Xelata Nobelê heqê Ocalan e

Sêşem 25 Mijdar 2025 - 03:30

Fîlozof Goran Therborn ku Xelata Lenîn girtibû, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a piştî banga Rêber Apo destpê kirî, ji DEM Partiyê re nameyek şand. Therborn, di peyama xwe de got, Rêber Apo bi banga xwe Xelata Aştiyê ya Nobelê heq kiriye. Peyama Therborn wiha ye:"Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di demeke qêrîna ji bo şer li cîhanê bilind dibe de banga aştiyê kir. Tu guman nînin ku Ocalan Mandelayê serdema me ye. Heke ev pêvajo bi ser keve, ev tê wê wateyê ku Ocalan Xelata Aştiyê ya Nobelê heq dike. Gelê Kurd, ji ber ku xwedî lîderekî wiha ye, serfiraz e. Bi qasî hîn bûme, komîsyona li TBMM’ê hatiye avakirin wê di rojên pêş de bi Ocalan re hevdîtinê bike. Ev ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo hemû cîhanê kêliyeke dîrokî ye. Ez heta dawiyê piştgiriyê didim Ocalan ku çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd weke parçeyeke têkoşîna sosyalîst a navneteweyî dibîne.”

Therborn kiye?

Göran Therborn, di 23’yê Îlona 1941’ê de li bajarê Kalmarê yê Swêdê ji dayik bû. Civaknasekî navdar e. Li Zanîngeha Lundê perwerdeya zanista siyasetê, civaknasî û aboriyê dît. Di sala 1974’an de jî doktoraya xwe temam kir. Li Zanîngeha Katolîk a Nijmegenê, li Zanîngeha Goteborg û Zanîngeha Cambridgeyê profesorî kir, di sala 2010’an de ji Zanîngeha Cambridgeyê teqawid bû. Therborn; ji kevneşopiyeke Marksîst û teoriyên civakî yên radîkal tê û bi xebatên xwe yên li ser çîn, îdeolojî, dewlet, modernîte, avadaniyên malbatî û newekheviyên kûrewî tê naskirin. The Ideology of Power and the Power of Ideology û The Killing Fields of Inequality çendek berhemên wî yên girîng in. Di sala 2019’an de li Swêdê Xelata Lenîn wergirt û piştî teqawidbûna xwe jî li Zanîngeha Linnaeusê weke profesor xebatên xwe didomîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.