Başûr dike wîlayeta mêtingeh

Sêşem 2 Hezîran 2020 - 13:41

  • Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê bike wîlayeteke xwe ya mêtîngehkirî û heya astekê ev bi ser xistiye. Hozat têkildarî Zînî Wertê jî got, “Zînî Wertê parçeyeke pîlana tasfiyekirina PKK’ê ye. Dewleta Tirk alîkariya ku PDK di warê îstîxbarat û locîstîkê de didiyê kêm dibîne. Lewma niha dixwaze PDK bi awayekî çalak li dijî PKK’ê şer bike. Ti partî û rêxistineke Kurd nikare têkiliya xwe ya bi hêzên qirker re ji vî gelî re rave bike.”

Hozat têkildarî plana ku dixwazin bi rêya Zînî Estêrokan (Wertê) bixwazin bixin dewrê, bangên gel ên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd û dorpêça li ser kampa penaberan a Mexmûrê jî şirove kir.

Hoza got, “Li Başûr zêdeyî 20 baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê hene. Her wiha bi dehan navendên MÎT’ê hene. MÎT di her astê de karê xwe bi rengekî berfireh dimeşîne. Bi rengekî serbest û xwedî derfet li Başûr tevdigere. ÎHA û SÎHA’yên li qadên gerîla keşfê û bombardûmanê dikin, ji Başûr radibin. Li Başûr ji bo balafirên keşfê cihekî taybet, pîstên taybet çêkirine. Li gelek qereqolên PDK’ê yên nêzî qadên gerîla endamên MÎT’ê û efserên taybet hene. Ya rastî Başûrê Kurdistanê di bin dagirkeriya Tirk de ye.

Ambargoya li ser Mexmûrê salekê li pey xwe dihêle. Ambargoya li ser Mexmûrê li ser daxwaza desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya qirker tê kirin. Gelê Mexmûrê ji ber ku li dijî dewleta Tirk têkoşîna azadî û rûmetê dimeşîne, ji ber ku serî natewîne tên cezakirin. Hewl dide ku gelê me teslîm bigire û kampê belav bike.”

 NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.