- Dar El-Mehrousa ya Misirê bi ser navê ‘Abdullah Ocalan…Têkoşîna ku li hemberî zehmetiyan û afirîneriya rewşenbîrî ku dîwaran derbas kir’ pirtûkeke nû li ser têkoşîn û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan weşand.
Ev tîma xebatê ji gelek kesên navdar pêk tê. Weke rojnamevan Elhamî El-Melîgî, serpereştyarê giştî, nivîskar û komek siyasetmedar, rojnamevan û lêkolînerên endamên Înîsiyatîfa Erebî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Ehmed Behaa El- Din Shaaban, serokê Partiya Sosyalîst a Misrê pêk tê.
Tîma pirtûkê jî ji Profesor Xelîl El-Qadî rojnamevan, nivîskar û lêkolînerê Lubnanî yê di karûbarên stratejî de pispor, lêkolînerê xanenişînbûyî li Wezareta Perwerdehiyê ya Misrê û profesorekî mêvan di dîroka Îslamê de, pêk tê. Di destpêka pirtûkê de şehîdên “Hûn Nikarin Rojê Me tarî Bikin” tê bîranîn. Şehîd Ezîz Ereb jî ku bi têkoşîn û şehadeta xwe xwişk-biratiya Kurd-Ereb nîşan da, hat bîranîn. 12 şehîdên şerê qehremananiyê yê Ruh el-Şeqif jî hatin bîranîn. Ev pirtûk ji 6 beşan pêk tê û di heman demê de gelek bûyînên fikrî di naveroka wê de cih digirin ku mirovahî dikare jê sûd werbigire. Bi taybet ev pirtûk bi her awayî qala jiyan û têkoşîna fikrî ya Rêber Abdullah Ocalan dike. Di heman demê de qala neteweya demokratîk a bi destê Rêber Abdullah Ocalan hatî avakirin jî dike.
Di pirtûkê de çend beş hene?
Bêguman amadekirina vê pirtûkê li gorî nivîskarê wê di hin merheleyan de tê guhertin. Lê di rastiya xwe de ev berhem qala bingehê komploya navnetewî ya bi destê gelek dewletên hegemon hatî pêkanîn, dike. Di heman demê de pirtûk qala têkoşîn û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li girava îmraliyê dike. Di pirtûkê de tê gotin ku ev komplo planeke pir alî bû, ku gelek hêzan cihê xwe tê de girtin. Di heman wextê de îstxbarata (CIA) û Mossad a siyonîst bi awayekî bê bext xwestin Rêber Abdullah Ocalan dîl bigrin. Ji xwe îstxbarata Tirk, Kenya, Îngilistan û Yewnan bi awayekî vekirî û bê rehm cihê xwe tê de girtin û Rêber Abdullah Ocalan dîl girtin. Di pirtûkê de tê gotin armanca vê komployê ew bû ku gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de dîl bigrin.
Di pirtûkê de 5 beş bi xwîneran re tê nasandin, biyografiya Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî ya bi hevrêyên xwe re meşandî. Di beşê duyem de nêrînek li ser binpêkirinên dewleta Tirk e ku qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike. Di beşa sêyemîn de jî projeya fikrî û felsefî ya Rêber Abdullah Ocalan, neteweya demokratîk weke çareseriya pirsgirêkên herêmê û cîhanê cih digire. Têgeha jina azad, civaka demokratîk û gelek aliyên din pêşkêş dike. Di beşa çarem de cewherê komploya navneteweyî, lêkolînên li ser wê û pêşkêşkirina amûr, welat, çarçove û rewşên ku tê de pêk hatine, ku heta roja me ya îro jî didome hatiye kirin. Di beşa pêncemîn de tê diyarkirin ku neteweya demokratîk wê pirsgirêkên gelê Kurd û Ereb çareser bike. Di beşa dawî de hevpeyvîna bi Hevserokê KCK’ê û yek ji damezirînerên PKK’ê Cemîl Bayik cih digire. Di vê hevdîtinê de Cemîl Bayik qala rêya têkoşînê ya Rêber Abdullah Ocalan, fikir û felsefeya wî dike. Di pirtûkê de pêveka raporên salane yên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê yên salên 2023 û 2024’an ên têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan, cih digirin.
NAVENDA NÛÇEYAN