Newroz peymana gihiştina Rêber APO ye
Pêncşem 20 Adar 2025 - 03:50
- Koordînasyona KJK’ê û Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NP’ê bi daxuyaniyan Newroza sala 2025’an li gelê Kurdistanê pîroz kirin.
Koordînasyona KJK’ê, bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KJK’ê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew cejna Newrozê bi bawerî û biryardariya banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo pêşwazî dikin û got, gelê Kurd ji destpêka meha Adarê û vir ve li Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakûrê Kurdistanê û derveyî welat agirê Newrozê geş kirine û bi coşeke mezin dîlana azadiyê digerînin. KJK’ê, roja azadî û vejînê cejna Newrozê li Rêber Apo, şehîd, gerîla, jin, ciwan û hemû gelan pîroz kir û got:"Ev Newroz, ronesansa gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û jinan e. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê vê Newrozê bi destpêkirin û hişmendiya têkoşîneke nû ku tê de serketineke mezin bi dest bixe, bi encam bike."
Rejîma qirker bi komkujiyê bersiv da
Hêzên rejîma qirker bersiva gelê me yê ku Newrozê bi coşek mezin û têkoşîna aştiyê pêşwazî kir, bi komkujiya li Kobanê re hat dayîn. Komkujiyên ku berê di meha Adarê de li Helebce, Taxa Gaziyan, Qamişlo û Efrînê hatin kirin, îro jî li ser gelê me tên ferzkirin. Dewleta qirker mirin û tinekirinê li ser gelê me ferz dike. Divê em xwedî li bîranîna gelê xwe yê hatine qetilkirin derkevin. Divê em layiqî berdêlên ku şehîdên me dane bin. Rêya vê jî rast fêmkirina têkoşînê û tevlîbûna wê ye. Bi vê boneyê em şehîdên Komkujiya Helebce, Qamişlo, Taxa Gazî, Efrîn û Kobanê bi bîr tînin û diyar dikin ku heta hilweşandina rejîma qirkir em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.
Avabûn û vejîneke nû
Rêber Apo jiyana xwe weke ji nû ve vejîna civak û jinê girt dest û rastiya kesayeta Newrozê û gel ava kir. Li dijî jiyana şaş a li ser van xakan tê ferzkirin, bi rastiya Newrozê re ku felsefeya vejînê ye, jiyana rast ava kir. Newroz li dijî koledariyê azadî ye, li dijî tinekirinê hebûn e û ev rastiya me ye. Em di pêvajoyeke mezin a dîrokî re derbas dibin. Rêber Apo bi manîfestoya xwe ya 'Aştî û Civaka Demokratîk' paradîgmaya înkar û tinekirinê şikand û têkoşîn derbasî qonaxeke nû kiriye. Hebûna gelê me di asta herêmî û navneteweyî de da qebûlkirin. Bi statuya civaka demokratîk re dînamîka herêmî û gerdûnî ya çareseriyê ava kir. Ev destpêka Newroz û vejîneke dîrokî ya nû ye.
Serdema civaka demokratîk
Di vê wateyê de Newroza ku em pêşwazî dikin, destpêka pêvajoyeke nû ya têkoşînê ye. Serdema avakirina sîstema Civaka Demokratîk a li ser bingeha yekîtiya azad û wekhev a jinan, gelan, baweriyan û hemû bindestan a li dijî sîstema netewe-dewletê ya yekparêz e. Têkoşîn armanc dike ku ji herêmî heta gerdûnî, ji gerdûnî heta herêmî cîhaneke azad ava bike. Armanc dike ku Rojhilata Navîn û cîhanê bi hişmendiya azadiyê bi têgihiştina gelên azad û neteweyên demokratîk teşe bigire. Ji bo ev îrade bi hemû heybeta xwe derkeve pêş, em bang li hemû gelê xwe, jin, ciwan, zarok, dost û her kesê alîgirê azadî û demokrasiyê dikin ku ji 7'an heta 70'ê em agirê Newrozê geş bikin û vîna Newrozê bi serketinê tacîdar bikin. Ev Newroz bila bibe peymana xwegihandina Rêberê xwe û misogerkirina azadiya jinê û gelan."
Gerîla wê erka xwe pêk bîne
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek weşand. Fermandariyê got:"Bi navê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê em Newrozê destpêkê li Rêber Apo pîroz dikin ku fikir, îrade, ruh û berxwedêriya azadiyê da me, li Kurdistanê Newroz gihand wateya wê ya rasteqîn, kevneşopiya hezaran salî nû kir û veguherand ruhê berxwedanê yê mezin. Em Rêberê xwe bi hezkirin û hurmeteke mezin silav dikin. Em Newroza tevahiya gelê Kurdistanê, malbatên şehîdan ên hêja, milîtanên têkoşînê û hemû gelên ku baweriya xwe bi Newrozê tînin pîroz dikin."
Pêşketinên dîrokî diafirîne
Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji roja destpêkê ve di Newrozê de pêngavên xwe yên herî girîng ên dîrokî pêk aniye. Di tevahiya dîroka me ya têkoşînê ya 52 salan de, her Newroz bûye xwedî derketin û pêngavên nû. Ev pêvajoya nû ku bi banga dîrokî ya Rêber Apo di 27'ê Sibata 2025'an de destpê kir, bêguman di encama kedên mezin ên Rêbertiya me, berxwedana şehîdên me yên qehreman û fedekariya gelê me û hêzên demokrasiyê derketine holê. Li ser vê bingehê banga Rêber Apo, ne tenê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo çarenûsa tevahiya herêmê jî pêvajoyeke ku pêşketinên dîrokî derxe holê temsîl dike.
Me pîlansaziya salê pêkaniye
Ya rast, beriya banga dîrokî ya Rêber Apo, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê plansaziya şer a sala 2025'an kiribû, biryarên pêwîst girtibû û rêxistinbûna xwe çêkiribû. Weke Hêzên Parastina Gel, me pêvajoya têkoşînê ya sala 2024'an bi civîna xwe ya Konseya Fermandariyê re ku meha Çileyê pêk anî, rastiya şer a di serdema zanistî-teknîkî de bi rengekî piralî nîqaş kir û doktrîna xwe ya nû ya şer ku formula serketina têkoşîna serdemê ye, zelal kir. Civîna me ya ku bi tevlîbûna 38 hevrêyên ji asta me ya fermandariyê ku hemû qadên gerîla temsîl dikin pêk hatiye, li ser esasê ruhê fedaî yê hevrê Asya û Rojger li ser eksena nîqaşên xurt pêk hatiye.
Azadiya Rêber APO armanca me ye
Bêguman ev encam bi şerê ku bi ruhê berxwedana fedaiyane û têkoşîna destanwarî ya hevrêyên me yên nemir, pêk hatiye. Kûrbûna taktîkî û serdestiya teknîkî ya şerê gerîla yê li bin erdê û pisporiya bi dest xistiye, destketiyeke girîng a Gerîlatiya Azadiyê ya Kurdistanê ye. Bi wesîleya vê Newrozê em careke din pêwîst dibînin ku bi tevahî gelê xwe re parve bikin; tevî ku Gerîlaya Azadiya Kurdistanê plansaziya şer kiribû û doktrîna serdemeke nû diyarkiribû jî, ji bo ku hewldanên Rêbertiya me û gelê me vala neçe, di pêkanîna berpirsyartiyên siberojê de ti dudiliyek me nîne. Gerîlayên HPG û YJA STAR'ê wê di vê pêvajoya dîrokî de bi armanca azadiya Rêber Apo ve xwe kilît bikin û li gorî ruhê serdemê têkoşîna xwe ya ji bo aştî û civaka demokratîk bi serkeftî bidomînin.’’
BEHDÎNAN