Şehîdê aştî û demokrasiyê
Duşem 5 Gulan 2025 - 03:45
- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Koordînasyona KJK’ê ji bo Sirri Sureyya Onder peyam şandin û gotin:’’Em ê bîranîna hêja ya Sirri Sureyya Onder a têkoşîna demokrasî û aştiyê, cihê ku wî hiştiye, hilgirin ser milên xwe û ji bo serxistina wê têkoşînê hîn xurttir bikin.’’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê piştî wefata Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder peyameke sersaxiyê weşand. KCK'ê di peyama xwe de ragihand ku xurtkirin û pêşvebirina têkoşîna demokrasî û aştiyê rêya herî rast a xwedîderketina li bîranîna Onder e û got:"Li ser bingeha hurmeta li wî û xwedîderketina li armancên wî, em ê di nava hewldaneke bi vî rengî de bin. Em bang li her kesî dikin ku ji bo dilsoziya bi bîranîna hêja ya Sirri Sureyya Onder, têkoşîna demokrasî û aştiyê ji cihê ku wî hiştiye hilgirin ser milê xwe û ji bo serxistina vê têkoşînê hîn bêhtir hewl bidin. Em bi xemgîniyeke mezin pê hesiyan ku Sirri Sureyya Onder ê hêja jiyana xwe ji dest da, ku ji ber krîza dil 18 rojan di çavdêriya awarte ya nexweşxaneyê de dihate dermankirin. Ewladekî hêja yê gelên me, ku gelek bendewariyên Tirkiyeyê jê hebû û bi karê xwe ku heta niha kir tevkariyeke girîng li têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê kir, mixabin bi vî rengî ji nava me çû. Em dixwazin ragihînin ku ji ber windakirina vî mirovê têkoşînê yê hêja, gelekî xemgîn in. Di serî de malbat û xizmên wî, em sersaxiyê ji hemû hezkiriyên wî, dost û hevalên wî yên kar, civata huner-sînemayê, DEM Partiyê û gelên me re dixwazin. Li pêşberî bîranîna wî ya hêja bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
Xeta Mahîr û Yilmaz Guney temsîl kir
Sirri Sureyya Onder dema ku karê ji bo aştî û demokrasiyê dikir ku karekî gelekî hêja ye, nexweş ket û mixabin jiyana xwe ji dest da. Lewma ew şehîdê aştî û demokrasiyê ye. Sirri Sureyya Onder di heman demê de mirovekî mezin ê têkoşînê ye. Sosyalîst, şoreşger û welatparêz e. Di jiyana xwe de têkoşîna du gelan kir yek û bi vî rengî îdeala li Tirkiyeyê herî zêde tê xwestin, pêk anî. Bi kesayetiya xwe ya hunermendî û karê xwe re tevkariyên gelekî mezin li pêşketina civakî kir. Sirri Sureyya Onder ê hêja ku bi gotinê taybetmendiyên wî yên erênî naqedin, bi jiyan, huner û têkoşîna xwe ya sosyalîzm û demokrasiyê xeta Mahîr, Denîz, Îbrahîm, Yilmaz Guney bi rengekî hêja temsîl kir û bû yek ji neferên girîng ku ev xet gihand vê serdemê. Em wî bi hurmet bi bîr tînin û li pêşberî bîranîna wî ya hêja careke din bejna xwe ditewînin. Ew di meha Gulanê de şehîd bû ku meha şehîdan e. Bi vê wesîleyê em şehîdên meha Gulanê û şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin. Rêya herî rast a xwedîderketina li bîranîna wî pêşvebirin û serxistina têkoşîna demokrasî û aştiyê ye. Em bang li her kesî dikin ku ji bo dilsoziya bi bîranîna hêja ya Sirri Sureyya Onder, têkoşîna demokrasî û aştiyê ji cihê ku wî hiştiye hilgirin ser milê xwe û ji bo serxistina vê têkoşînê hîn bêhtir hewl bidin."
Ew bi kedkariya aştiyê şehîd bû
Koordînasyona KJK'ê jî ji bo Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê weşand û got:"Ji ber wefata dostê hêja, hevrê û qasidê aştiyê yê gelê Kurd, şopdarê kevneşopiya şoreşgerî ya gelê Tirkmen Baba Îshak, em gelekî xemgîn in. Em ji Rêber Apo, dayika wî ya hêja, keça wî û hemû gelan re sersaxî dixwazin.”Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:"Hevrêyên ewil yên Rêber Apo hevrê Hakî Karer û Kemal Pîr bûn ku du ewladên herî hêja yên gelê Tirk bûn. Dostanî û hevrêtiya lêgerîna aştiyê jî, ji aliyê ewladê herî hêja yê gelê Tirkmen Sirrı Sureyya Onder ve hatiye kirin. Mîrateya aştiyê ya ku zana û kesayetê aştî, azadî û wekheviyê Sirri Sureyya Onder afirand, li vê xakê careke din mirovahiya mezin derxistiye holê. Dilsoziya bi bîranîna wî re bi dewamkirina vê mirovahiya mezin, pêşvebirina têkoşîna aştiyê ya mezin û biserxistina vê têkoşînê dibe. Barê herî giran ê gelê Kurd û Tirk da ser milê xwe û ji bo aştiyê fedakarî ji jiyana xwe kir, bi vî rengî têkoşîna ji bo aştiyê danî pêşiya xwe. Ew bi fedakarî û kedkariya aştiyê ya nemir, şehîd bû. Lewma hevrêyê me Sirri Sureyya Onder berpirsyariyeke mezin ji me hemûyan re hiştiye. Parastin û dewamkirina mirovahiya wî ji bo me deyneke. Divê xwedî li têkoşîna wî bê derketin, mezinkirin û anîna başiya aştiyê ji vê xakê re divê bibe berpirsyariyeke mecbûrî ya dîrokî. Em Sirri Sureyya Onder bi soza ji bo pêkanîna xwişk û biratiya gelan, bicihanîna têkiliya azad û wekhev a gelan bi rê dikin. Wê wke kesayetê nemir ê hevrêtiyê û dostaniya bi wate di têkoşîna me de timî bê bîranîn."
BEHDÎNAN