Xwejahrkirina Mirov

Nûçeyên Nurhaq GULBAHAR

Duşem 9 Kanûn 2024 - 07:30

  • Serweriya mutleq û deshilatdarî dojeha mirove ku îro em encama vê yeke dibinin. Weke gelên azadîxwaz jî divê em tu carî nekevin vê xefka hişmendiya serdest. Azadî, rêz û hêviya bi hevre jiyan rênîşaneya me ye.

Em weke gelên li Rojhilata Navîn dijîn, ji serdemeke werçerxî derbas dibin. Amadekariyên bi salan ên hêzên serdest ên herêmê bi rêya hêzên berdestên xwe careke din, xaqa qedîm a mirovahiyê kirin qadeke ji agir û man û nemanê. Planên zilhêzên cîhanê û her wiha berjewendiyên wan bi rêya berjewendiyên hêzên herêmê re pêk tên û weke giloka ji agir bêserûber jiyana li ser axa qedîm wêran dikin. Têkdana jiyan, xweza, hêviya dahatûyê û îradeya xwe birêxistinkirinê ya gele me yê Kurd armanca vê êrîşane. Kirasê teng ê hesînî ku 100 sal beriya niha xwestin li gelan bikin, div ê sedsala pêşiya me careke din dixwazin şitlê ku li gorî hişmendiya Neteweya Demokratîk pêş bikeve ji binî hil bikin.

Serweriya li ser ax û mirovan jahreke ku xwe jê xilaskirin gelek zehmet e. Serweriya ku bi xwînê tê avakirin xwediyê xwe bi jehrî dike. Serweriya ku bi bêhna xwînê hatiye avakirin, deshilatdariya mutleq a mirin û jiyanê, di destê mirov de qudreta xwedatiyê dikare bê gotin ku jahra herî xeternake ku çareya jê xilas bûnê zehmete. Ev hêz di dewletbûnê de xwe bi pergalî kiriye. Lê di heman demê de di kesayetên hin kesan de jî hatiye binav kirin. Di roja me ya îro de jî serokên her çar dewletên ku dagirkerên axa Kurdistanê ne bi vê bêhna xwîn û serweriyê serxoşin, gêj in û diyariya ku didin gelan, mirovan tenê xwîn, mirin, talan û bêhêvitiye. Ji sala 2012 û heta roja me ya îro Beşar Esedê serokê dewleta Sûrî ruxmî zanîna rêya bingehîn a xwe ragirtinê lê dîsa jî bi îradeya Kurdan re hevpariya siyasî ya ji bo dahatuyeke bi rûmet pêk neanî. Lê di nava şeveke û rojekê de Heleba qedîm ji deste çeteyan re hêşt. Di kêliyên nivisandina vê nivîsê de li Şama paytexta Sûrî peykerê bi azamet ên bavê wî di nav dest û lingan de bû. Sudaniyê Serokê Iraqê, ruxmî tevahî hewildan û bangawaziyên dîtina rastiyê û îradeya hevbeş a bi gelê Kurd û gelên din re, şirîkiya bi Erdoganê dîktatorê Tirkiye re hilbijard. Lê niha di nav tirsa pêleke din a êrîş û perçebûnê de dijî. Pezeşkiyanê serokê Îranê ji per û baskên xwe hatiye xistin lê di hundirê xwe de hê jî li ser gelan, li dijî jinan û ciwanan cezayên sêdareyê, zilmê ya ku weke kevneşop wergirtiye didomîne. Ber bi dawiya xwe ya sosret re bi lezûbez dibeze. Erdogan û Bahçeliyê bi xewna împaratoriyê dijîn, niha ketine wê ferqê bê yê heyî jî li ber hilweşandinê ye. Lê ruxmî vê jî ji zordestiya xwe nayên xwarê û li ser îradeya gelê Kurd bi deste xwe yê hesinî hewildana xesipkirinê dimeşîne. Şerê xwe yê herî qirêj li dar dixe.

Taybetmendiya hevpar ên van her çar dewletên ku weke gele Kurd em di nav têkoşîna hebûnê de ne, ewe ku deshilatdariya van dewletan ji xwînê, ji serwerî û deshilatdariya mutleq sergêjî û bêhişiya wan e. Ji ber ku piştî demekê ev mutlaq deshilatdarî bi xwe re hizra xwedatiyê tîne û piştî vê hizrê jî êdî tu wateya jiyan, hêvî, dahatû, hezkirin û jiyana bihevre namîne. 

Serweriya mutleq û deshilatdarî dojeha mirove ku îro em encama vê yeke dibinin. Weke gelên azadîxwaz jî divê em tu carî nekevin vê xefka hişmendiya serdest. Azadî, rêz û hêviya bi hevre jiyan rênîşaneya me ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.