn û Metînayê de di asta herî bilind de ye. Xelkê me yê Rojava li dora vê berxwedanê şoreşeke mezin pêk anî ku Rojhilata Navîn, cîhan, mirovahî bi bandor kir, modernîteya kapîtalîst ji bingehê ve hejand û bû çavkaniyeke sûdwergirtinê ji mirovahiyê re. Şoreşeke mezin pêk anî.’’

Hozat wiha domand: ‘’Lewma eger mirov bibêje 'destketî, encama van 25 salan çi ye' hingî li dora berxwedana Rêber Apo, li dora têkoşîn, paradîgmaya neteweya demokratîk û projeya sîstema konfederal a demokratîk a Rêber Apo şoreşa neteweya demokratîk pêk hat. ‘’

Pêngava Azadiyê encama berxwedanê ye

Hozat têkiliya Pêngava Azadiyê bi berxwedana 25 salan ve girêda û got nikarin ji hev cuda bêne dîtin: ‘’Pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' di 10'ê Cotmeha 2023'an de destpê kir. Mezin bû, belav bû û dewam kir. Bi pêşengiya dostan destpê kir, bi pêşengiya şoreşgerên enternasyonal, demokrat û sosyalîstan destpê kir, bi pêş ket. Ev yek asteke bilind a berxwedana bênavber a  25 salan e. Piştî Meşa Azadiyê, piştî meşa mezin a 17'ê Sibatê ya li Kolnê, şandeyeke navneteweyî ya li dijî gefa li Îmraliyê çû Tirkiyeyê. Lewma pêvajoya bi 10'ê Cotmehê re destpê kir nabe ku ji berxwedan û têkoşîna bênavber a 25 salan cuda bê nirxandin. Ev yek asteke nû ye. Asta globalbûyîna têkoşînê, asta xwedîderketina li projeya sîstema konfederal a neteweya demokratîk, asta xwedîderketina li projeyên çareseriyê yên Rêber Apo ji bo mirovahiyê daniye, asta serketinê, asta belavbûna li nava civakê nîşan dide. Bêguman ev yek serketineke mezin e.’’ Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat herî dawî hêla civakîbûna Pêngavê destnîşan kir û got,’’Pêngava azadiyê ya ku ji 10'ê Cotmehê û vir ve tê meşandin, asteke gelekî girîng a têkoşîna 25 salan e. Ji bo pêvajoya ji niha û pê ve piştî meşa Kolnê qala qonaxeke duyemîn tê kirin. Ev pêngav wê bi pêşengiya dostan, bi pêşengiya hêzên dost ên navneteweyî di asta navneteweyî de mezin bibe û dewam bike. Di vê mijarê de bi qasî ku em dişopînin, plansaziyeke gelekî girîng a têkoşînê heye, kar heye, plansaziya kar heye. Ev kar wê dewam bike. Di qonaxa duyemîn de bi esasî ev pêngav wê girseyî bibe û bi vî rengî dewam bike. Wê civakî bibe û girseyî bibe. Ji xwe pêvajoya li pêşiya me derfetên bêhempa pêşkêş dike.’’

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.