Xîreta Kurdan têra sê dewletan dike!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 18 Sibat 2023 - 05:19

  • Êdî dinyayê hemûyî bêxîretiya dewleta Tirk dît û bû şahidê vê yekê ku dewleta Tirk bi kêrî pîvazekê jî nayê! Hemû saziyên wê pûç û kesên berpirsyar jî bê qabiliyet in. Lê Kurdên bê dewlet ji saziyên dewletê û her wiha kesên ku dewlet ji wan re dibêje pispor, jêhatîtir in. 

ARDÎN DÎREN

 

Piştî ku zelzele bû, erd hejiya, ez û malbata xwe jî weke her kesî me xwe bi zor gihand derve. Jixwe, dema erdhejê, her kes di xeweke giran de bû û xelkê bi çavên xilmaşî xwe bi carekê avêt derve, bêyî ku baş têbigihîje çi qewimiye. Hino hino bi riya nûçeyan xelk têgihîşt ku erdhejeke mezin çêbûye û di erdhejê de gelek kesan canê xwe ji dest daye. Heta ber destê sibê û ber bi nîvro ve jî sergêjiya insanan hebû û psîkolojiya erdhejê ji ser xwe navêtibûn. Jixwe, piştî ku erdheja duyem qewimî êdî ew xof û tirsa nav dilê insanan zêdetir bû û xelk ji tirsan careke din neketin hundirê malan. Di heman rojê de gelek kesan berê xwe da gundan û bajar terikandin. Li Amedê di nav saetekê de çûnûhatina insanan kir ku trafîk bixitime û çend saetan paşê, bajar bêdeng bû. Yên li bajêr man jî xwe li parkan û cihên bê avahî girtin. Ev çend roj çêbûn ku mirov li malên xwe vedigerin, yên ku zirar li xaniyên wan bûne, hîna jî li derve ne. 

Wê şevê gelek kes bi awayekî xwezayî tirsiyabûn, ji ber ku ev cara ewilî bû tiştekî bi vî rengî didîtin, û dibûn şahidê erdhejeke ewqasî bi şid. Qet nebe ji bo bajarê Amedê, em dikarin vê yekê bibêjin. Lê li gel ku insan tirsiyabûn jî, bi hewara xwişk û birayên xwe ve beziyan û xwestin wan ji bin kavilan derxin. Li Amedê ev tişt qewimî; roja yekem xelk çû bi hewara kesên di bin kavilan de û beriya ku saziyên dewletê xwe bigihînin hewara kesên di bin avahiyên hilweşiyayî de, xelkê bi xîreteke mezin kesên birîndar û sax ji bin kavilan derxistin. Yanî heta ku dewletê xwe gihand hewarê, xelkê peywira dewletê ya di pêvajoyên edhejê de bi cih anî. Min bi çavên serê xwe ev yek dît û kes nikare vê yekê înkar bike! Piştî ku rewşa Amedê hinekî aram bû, vê carê xelkê berê xwe da Semsûr, Mereş, Bazarcix, Elbistan û Hetayê. Ji her devera Kurdistanê û Tirkiyeyê xelkê dîsa beriya dewletê xwe gihand van bajaran û dest bi xebatê kir, da ku insanan ji bin kavilan derxin û alîkariyê bigihînin kesên di sir û seqemê de li der ve bê star mane. 

 

Kurd çûn hewara xwişk û birayên xwe

Xelkê ji televizyonên Tirkî nûçe dibihîstiin û televizyonên Tirkî jî rastî nîşan nedida. Her ku diçû hejmara mirî û birîndaran zêdetir dibû û dijwariya erdhejê bêhtir derdiket holê. Lê piştî ku nûçegihîhanên ajansên Kurdî, sazî û partiyên Kurd xwe gihandin deverên ku erdhej lê çêbûye rastî bêhtir eşkeretir bû û me teva dît ku jidil jî kevir li ser kevir nemaye. Nexasim jî Semsûr, Mereş, Bazarcix û Elbîstan wêran bûn û heta bi gundan jî hilweşiyabûn û avahî tev hatibûn xwarê. Hin hevalên me ji roja pêşî heta îro jî li wir in û qet ji wir veneqetiyan. Roj bi roj zêdetir hevalan xwe gihand hewara van deveran û alîkarî mezintir bû. Ev cihên ku ez behsa wan dikim, ji alîkariya dewletê bêpar mabûn û dewlet qet bi hawara wan ve neçûbû. Nexasim jî gundî neçar in û zirareke mezin li wan bûye. Her wiha dewlet ji dêvla ku alîkariyê bike, pêşî li hewarê dibîrrî û alîkariyên diçûn jî desteser dikirin! Jixwe, niha jî desteser dike û nahêle. Yanî gelek insanên di bin kavilan de mabûn, ji ber van sedeman û sermayê canê xwe ji dest dan. Lê xîreta Kurdan û her wiha miletên din ji dewletê mezintir bû. Xelk li gel şert û mercên dijwar û zextên pêkûtiyên dewletê yên qirêj jî dîsa çû bi hewara xwişk û birayên xwe ve. 

 

Gotin û dîtin nabin wek hev!

Ez bi xwe piştî çar rojan tevî hevalekî bijîşk ku ji Fransayê hatibû, çûm hewarê. Bajarê herî nêzî min Semsûr bû. Hevalê bijîşk diviyabû biçe nexweşxaneya Sahra ya ku Fransiyan li Golbaşiya Semsûrê danîbû. Ew jî Kurd bû û dixwest şêwirmendiya Fransiyan bike da ku alîkariyeke baş were kirin. Hevalên me ji Amedê gelekan xwe gihandibûn Semsûrê. Her wiha hin hevalên me jî li Bazarcix û Elbîstanê dixebitîn. Li Amedê ji roja ewilî ve çend hevalan înîsiyatîfek çêkir da ku konan bişînin Semsûr, Bazarcix û Elbîstanê. Heya roja îro jî heman înîsîyatîf rojê herî kêm 25 kon şandin herêmên ku li wan erdhej çêbûbû. Hevalên ku ji wir vedigeriyan tiştê pêşî digotin, ev bû; “Televizyon tiştekî rast nîşan nadin. Tevahiya bajêr kavil bûye. Kon tine ne û xelk ji serma dimirin.” Piştî min xwe gihand Semsûrê min ev rastî fêhm kir. Xelk li derve perişan bû. Her kesî li quncikekê agirek pêxistibû û xwe li ber wî agirî germ dikir. Dema ez bi telefonê bi hevalekî re axivîm û rewşa li wir ragihand, ev gotin ji devê min derket, “Jidil jî gotin û dîtin nabin wek hev!” Ne malek yan jî du mal, ne taxek yan jî du tax…bajar ji serî heta binî hilweşiyabû. Xaniyên ku li ser piya mane jî li hemanan in û ji derzên li ser wan mirov fêhm dike ku vegara wan tine ye. Ew jî dê hilweşin, werin xwarê! 

 

Kurdên bi xîret û yên tirsonek

Dema ez gihîştim Semsûrê, şev bû. Hevalan li OSB (Herêma Senayiya bajêr) du depoyên mezin ji bo alîkariyên ku ji derve hatibûn, eyar kiribûn. Bi qasî sed hevalên dilxwaz li wir dixebitin. Di nav wan de ciwan, mamoste, nivîskar, sînameger, cotkar, gundî, bijîşk, sazbend, helbestkar, wênesaz, karsaz û endezyar hebûn. Divê ez wan her sê birayên ku depo ango kargehên xwe ji bo Kurdan vekiribûn, bi bîr bînim. Her sê bira jî Kurdên welatparêz bûn û ew jî tevî van hevalan bi şev û roj dixebitîn. Wan digot; “Ev der cihê we ye. Çi ji we re lazim be bi kar bînin.” û hîç texsîr nedikirin. Lê li kêlaka kargehên her sê birayan cihên din jî hebûn, ew jî Kurd bûn û wan ji tirsan cih nedabû hevalên me. Yên cih dabûn jî poşman bûbûn û digotin divê hûn depoyan vala bikin! Dewletê gef li wan xwaribûn da ku cih nedin saziyên Kurdan û nehêlin ew alîkariyê bigihînin xwişk û birayên xwe. Di nav vê erdheja kambax de van her du helwêstan bala min kişand û  kirin ku li ser van her du xetan bifikirim. Li hêlekê Kurdên xêrxwaz û bi xîret, li hêlekê jî Kurdên tirsonek û bê xîret! Û li hêla din jî dewleta hov, derewkar, gefxwar û bêkêr!

 

Çandeke pratîk ya birêxistinbûnê

Em dev ji dewletê berdin û berê xwe bidin xîreta Kurdan. Ji ber ku tişta herî zêde bikêrî me Kurdan tê, ev xîret e. Di demeke ewqas kin de Kurdan xwe baş bi rêxistin kiribû û malzemeyên ji bo alîkariyê dihatin ji tirên mezin vala dikirin û li gorî kategoriyan ji hev vediqetandin. Paşê jî li malbatan belav dikirin. Her wiha her roj 10 pîkab jî tije dikirin û dişandin navçe û gundan. Hevalên ku xwe xistibûn bin vî barî, weke ku bi salan vî karî dikirin. Ewqasî dilxwaz û pispor bûn. Rojê tenê tasek şorbenîsk vedixwarin û li ber serma û seqemê dixebitîn. Carna derfet bidîtana xwe li ber agir germ dikirin. Ti kesî ji vê yekê gazin nedikirin û ji sere şeveqê heya 12’ê şevê dixebitîn. Di demeke ewqas kin de pergalek ava kiribûn û ev pergal pirr baş dixebitî. Vî dîmenî xîret, hevgirtin û rêxistinbûyîna Kurdan nîşan dida. Axir min bi çavên serê xwe dît; xîret û hevgirtina hevalên li wir têra sê dewletan dikir. Vî dîmenî hêviyeke mezin bi min re çêkir û nîşan da ku têkoşîna bi salan ne beredayî ye! Mirov dikare li ser vê hevgirtinê û rêxistinbûyinê gelek tiştan binivîse û bi têkoşîna salan re binirxîne. Yanî têkoşîna bi salan, kiriye ku Kurd çandeke pratîk ya birêxistinbûnê ava bikin. Her çiqas dewlet dê siberojê van depoyan desteser bike û Kurdên dilxwaz dûrî van alîkariyan bigire jî dinya alemê her tişt dît û bi saya xîret û hevgirtina Kurdan birînên erdhejê kêm be jî hatin dermankirin. 

 

Kurd ji dewlet û saziyên wê bi qabiliyetir in

Beriya ez vegerim malê, hevalekî min ku bi UMKE (Ekîba Xilaskirinê ya Neteweyî ya Medîkal) re dixebite û hemşîr e, bi riya telefonê ji min re got; “Bila haya hevalan ji wan depoyan hebe, li gorî min bihîst dewlet dê dest dayne ser van depoyan û nehêle ji xeynî wan, kes alîkariyê bide xelkê. Her wiha keda ku ev 10 roj in hevalên me didin jî dê weke keda xwe nîşan bidin û bibêjin, me alîkarî biriye van deran.” Piştî vê xeberê me hevalên koordînasyonê agahdar kirin. Jixwe, dotira rojê ber bi nîvro ve jî nûçeyan gotina hevalê min piştrast kir û gotin, dewletê dest daniye ser navenda alîkariya HDP’ê ya li Bazarcixê û nahêlin kesên dilxwaz alîkariyê bidin xelkê. Ev dewlet, dewleteke ewqas hov e, ji bilî xwe ti kesî qebûl nake. Her wiha dixwaze xebatên kesên dilxwaz û bi xîret jî weke ku wan kiriye, nîşan bide. Ji ber vê yekê, yekser li bajarên ku erdhej lê çêbû Rewşa Awarte (OHAL) ragihandin, da ku bi rehetî her bêbextiyê bikin û bobelata mezin ya vê sedsalê bi derewan îdare bikin. Lê ew çi jî bikin, êdî dinyayê hemûyî bêxîretiya wan dît û bû şahidê vê yekê ku dewleta Tirk bi kêrî pîvazekê jî nayê! Hemû saziyên wê pûç û kesên berpirsyar jî bê qabiliyet in. Lê Kurdên bê dewlet ji saziyên dewletê û her wiha kesên ku dewlet ji wan re dibêje pispor, jêhatîtir in. 

Bila dîrok vê yekê jî binivîse û xîreta Kurdan ti carî ji bîr nebe.

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.