Lehengên berxwedana neteweyî

Sêşem 25 Mijdar 2025 - 03:55

  • Hate ragihandin ku Endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Fermandariya HPG’ê Sabrî Tendûrek û Masîro Xabûr gihiştine şehadetê. HPG’ê NRÇ’ê fedaiyên pêşeng ên Tevgera Apoyî bi hurmetî, hezkirin, bêrîkirin û minetdarî bi bîr anî.

Hate ragihandin ku Endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Fermandariya HPG’ê Sabrî Tendûrek û Masîro Xabûr gihiştine şehadetê. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG NRÇ) a têkildarî şehîdan bi vî rengî ye:"Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê hevrêyê me Sabrî Tendurek 18'ê Gulana 2016'an, Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê hevrêyê me Masîro Xabûr jî 27'ê Gulana 2020'î li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn. Hevrê Sabrî Tendurek ji sala 1989'an dema tevlî nava refên PKK'ê bû heta bi sala 2016'an dema şehîd bû, 28 salan li çiyayên Kurdistanê bênavber bi rengê şoreşgerî meşiya. Hevrê Sabrî ku ciwanekî pak ê Kurd bû, esaleta karakterê xwe bi îdeolojiya Apoyî re kir yek û bû milîtanekî fedaî yê Apoyî. Hevrê Sabrî di nava PKK'ê de bi kesayetiya xwe ya kedkar, hevrêtiya xwe ya bi wate, durustî, sadebûn, dilsoziya bi nirxên azadiyê, tevlîbûna xwe ya bi moral, wêrekiya xwe ya di şer de û baweriya xwe ya qewîn a bi felsefeya Apoyî hate naskirin. Ji Serhedê heta bi Dersimê, ji Botanê heta bi Zagrosan û Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek qadên cografya Kurdistanê şer kir. Ji şervaniyê destpê kir û xwe gihand asta fermandariya manga, tîm, yekîne, tabûr, herêm, eyalet û fermandariya qadê. Hevrê Masîro Xabûr jî ji sala 1989'an dema tevlî nava refên PKK'ê bû û heta sala 2020'î dema şehîd bû, 31 salan gerîlatiyeke destanî kir. Hevrê Masîro di salên herî zehmet de, li qadên şer ên herî giran, di demên herî dijwar ên têkoşîna rêxistinî de kar kir. Di gerîlatiyê de şareza bû û li fermandariyên manga, tîm, yekîne, tabûr, herêm, eyalet û qadê wezîfe kir. Ji Botanê heta bi Qada Rêbertî, ji Zagrosan heta bi Amanosan, ji Efrînê heta bi Kobanê li çar parçeyên Kurdistanê pêşengî ji şerê parastina rewa yê gelê Kurd re kir. Weke fermandarê fedaî yê Apoyî navê xwe li dîrokê nivîsî ku Berxwedana Kobanê ya Dîrokî afirand ku rê li ber dîrokê xist, çarenûs diyar kir û pêşketinên mezin afirand. Li ser vê bingehê di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re ji dil dixwazin û careke din bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ên hêja ditewînin.

Efsaneya gerîlatiyê: Sabrî Tendurek

Hevrê Sabrî li nava malbateke ji eşîra Şerefanê ya ji konfederasyona eşîra Ertûşî ji dayik bû. Hevrê Sabrî 1'ê Tîrmeha 1989'an ku hingî 18 salî bû bêteredût tevlî nava refên têkoşînê bû. Gevrê Sabrî ku bi gavên ji xwe bawer ber bi Egîdbûnê ve dimeşiya, bi sekn û pratîka xwe hêja hate dîtin ku biçe Qada Rêber Apo û tevlî perwerdeya Rêbertî bibe. Li ser vê bingehê hevrê Sabrî çû gel Rêber Apo, perwerdeya herî berfireh û kûr a li ser Apogerî û PKK'ê ji çavkaniya wê wergirt. Ne tenê gotinên Rêber Apo her wiha bala xwe da ser jiyan, liv û tevger, ziman û rêbaza Rêber Apo. Bi heyranî li rastiya mirovê azad, rêbertiya gel û têkoşeriya bêeman a kesayetiya Rêber Apo temaşe kir. Hevrê Sabrî bi her awayî hewl da Rêber Apo fêhm bike û bi cih bîne. Hevrê Sabrî bi hêrsa li hemberî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê me hate kirin di sala 1999'an de berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û weke her milîtanekî Apoyî ji ber hevrêtiya kêm gelekî li ber xwe ket. Weke rexnedayinê jî ji xwe re kir esas ku di felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de xwe kûr bike, bibe hevrêyekî têrker û baş ê Rêber Apo û kete nava hewldana vê yekê. Li hemberî meylên tasfiyekar ên ku hewl dida partiya me ji hundirîn birizîne bi sekna xwe gotinên xwe yekser got, sekneke radîkal nîşan da û bû parêzvanekî xurt ê nirxan ku bi keda Rêber Apo û hevrêyên me yên şehîd ve hatin afirandin. Hevrê Sabrî sala 2015'an di rapora xwe de bawerî û biryardariya xwe bi van gotinan anîbû ziman: "Di dîroka me ya têkoşînê de me zêdeyî 10 hezar şehîd dan. Bi taybetî di salên dawî de di encama şerê giran de gelek hevalên ku me nas dikir û em bi hev re diman şehîd bûn. Çawa ku dayikek li Kobanê ji bo şerê li Kobanê gotibû, 'Qelenê Kobanê me bi xwîna xwe da', 'Qelenê Kurdistanê jî me bi xwînê da'. Xuya ye em ê hîn bêhtir bidin. Bêguman şoreş û azadî bê berdêl nabe. PKK partiyeke şehîdan e û li ser vê kevneşopiyê mezin bûye. Di vê mijarê de pîvana ku ez ê ji xwe re bikim esas, nîşaneya xwedîderketina li şehîdan bi şêweyê asta xwedîderketina li partiyê be. Pêşvebirina şoreşê, sekneke rast bi wefaya ji bo hevrêtiyê dibe. Li ser van esasan, ji bo sala 2015'an bikin sala azadiyê ya Rêber Apo û Kurdistanê, ez ê heta dawiyê xwedî li vê armanca me ya bingehîn û dirûşma me derkeve û ji bo bicihanîna mîsyona xwe ya pêşengiyê ez ê hemû berpirsyariyên xwe bi cih bînim." Hevrêyê me Sabrî Tendurek ku ji bo serketina têkoşîna dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê her kêliya xwe da berxwedanê û her berpirsyariya xwe bi rengekî hêja bi cih anî, ji jinûve avakirina gerîla heta bi bicihanîna serketî ya taktîkên dema nû di gelek karî de ked da. Hevrêyê me Sabrî Tendurek li ser her milîtanên Apoyî xwedî kedeke bêhempa bû û hîn sax bû bûbû efsane. Em hevrêyê xwe Sabrî Tendurek careke din bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku xeyalên wî tekez bi cih bînin.

Fermandarê Destana Kobanê: Masîro

Hevrêyê me Masîro Xabûr li gundekî Geverê ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye, li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Gewdanê weke zarokê çaremîn ji dayik bû. Di Tîrmeha 1989'an de li Elkê bi rêya hevrê Şehîd Doktor Baran tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Masîro bi rengekî cewherî, durust û kedkar beşdarî xeta Apoyî bû, di tevahiya jiyana xwe de her tim ji nêzîkatiyên tasfiyekar, çetekarî, derveyî xetê û nêzîkatiyên sivik ên gerîlatiyê xera dikin dûr ket û kete nava şerekî xurt. Li Botanê timî di nava yekîne û tabûrên bi tevger de bû, lewma li temamiya qadên Besta, Herekol, Payîzava, Feraşîn, Şax, Colemêrg, Berwarî, Garisa, Gabar, Çirav, Mêrdîn, Kerboran, Hezex, Mawa, Cûdî, Kêla Memê, Qileban, Heftanîn, Metînayê gerîlatî kir. Hevrê Masîro pratîkeke welê kir ku karîbû hemû êrişên berfireh ên dijmin, operasyonên bi beşdariya bi deh hezaranl eşker, çete û kontrayan pêşwazî bike, dijmin pûç bike û di heman demê de derbê lê bixe. Hevrê Masîro di payîza 1996'an de derbasî Qada Rêbertî bû û heta payîza 1997'an salekê li gel Rêber Apo ma. Hevrê Masîro piştî perwedeya Rêber Apo, weke ku jinûve jidayik bûye bi hêz, moral û perspektîfeke gelekî mezin ji bo Eyaleta Wanê ya ser bi Botanê hate wezîfedarkirin. Di bihara 2012'an de ji bo wezîfeya Fermandariya Qadê ya Amanosê hate tayînkirin û li gel hevrê Bedreddîn Amanos - Îbrahîm Şengul derbasî Amanosan bû. Hevrê Masîro ji bo destwerdana li êrişên çeteyan di Tîrmeha 2013'an de derbasî Rojavayê Kurdistanê herêma Efrînê bû.

Hevrê Masîro ku di parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava de keda xwe mezin e, herî zêde nav û rola xwe di Berxwedana Kobanê ya Dîrokî ya sala 2014'an de da bihîstin. Hevrê Masîrodi fermandariya Berxwedana Kobanê de wezîfe hilgirt ser milê xwe û ev berxwedana destanî bi pêş ve bir. Hevrê Masîro Berxwedana Kobanê ya Serfiraz bi vî ruhî, vê feraset, wêrekî û taktîkên gerîla yên bêhempa, li gel fermandarî û şervaniya Apoyî gihand serketinê û heta sala 2016'an li Rojavayê Kurdistanê pratîk meşand. Li ser bingeha pêwîstî û perspektîfa di vê civînê de derkete holê, ji bo beşdarî Fermandariya Qadê ya Botanê bibe di 4'ê Nîsana 2016'an de derbasî Botanê bû. Hevrê Masîro du salan weke endamê Fermandariya Qadê ya Botanê wezîfe kir. Hevrê Masîro li gel nexweşiyek ku li qirika wî der bû û gelekî zor dida wî jî hewl da wezîfeya girîng û berpirsyariya xwe ya dîrokî ya li Botanê bi cih bîne. Di sala 2019'an de piştî ku nexweşî gelekî cidî bû, tedawî qebûl kir û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi armanca tevlîbûna li perwerdeya li Ocaxa PKK'ê ya Sakîne Cansiz bi rê ket. Hevre Masîro di rê de ji ber rêbazeke tevgerê ya li derveyî înîsiyatîfa wî, di 27'ê Gulana 2020'î de di encama êrişa dijmin de şehîd bû. Şehadeta hevrê Masîro bêguman ji bo gelê Kurd û Tevgera Apoyî şehadeteke welê ye ku telafiya wê zehmet e û şûna wê nikare bê dagirtin. Lê belê mîrateya têkoşînê ya dewlemend a ku ji me re hişt, bi durustî, hevrêtiya xwde ya pak û hunera gerîlatiya xwe ya serketî wê timî rê nîşanî me bide."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Sabrî Tendurek (Fetîh Şarlatan), li Wanê jidayîk bûye, 18’ê Gulana 2016’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Masîro Xabûr (Bedirxan Abo), li Colemêrgê jidayîk bûye,27’ê Gulana 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.