Cihê xwe di dîrokê de girtin

Sêşem 23 Nîsan 2024 - 01:25

HPG’ê diyar kir ku li Metînayê 2 gerîla şehîd bûne eşkere kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:“Hevreyên me Rewşen û Herekol di Adara 2024’an de li cihên cuda yên herêma Metînayê di êrîşên dijmin de şehîd bûn. Hevrêya me Rewşen ku nûnertiya kesayeta pak û zelal a gelê me yê Serhedê dike, bi kesayeta xwe ya berxwedêr û serhildêr hemû zehmetiyan ji holê rakir û bû milîtaneke Apoyî ku li ser xeta azadiya jinê dimeşe. Hevrêya me Rewşen bi fedayî şer kir û bi helwesta xwe ya bi ruhê demê di têkoşîna azadiya gelê me de cihekî nayê jibîrkirin girt. Hevreyê me Herekol ku bi hestên mezin ên mirovî xwe deyndarê gelê me dît, tevlîbûna nava refên gerîla weke erk dît û bi pratîka xwe xeta têkoşînê ya hemû ciwanên Kurd diyar kir. Hevreyê me bû mînaka herî şenber a ciwanên Kurd ên bi bîr û felsefeya Apoyî mezin bûne. Em sersaxî ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re, bi taybet ji malbatên hêja yên hevreyên me yên şehîd re dixwazin. Em soza xwe nû dikin ku xeyalên hevreyên xwe Rewşan û Herekol bikin sedema têkoşînê û di şexsê wan de layiqî hemû şehîdên xwe bin.

Hevrêya me Rewşan li navçeya Elbak a Wanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Hevrêya me ku di têkoşîna me ya azadiyê de hewl da nasnameya jina azad ku Rêbertiya me bi kedekî mezin afirand, têbigihe û di kesayeta xwe de temsîl bike, bi lêhûrbûnên xwe yên di jiyanê de û hewldana xwe ya pêşxistina xwe ya di aliyê teorîk de ji bo hevalên xwe bû mînak. Hevrêya me Rewşen hem bi nasnameya xwe ya YJA Starê û hem jî bi şervantiya heqîqetê, kesayeta milîtaniya fedayîya Apoyî di xwe de şênber kir û cihê xwe di dîroka me ya azadiyê de girt. 

Hevrêyê me Herekol li navçeya Farqîn a Amedê li nav malbateke welatparêz jidayîk bû. Di sala 2015’an de ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Bi tevlîbûna xwe ya dilxwaz a di pêvajoya perwerdê de, bi kesayeta xwe ya gihîştî û bi dilsoziya xwe ya xurt a li hemberî PKK’ê bû milîtanekî Apoyî ku hezkirina hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me Herekol her tim dilsozê bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd bû û bi vê bîrê tevlî xebatan bû, li gel temenê xwe ya ciwan bi kesayeta xwe ya gihîştî û dilnizm di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt.”

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd de wiha ne:

Rewşen Delîla (Hanim Durmaz), li Wanê jidayîk bûye, Adara 2024’an li Metîna şehîd bû.

Herekol Amed (Emre Korkmazer), li Amedê jidayîk bûye, Adara 2024’an li Metîna şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.