Jin azad nebe ked jî azad nabe

În 2 Gulan 2025 - 03:40

  • Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku ji bo xatirê ked û kedkaran divê sîstema bi serweriya mêr bê hilweşandin û got:"Heta ku jin azad nebe jiyan, heta ku jiyan azad nebe ked azad nabe."

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê daxuyaniyek weşand ku kedkarên cîhanê bê cudahî li dora heman harmanca hevpar kom dike û roja ked, piştevanî û yekîtiyê ye. Koordînasyona KJK'ê 1'ê Gulanê di serî de li kedkarê herî mezin ê jiyana azad û civaka demokratîk li Rêber Apo, her wiha li hemû jin ên kedkar ên ku li dijî vê sîstema riziyayî têdikoşin, li dayikan û mirovahiya kedkar pîroz kir û got:"Gulan di heman demê de meha şehîdan e. Em şehîdên xwe yên meha Gulanê, hemû şehîdên 1'ê Gulanê ku têkoşîna kedê bi canê xwe mezin kirin, bi hurmet û minet bi bîr tînin û soz didin ku têkoşîna kedê bi serketinê tacîdar bikin.

Sîstem herî zêde êrişî jinan dike

Ked, nirxê bingehîn e ku civakê diafirîne. Bêyî kedê ne pêkan e ku mirov behsa hebûna civakê yan jî civakîbûnê bike. Ew ked û xwêdana kedkaran a ku civak kiriye civak. Ji ber vê sedemê, pergala kapîtalîst her tim hewl daye ku nirxê kedê bêqîmet bike û xwêdanê bêwate bike. Dema ku vê yekê dike, herî zêde xwediya aboriya rastîn jinan hedef digire. Jin, koleyên bê heqdest an jî keda herî erzan ên vê pergalê ye, ji xebatên xwe yên herî azad hatine dûrxistin û kirine koleyên malê. Ew dayikên ku dibêjin bihuşt di bin lingên wan de ye, wan neçar kirine ku ji çopê xwarinê bibînin û di bin barê wijdanê yê lêgerîna xwedîkirina zarokên xwe de tên perçiqandin. Ev sîstema ku bi çavên pere û qezencê li aboriyê dinihêre, tevî ku dayik 24 saetan dixebitin jî keda dayikan ji nedîtî ve tê. Bi parçekirina hiş, hêz û bedena wan li bazaran tên firotin û weke karkerên bêqîmet tên dîtin. Dema ku weke karkerên demsalê diçin metropolan, li wir trajediyên mezin dijîn û destavêtin, tacîz jî di nav de rastî êrîşên zayendîperest ên pergala serdest a mêr tên. Tevî ku di karên herî giran de tên xebitandin jî heqdestên xwe nastînin, rastî zexta psîkolojîk û mobbîngê tên û wan anîne asta ku nikaribe bixebitin. Zarokên ku ji bo alîkariyê bidin debara malbata xwe di temenê biçûk de dest bi xebatê dikin, herî kêm bi qasî jinan mexdûr dibin, bi heqdestê kêm di şert û mercên herî xirab de û bê ewlehî de tên bixebitin.

Sîstema diz û çete zêde bûye

Şer, krîzên aborî, birçîbûn, tîbûn, koçberî, pirsgirêkên perwerdehî û tenduristiyê yên li çar aliyê cîhanê tên jiyîn, jiyanê xistine nava krîzê. Sîstema kapîtalîst hemû enerjiya civakê ji bo karibe bijî arasteyî dîtina pariyek nan kiriye û hewl dide krîzên derxistiye holê bi krîza aboriyê veşêre. Li aliyekî civakek bi birçîbûnê re rû bi rû ye li aliyê din jî sîstema dewletê ya diz û çeteyên ku zêde bûne nizanin tiştên ku ji gel dizîne li ku derê bi cih bikin. Her çiqasî kapîtalîzm bi îdiaya ku ew pergalek gerdûnî ye derket holê jî, krîzên ku îro tên jiyîn careke din hewcedariya sosyalîzmê îspat kiriye. Rêber Apo rêya derketina ji vê krîzê di jiyana sosyalîst de dît û bi pênaseya bê sosyalîzmbûn tê wateya bê nefes mayînê, rêgeha têkoşîna me diyar kir. Sosyalîzm tê wateya xebatê, lê ne xebata ku di xizmeta pergala kapîtalîst de ye. Keda ku ji bo pêşkeftin û berfirehbûna pergala kapîtalîst tê dayîn ne keda rastîn e, berevajî vê tê wateya qetilkirina kedê. Li ser vê bingehê, ji xeyalên xwe bigirin heta jiyana xwe pêwîste em kar û xebata xwe têxin xizmeta jiyana azad.

Rêber APO jiyana sosyalîst nîşan da

Banga Jiyaneke Azad û Civaka Demokratîk a Rêber Apo di 27’ê Sibatê de hatî kirin, banga ji bo avakirina welatek ku nirxa rastîn dide kedê ye. Rêber Apo 27 sal di zindana ku dîl lê tê girtin bi jiyana sosyalîst nîşan da ku sosyalîzm jiyanek e. Li ser vê bingehê, em bang li jinên Kurd û hemû jinên ku dixwazin bibin hevrêyên Rêber Apo dikin ku ji bo pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê berfirehkirin û domdar bibe, bi ruhê berxwedana 1’ê Gulanê û bi şiyara 3’yê Gulanê diyalogên bi Jiyana Azad re beşdarî çalakî û xwepêşandanan bibin. Em 3’yê Gulanê bikin roja hevdîtina jiyana azad a bi Rêber Apo re, avakirina jiyana demokratîk û mezinkirina pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Li ser vê bingehê, em bang li jin û ciwanan, dayikan, gundiyan, karkeran, kedkaran dikin ku xwedî li vê bangê derkevin û li ser vê bingehê têbikoşin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.