Dixwaze Kurdan qir bike

În 9 Tîrmeh 2021 - 04:02

  • Besê Hozat: Dewleta Tirk li hemberî gerîlayan êdî nikare tiştekî bike, PDK li dijî PKK’ê şer bike, ev ê wê rizgar bike. Provokasyonek şer bide destpêkirin û wê xisareke mezin bide gelê me û destketiyên gelê me. Divê PDK dev ji van gavên xwe yên xeter û provokatîf berde.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat xwest, ti Kurd, ti rêxistineke Kurd xwe nexapîne, rastiya qirker û faşîst a dewleta Tirk baş fêhm bike: "Kengî gerîla derbeke mezin xwar, wê hingî emrê statuya li Başûr jî biqede. Dewleta Tirk a ku dijminê hebûn û zimanê Kurdan e, statuya li Başûr hîn qebûl nekiriye, tenê ji bo tasfiyekirina PKK'ê mîna ku qebûl kiribe xwe nîşan dide."

Besê Hozat ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re li ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, armanca dewleta Tirk a dagirkirina Başûrê Kurdistanê û rola PDK'ê di êrişên dewleta Tirk de peyivî. 

Besê Hozat li ser sîstema tecrîdkirinê ya Îmraliyê got, "Li Îmraliyê sîstemeke êşkence-tecrîdê ya taybet li dijî Rêber Apo tê meşandin, ya ku DYE, Ingilistan, Îsraîl û welatên Yekîtiya Ewrûpayê li ser li hev kirine û dewleta Tirk a faşîst jî gardiyaniyê jê re dike. Çaresernekirina pirsgirêka Kurd, polîtîkaya înkar û tinekirinê bi rengê sîstema tecrîd-êşkenceyê ya li dijî Rêber Apo, tê meşandin. Di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê de Rêber Apo di nava tecrîdeke mutleq de ye. Sîstema modernîteya kapîtalîst û dûvikê wê dewleta Tirk a faşîst ji fikrên Rêber Apo ditirsin û ditirsin ku ev fikir bandorê li civakê bikin.

Faşîzma ku 22 sal in li Îmraliyê li ser hukm e, li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê veguheriye polîtîkaya qirkirina Kurdan, veguheriye qanûna rêveberiya bi faşîzmê ya li Tirkiyeyê."

Rabûna li ber tecrîdê rabûne li ber faşîzmê ye
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, rabûna li ber sîstema tecrîdê rabûna li ber faşîzmê ye: "Gelên Tirkiyeyê bi rabûna li ber sîstema êşkence-tecrîdê ya li Îmraliyê dikarin ji nava vê zext û zordariya faşîst rizgar bibin. Lewma li Tirkiyeyê rewşenbîr, hunermend, tevgerên jin û ciwanan, hêzên demokrasiyê divê li dijî sîstema êşkence-tecrîdê ya li Îmraliyê têbikoşin û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin. 

Li dijî sîstema êşkence-tecrîdê ya Îmraliyê bi salan e têkoşîneke mezin tê meşandin. Gelê Kurd li gel dostên xwe bi rengekî bêhempa li ber xwe dide. Bi saya têkoşîna gelê me û dostên me îro li cîhanê di asteke mezin de xwedîderketina li Rêber Apo heye. Ev kar gelekî girîng e, lê tevî vê yekê divê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo li her cihî bi rengekî hevgirtî bê meşandin. Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, ji bo vê jî divê em bêhtir bixebitin û têbikoşin."

Pêşî tesfiyekirina tevgera azadiyê piştre qirkirina Kurdan

Besê Hozat şehîdên berxwedana gerîlayan bi bîr anîn û got, "Hevrêyên me li Metîna, Zap û Avaşînê dîroka berxwedaneke nû dinivîsînin. Bêguman sira vê îrade û baweriya bêhempa eşqa mezin a li welatê azad û civaka azad e. Derbên giran li dijmin xistine û dijmin li cihê ku ketiyê, asê kirine."

Wê got, dewleta Tirk êrişên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê weke parçeyekî polîtîkayên xwe yên qirkerî û mêhtingeriyê dimeşîne û wiha dewam kir: "Bi van êrişên dagirkeriyê du tiştan dixwaze. Ya yekemîn û sereke tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ye. Dema ku ev kir, wê karibe Kurdan hîn bi hêsanî qir bike. Li gel vê yekê armanca duyemîn jî dagirkirina temamê Başûrê Kurdistanê ye. Heger PKK bê tasfiyekirin, ji ber ku hebûna xwe ya li Başûr gelekî xurt e, wê karibe Başûr bi temamî dagir bike."

Besê Hozat axaftinên  Erdogan jî bi bîr xistin û wiha dewam kir: "Dîktatorê faşîst Erdogan di axaftinên xwe de armanca xwe ya dagirkeriyê bi rengekî eşkere tîne ziman. Çi digot? Peymana Lozanê ji bo Tirkiyeyê neserketin e. Mûsil û Kerkûk a Tirkan e. Bi vî rengî di dîzaynkirina herêmê de dixwaze destketiyên Kurdan hemûyan ji holê rake. Ji bo vê jî dixwaze destpêkê PKK’ê ji holê rake ku li pêşiya van armancên wan asteng e."

Rola PDK'ê di êrişên dagirkeriyê de

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat  gotm gerîlayên azadiyê li dijî dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa nîşan didin û Artêşa Tirk tevgav kirine. Li ser rola PDK'ê di van êrişan de jî wê got, "Piştgiriyê ji PDK’ê werdigire. PDK li gel êrişên dagirkeriyê yên Tirk li qadên gerîla, li herêmên navbera qadên gerîla hêza xwe bi cih dike. Hewl dide welê li gerîla bike ku nikaribe xwe tevde, nikaribe şer bike. Hewl dide hêzên sînor ên Iraqê jî tevlî van êrişan bike. Dixwaze PKK’ê û Iraqê, Iraqê û dewleta Tirk bîne hemberî hev, Iraqê bike parçeyek ji êrişan û zexta raya giştî ya li ser xwe kêm bike. Dewleta Tirk baş zane ku heta hêzên leşkerî yên PDK’ê û gerîla neyîne hemberî hev, nikare encamê bi dest bixe, lewma hewl dide PDK’ê bi rengekî çalak tevlî şer bike."

Wê wekî din jî bang li PDK'ê kir da ku provokasyonan êdî neke: "Ji dema destpêka dagirkeriya dewleta Tirk ve gelek provokasyonên PDK’ê çêbûne. Jixwe dema ku xwest têkeve nav qadên gerîlayan û dora gerîlayan girt, ev ji serî heta binî provokasyon e. Heke em bi bihîstyar û berpirsyar nêzikî meseleyê nebûna, niha ji zû ve me û PDK’ê şer dikir. Em dizanin tu feydeya vî şerî ji Kurdan re tine, wê xisarê bide Kurdan. Bi tenê dewleta Tirk wê bi ser bikeve. Ji ber ku dewleta Tirk li hemberî gerîlayan êdî nikare tiştekî bike, tekane tişta ku dê wê rizgar bike jî PDK li dijî PKK’ê şer bike. Dema ku PDK’ê xwest têkeve Çemçoyê jî ev di çarçoveya plana dewleta Tirk de bû. Gaveke wisa şer bide destpêkirin û wê xisareke mezin bide gelê me û destketiyên gelê me. Divê PDK dev ji van gavên xwe yên xeter û provokatîf berde."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.