Qonaxa berxwedana civakî destpê kir

Çarşem 27 Adar 2024 - 02:45

  • Besê Hozat destnîşan kir ku wan bi Newrozê bi heybet dest bi berxwedana civakî kirine û got: Me ev yek dît; gelê Kurd gelekî Newrozê ye. Lê belê gelê Newrozê wê gelên Tirkiyeyê jî bike gelê Newrozê.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî 'Bernameya Taybet' a Medya Haberê bû û tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan, pîrozbahiyên Newrozê yên sala 2024'an nirxand. Besê Hozat derbarê kampanyaya ‘Azadî ji Rêber APO re, çareserî ji meseleya Kurd re’ axivî û wiha got:’’Beriya her tiştî Newrozê li Rêber Apo pîroz dikim. Di şexsê Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan de hemû şehîdên Newrozê bi minet û hurmet bi bîr tînim. Di heman demê de em di Hefteya Lehengiyê de ne. Di şexsê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de şehîdên şoreş û azadiyê bi hurmet û minet bi bîr tînim. Bêguman pêngava azadiye gihîştiye asteke gelekî girîng. Rêber Apo bû Rêberekî gerdûnî. Bi taybetî 10'ê Cotmehê bi pêşengiya dostan pêngavê destpê kir û gihîşt asteke navneteweyî. Di asta cîhanê de xwedîderketineke cidî ji bo Rêber Apo pêk hat. Paradîgma, fikrê Rêber Apo gelekî li cîhanê belav bû. Pêngav niha gihîştiye asteke gelekî girîng. Meşa Azadiyê, Meşa Kolnê, Newroz, Newroza ku bi milyonan mirov tevlî bûn destpêka qonaxa duyemîn a pêngava azadiyê ye. Gerîla jî bêguman wê bi xurtî rola xwe bi cih bîne. Di heman demê de têkoşîna hiqûqî, dîplomatîk, siyasî wê weke hîmekî bingehîn ê pêngavê bi pêş bikeve û mezin bibe. Di sala 2024'an de wê pêngav bi ser bikeve. Bi berxwedaneke civakî ya bi heybet me dest bi qonaxa duyemîn kir. Di çarçoveya vê rojevê de mijareke girîng ku dixwazim balê bikişînim ser heye. Rêber Apo di nava sîstema tecrîd, îzolasyon, êşkenceya û qirkirinê de ye. 25 sal in tecrîdeke bênavber heye. Sê salên dawî jî têkiliya xwe ya bi derve re qet nîne. Kes nizane bê li Îmraliyê çi diqewime. 

Kesên xayîn şerê taybet dimeşînin

Di heman demê de ev tecrîda girankirî ji aliyê vê desthilatdariya faşîst ve li hemberî gelê Kurd, li dijî Tevgera Azadiyê Kurd weke amûreke siyasî û şerê taybet tê bikaranîn. Hin tîpên xayin, endamên şerê taybet hene. Di vê demê de jî diaxivin. Çend roj berê min li xayinekî jî guhdarî kir, diaxivî. Ew bi xwe ji xwe endamê şerê taybet e. Endamê JÎTEM'ê ye. Em dîroka wan zanin. Bi vî rengî dibêje, 'Ocalan li cihekî nerm e, pirsgirêk di PKK'ê de ye. Pirsgirêk di Kurdê têkoşîna azadiyê de ye. Ew jî mîna Ocalan di nava nêzîkatiyê de bin wê pêşî li çareseriyê jî vebe. Pêvajoyeke nû jî dikare bê destpêkirin'. Xayinê ku vê dibêje parlamenterê AKP'ê ye. Madem tu dibêje Ocalan li ser xeteke erênî ye, wê demê tecrîda mutleq a li Îmraliyê çi ye? Bi afirandina bendewariyan û tevlîhevkirina serê mirovan hewl didin dengan ji Kurdan werbigirin. Halbûkî polîtîkaya vê desthilatdariyê li holê ye. Naxwaze gotineke bi tenê ya Rêber Apo derkeve derve. Ji ber ku bandora her gotineke Rêber Apo ya li ser civakê zane. Haya xwe ji hêz û bandora Rêber Apo heye. Ji ber ku haya xwe ji vê heye û ji vê ditirse tecrîdê ferz dikin. Naxwazin li Tirkiyeyê demokrasî pêk were. Niha li Îmraliyê ne hiqûq heye, ne exlaq heye, ne wijdan heye, ne tiştekî bi navê mirovahiyê heye, ne edalet heye. Li rewşa Îmraliyê binihêre, Tirkiyeyê fêhm bike. Ji ber vê yekê bêguman divê kesek, gelê me bi propagandaya şerê taybet a endamên şerê taybet ti carî nexape. Ji xwe ne bawerim ku gelê me guh dide van. Ev tîp hemû endamên şerê taybet in, şerê taybet dikin, li pey dengan e, nêzîkatiya vê desthilatdariyê diyar e, li dijî Kurdan şerekî topyekûn ê tinekirinê dimeşîne. 

Newrozê berxwedana civakî destpê kir

Besê Hozat di dewama nirxandina xwe de îşaret bi pîrozbahiyên Newrozê kir û wiha got:’’Bi rastî jî bû Newrozeke bi heybet. Me ev yek dît. Gelê Kurd ji xwe gelê Newrozê ye. Di vê Newrozê de gelê me bi du gavên din guherî, veguherî û azad bû. Di vê Newrozê de me dît ku Tirkiye jî hinekî Kurdistanî bû. Di vê Newrozê de gelek peyamên girîng hebûn ku hatin dayin. Ya yekemîn, bi taybetî 8 sal in li dijî şerê qirkirinê yê bênavber dewam dike, li dijî siyaseta înkar û tinekirinê gelê me îrade û helwesteke xurt nîşan da û got, em ê rê nedin vê yekê. Got, ev polîtîkaya te êdî têk çûye, îflas kiriye. 8 sal in li Kurdistanê bênavber polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, li hemberî Kurdan şerekî topyekûn tê meşandin. Hemû hilbijartî, welatparêz û aktîvîst xist zindanan, êrişî qada çand, çapemeniyê kir, êrişî malbatên şehîdan kir. Qada aboriyê têk bir, xwezaya Kurdistanê têk dibe. Kurdistanê xizan dike. Yanî qirkirineke mezin heye. Bi zanebûn û rêk û pêk li Kurdistanê xizaniyê, birçîbûnê kûr dike, hewl dide Kurdan koçber bike. Hewl dide Kurdistanê bê Kurd bihêle. Navendên şere taybet zêde dixebitin û ciwanan koçber dikin. Li gel van êrişan jî di Newrozê de gelê me bi milyonan mirovî qad dagirtin. Mîna lehiyekê herikî. Got, ev polîtîkaya te têk çûye. Me têkçûna vê polîtîkaya têkbirinê bi şênberî li qada Newrozê dît. Û got, Rêber Apo îradeya me temsîl dike, Rêber Apo îradeya me ye, Rêberê me ye, navnîşana çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Gelê me ji cîhanê re ev yek ragihand. Ji bo berxwedana civakî bû destpêkek. Beriya wê Meşa Azadiyê, Meşa Kolnê û bi Newrozê re pêngav wê hîn bi xurtî bi pêş bikeve. Teqez wê bigihêje encamê, wê bi ser bikeve. Di vê Newrozê de jî me ev yek dîtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.