Serok Apo berpirsyariya xwe bi cih anî
Sêşem 25 Mijdar 2025 - 03:52

Prof. Giovanni Russo Spena senatorê berê û profesorê hiqûqê ye, biryarên saziyên Ewropayê ji nêz ve dişopîne û di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de balê dikişîne ser berpirsyariya raya giştî ya navneteweyî. Prof. Russo Spena perspektîfa çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û şert û mercên Rêber Apo lê tê ragirtin ji ANF'ê re nirxand. Russo Spena anî ziman ku weke Berdevkê Komîteya Azadî ji Ocalan re ya Îtalyayê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi pêşengiya Rêber Apo ji nêz ve dişopîne û got:"Ez di wê baweriyê de me ku ji aliyê meseleya Kurd ve em di demeke gelekî girîng de ne. Bi dîtina min em di qonaxeke krîtîk de ne û em ji Romayê bi baldarî vê yekê dişopînin, ji ber ku Ocalan beriya niha bi 26 salan ji bo peyama aştiyê bigihîne Ewropayê hatibû Romayê. Mixabin Ewropa û hikumeta Îtalyayê nexwestin peyama wî fêhm bikin û piştre ew radestî êşkencekaran kirin; wan jî ew xistin Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê. Îro careke din bi saya pêşdîtin û jîrbûna wî ya siyasî em di qonaxeke girîng de ne. Ji ber ku pêşniyara aştiyê ya wêrek a Serok Apo rêyeke nû vekir. Îhtimala pêvajoyeke aştiyê heye, lê di heman demê de paşeroj jî nediyar e, ji ber ku hîn şerek heye û hewldana êrişa li ser destketiyên Kurdan ên li Sûriye û Iraqê heye."
Dor ya dewleta Tirk e
Prof. Russo Spena destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê divê dewleta Tirk gavên şênber biavêje û got:"Pêvajo ji aliyê gelê Kurd ve erênî bi pêş ve diçe. PKK'ê bi biryarên ku di kongreya xwe ya 12'emîn de wergirtî têkoşîna xwe derbasî asteke nû kir, ragihand ku derbasî zemîna siyasî dike. Ketin ser rêyeke aştiyê ku vegera ji wê nepêkan e. Ne bawer im ku heman îrade bi hikumeta Tirk re hebe. Dibe ku hikumet di nava xwe de gelekî parçe bûbe. Bi taybetî baskê leşkerî yê kompleksa leşkerî-pîşesazî ku em zanin li Tirkiyeyê gelekî xurt e, windahiyên xwe dike hincet -ku ev bi xwe bahaneyek e- û li ber pêvjaoyê radibe. Her wiha hin pêşketin jî hene. Avabûna komîsyonekê li bin sîwana parlamentê û nîqaşa li ser pêvajoya aştiyê erênî dibînim. Lewma pêvajoya ku bi hiş û hêza Ocalan destpê kir hîn jî li ser piyan e. Kurdan berpirsyariya xwe bi cih anîn, niha em li bendê ne ku hikumeta Tirk nakokiyên xwe ji holê rake û tevkariyeke rasteqîn li pêvajoya aştiyê bike."
Divê Rêber APO azad bibe
Prof. Russo Spena destnîşan kir ku Rêber Apo û girtiyên siyasî hemû bêyî dem derbas bibe divê bêne berdan û diyar kir ku divê Tirkiye berpirsyariya xwe bi cih bîne, ev yek wê bibe qonaxeke gelekî girîng. Ji bo serketina pêvajoyê divê hurmet ji hev re bê nîşandan, qanûnên zordar û yên li pêşiya azadiyê asteng in bêne guhertin, Tirkiye demokratîk bibe, hebûn û zimanê Kurdan bi temamî bêne naskirin, edalet bê ewlekirin û Serok Ocalan û girtiyên siyasî hemû bêne berdan.
Nuqteyeke din a girîng jî tecrûbeya Rojava ye. Serok Ocalan di vê mijarê de zelal e. Şoreşa Rojava xeteke sor e. Ev xeta sor nikare bê derbaskirin, ji ber ku ji bo konfederalîzma demokratîk, ji bo tecrûbeya jinên Kurd, ji bo tecrûbeya parvekirinê û xwecihîbûnê ya li Rojava gelekî girîng e. Li hemberî vê yekê hikumeta Tirk hîn jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li hemberî xwe weke gefekê dibîne. Di pêvajoyeke bi vî rengî de ev helwest ti carî nayê qebûlkirin. Lewma di pêvajoyê de hîn gelek nuqteyên zehmet hene û divê ev bêne nîqaşkirin û ji holê bêne rakirin; em hêvîdar in wê di dema herî nêz de ji holê bêne rakirin. Êdî ji bo tevahiya cîhanê ispat bûye ku aktorê bingehîn ê çareseriya meseleya Kurd Serok Ocalan e. Pêvajoyeke aştiyê ya rasteqîn tenê ji aliyê Serok Ocalan ve dikare bê birêvebirin. Lewma azadiya wî ji bo me esas e. Hikumeta Tirk parçe bûye û bi dîtina min di demeke tevlîheviyê de ye. Li Tirkiyeyê gelek siyasî hene ku divê karibin sûdê ji mafê hêviyê werbigirin. Lewma divê mafê hêviyê heta dawiyê bê parastin û zor li Tirkiyeyê bê kirin ku vê pîvana mezin a navneteweyî bi cih bîne."
ANF/SERKAN DEMÎREL













