PDK heqaretê li jinan dike

Pêncşem 5 Mijdar 2020 - 21:11

Koordînasyona KJK’ê li ser êrişên PDKʼê got: Heqaretên ku PDK li tevgera me dike bêguman ne tenê li dijî me ye, heqaretên li jinên Kurd hemûyan e. Her wiha heqaretên li jinên li nava PDK’ê ye.
Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de hate gotin, ”Jinên Kurd ku bi dehan sal in li dijî zîhniyeta baviksalarî û zayendîperest têdikoşin, bêguman wê bersivê bidin zimandirêjî, heqaret û bêhurmetiya PDK’ê ya li dijî tevgera jinê. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê bi vê wesîleyê em bang li jinên Kurd ên li her parçeyî dikin ku li ber vê zîhniyeta baviksalarî rabin. Ne tenê li ber rabin, di heman demê de helwesteke çalak nîşan bidin.”
Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de wiha hate gotin:
”Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê hem li nava civaka Kurd hem jî li nava tevgerên demokrasiyê û gelan ên li çar aliyên cîhanê bûye çavkaniya sûdwergirtinê û bi baldarî tê şopandin. Sedema vê yekê jî pêşketina mezin a li qadên îdeolojîk, polîtîk, civakî û xweparastinê ye, asta wê ya pêşengiya têkoşînê ye. Têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û statuyê, berxwedana li dijî DAÎŞ‘ê û dagirkeriya dewleta Tirk li asta cîhanê tê zanîn û xwedî lê tê derketin. Sedema bingehîn a vê yekê jî xeta azadiya jinê û pêşengiya wê ye.

Em zanin çawa bersivê bidin

Dema dawî, PDK û komên ser bi wê ve êrişî vê xetê û pêşengiya wê dikin. Êriş bi taybetî li sîstema hevserokatiyê tê kirin ku nîşaneya şênber a temsîliyet û tevlîbûna wekhev e. Daxuyaniyên navborî ku dûrî exlaq, hurmet û pîvanên terbiyeyê ne, zîhniyeta pavşerû, zayendîperest û baviksalar a serdest a PDK’ê radixin pêş çavan. Li gorî vê zîhniyetê, jin divê tenê weke hebûneke bêîrade bê dîtin, di asta ku mêr daniye pêşiya wê de tevlî siyaset û têkoşînê bibin.
Eşkere ye ku ev zîhniyet bi qasî baviksalarî û zayendîperestiyê her wiha antîdemokratîk e, li dijî azadiyê ye û zordar e. Yanî li dijî civakê ye.
Jinên Kurd ku bi dehan sal in li dijî zîhniyeta baviksalarî û zayendîperest têdikoşin, bêguman wê bersivê bidin zimandirêjî, heqaret û bêhurmetiya PDK’ê ya li dijî tevgera jinê.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.