Xwe ji dewletê rizgar bikin

Şemî 4 Gulan 2024 - 02:45

  • Endama PAJK’ê Viyan Leyla diyar kir ku hevberdana bêdawî tê wateya qutbûna ji sîstema desthilatdariya mêr û jin divê xwe ji malbatê, medyayê, saziyên zewacê, akademiyê, leşkeriyeyê û dibistanên dewletê rizgar bikin.

Endama Partiya Azadiya Jinên Kurdistan PAJK’ê Viyan Leyla beşdarî bernameya Xwebûn a di Jin TV bû û qala hevberdana bêdawî û teoriya qûtbûnê kir. Viyan Leyla diyar kir ku sîstema desthilatdariya mêr, jinê yan weke taqlîdê mêr yan jî vîtrînê wî derdixe pêş û destnîşan kir ku feraseta desthilatdariyê jinan ji cewherê wan qût dike. Viyan Leyla di nirxandina xwe de qala hevberdana bêdawî û teoriya qutbûnê kir û wiha got:’’Di 2009’an de Serokatî vê tegihê xist rojeva me. Serokatî şaristaniya mêrsalarî ya 5 hezar salî yê ku taybet li ser jinê desthilatdarî dimeşînin weke pergala tecawizê pênase kir. Got divê hûn despêkê ji desthilatdariya mêr berdaneke bêdawî bikin. Li gorî vê yekê nîqaşên wekî 'em ê ji vê pergalê bi çi şêwazî qût bibin, berdaneke bêdawî wê çawa pêş bikeve?' hatin meşandin. Serokatî dema van nîqaşan xist rojeva me, bi taybetî berdana bêdawî. Bi taybetî li Fransayê kesekî digot evîna bêdawî. Serokatî got ‘pergal pergala tecawizê ye. Ji bo vê yekê evîna heyî di bin şert û mercên tecawizê de nabe evînekî rast. Ger jin dixwaze xwe ji van pêkanînên mêr ên desthilatdar rizgar bike; divê berdana bê dawî çêbibe. Serokatî got çima ez dibêjim bêdawî. Ew pergala 5 hezar sal a di pêşengiya mêrê fêlbaz û bi hêz ve li ser jinê ferzkirin ve sînordar kir. Ev pergal ne tenê fizîkî ye. Ferasetekê ava dike, dixwaze çand, modernîteyekê ava bike. Saziyên ku pergal pêş dixîne heye. Ji van hemûyan berdan pêwîst e.

Qutbûna bêdawî Modela KJK’ê ye

Modela me ya şênber pergala KJK’ê ye. Divê em xwe wekî fizîkî ji sazîbûnê mêr qut bikin. Kî dixwaze bibe xwediyê jinê? Bav dixwaze, hezkirî dixwaze, bira dixwaze, dewlet dixwaze. Ger ji hêla fîzîkî ve xwe qut neke tehdîta kuştin, desteserkirin, êriş wê her hebe. Tenê fizîkî xwe qutkirin têr nake. Divê em xwe ji vê zîhniyeta mêr xilas bikin. Jin di roja me de taqlîdê mêr dike, di nav artêşê de wekî mêr li wan tê. Di siyasetê de jî jin êdî dibin parlamenter, serokvezîr jî. Lê em binêrin yek Tansû Çîller du Angela Merkel. Di şekil de jin in lê naverok feraseta zilam e. Nirxandinekî desthilatdariyê yê Bakûnîn heye. Dibêje, "hûn mirovên herî baş jî li ser kûrsiya desthilatdar bidin rûnişkandin, wê di 24 saetan de bibe despot." Rêber APO jî dibêje:"Ger ev mirov jin be li ser kûrsiya desthilatdarê bidin rûniştandin ew ê rewşê ji despot xirabtir bike". Ev feraseta desthilatdarî jinan ji eslê xwe derdixîne. Ev feraset hindek pîvanan daniye. Tu yê keçeke baş be, pora te xuya neke, serê te tewandî be, bi dengê bilind nekene, tu yê bi xortan re çawa, bi keçan re çawa hevaltî bikî, ji bo namûsa malê xira nekî tu yê çawa bijî van hemûyan fêrî me dikin. Piştre ji bo navê te, bedena te qirêj nebe tu yê parêzvanekî mêr bibînî. Ev mêr divê li te xwedî derkeve. Ji bo tu vî mêrî bibînî û qaşo jiyana xwe xilas bikî divê tu xwe çêbikî, bixemilînî.

Malbat-zewac çavkaniya dewletan e

Di roja me de hindek dixwazin bi polîtîkayên lîberal bi hin tiştan bilîzin, nerm bikin. Li ser navê azadiya cinsî hindek tiştan pêş bixin, di hêla exlaqî de êrişî civakê dikin. Ew jî xirabiyeke cudatir e. Saziya malbatê di rûnişkandina feraseta mêrsalariya desthilatdar de mîna prototîp e, yekem e. Qûral û qaîdeyên ku ji hêla bav û bira de tên danîn nayên îhlalkirin. Çawa dema yên dewletê tên îhlalkirin, bi gaz, cop, lêdan, girtin re êriş dikin. Dema yên bav û bira jî tên îhlalkirin heman şêwe ye. Zêwac jî çêkirineke malbatê ye. Em binêrin hîn 3 meh 4 meh zewicî ne, dixwazin mêr berdin. Jinên tên kuştin temaşe bikin, kesên dixwazin hevjînê xwe berdin in. Dewlet jî ji bo wê zewacê teşwîq dike. Eger zewac pêş bikeve ji bo dewletan nifûs zêde bibe. Bila kes nebêje têkiliyê min têkiliyeke azad e. Tu kes bila xwe nexapîne. Mêr desthilatdariya xwe li malê li ser jinê îspat dike. Ev tecawiz e. Ev peyvên ku herî zêde di têkiliya jin û mêr de li ser azadiya cînseltî pênase dikin û bi vî şêwazî dixwazin bixin rojeva jinan. Jin kîjan mêrî bixwaze û çiqas têkilî deyne azad e. Ev jî tecawiz e. Çi ferqa wî ji zewacê heye. Ha te bi dewletê re qaxizek îmza kiriye, ha te îmza nekir. Dema kaxiz nîne gelo feraseta mêr cuda ye? Çiqas jin ji hêla qaşo hezkiriyên xwe ve hatine kuştin? Ev derew û berevajikîrînên modernîteya kapîtalîst in. Divê em xwe ji malbat, kargeh, medya, saziya zewacê, akademî, eskertî, dibistanên dewletê xilas bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.