Pêkanîna erkên xwe bilind kirin

Sêşem 8 Nîsan 2025 - 03:10

Di çarçoveya pêkanîna erk û berpirsiyarên xwe li gorî peymana di navbera Meclisa Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê yên Helebê û desthilata Şamê de hatibû îmzekirin de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên her du taxan bi hemû beşên xwe, amadekaiyên xwe bilind kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di aliyê parastina ewlehiya hundirîn de xwedî tecrûbeyeke dûrûdirêj in, nexasim ew yek ji komên bingehîn bi navê “Asayîşê” li Sûriyeyê hatiye avakirin e.

Di serdema rejîma Baas’ê de van hêzan tevahî êrişên rejîma Baas û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herdu taxan, têk dibirin. Van hêzan di gelek aliyan de xwedî pisporiyeke mezin in, nexasim di şerê kolanan de, di dema berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de.

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Xelîl diyar kir ku erkê parastina ewlehî û aramiyê ji bo wan erkek sereke û cewherî ye.

Xelîl spasiya hemû hêzên leşkerî yên ku di 14 salan de ji bo parastina herdu taxan fedakarî pêşkêş kirine, kir.

Di 4’ê Nîsana 2025’an de, di çarçoveya pêkanîna peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û destholata Şamê de hatibû îmzekirin de, hêzên leşkerî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ragihand ku ew ji her du taxan derdikevin û erkê parastina wan dewrî Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê jî ji gelek beşan pêk tên, ew jî ev in:

Rêveberiya Bendên Kontrolê, Hêzên Operasyonan, Saziya Ewlekariya Giştî, Gerînendetiya Trafîkê, Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê, Hêzên Têkoşîna Dijî Sûcên Rêxistinkirî û Rêveberiya Jin.

Fermandar Mihemed Xelîl destnîşan kir ku ew ê erkên xwe yên berê li kêleka erkên xwe yên nû ku hêzên leşkerî yên berê xwe dane Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewrî wan kirine, pêk bînin, ku ewlehî û aramiya şêniyên herdu taxan misogerkirî û parastî bin.

Ji nav wan erkan, xebitîna li ser dagirtina nuqteyên çavdêriyê yên li derdora her du taxan ku piştgiriyê didin nuqteyên kontrolê yên sereke, xurtkirina ewlehiya şêniyan, sekna li dijî xeteriyan û hwd.

Têkildarî mekanîzmaya hevkariya hêzan bi Wezareta Hundirîn a desthilata Şamê re, Xelîl da zanîn ku di rojên bê de ew ê komîteyên hevbeş ji bo nîqaşkirina gelek mijarên sereke wekî perwerde, xizmetguzarî û ewlekariyê ava bikin.

Mihemed Xelîl di dawiya axaftina xwe de got ew li gorî xalên peymanê tev digerin ku ewlehî û aştiya xelkê her du taxan misoger be.

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.