Di rojname û nûçeyan de karesata Enfalê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 17 Nîsan 2025 - 02:00

Li Bîrdariya Enfalê ya Çemçemalê di semînerekê de pirtûka bi navê ‘Nûçeya operasyona enfalê di rojname û belgenameyên hikûmeta Iraqê’ de hat nasandin.

Li Bîrdariya Enfalê ya li navçeya Çemçemal ya girêdayî Silêmaniyê di çarçoveya hefteya bîranînên enfalê de bi semînerekê pirtûka ‘Nûçeya operasyona enfalê di rojname û belgenameyên hikûmeta Iraqê’ de hat nasandin.

Di destpêka semînerê de beşdarvanan deqeyek rêz ji bo şehîdan û enfalkiryan girtin. Piştre Mamostayê Zanîngeha Çermo Hejar Hişyar li ser pirtûkê axivî.

Piştre jî Nivîskarê Pirtûka ‘Nûçeya operasyona enfalê di rojname û belgenameyên hikûmeta Iraqê’ de Dr. Ferhad Ebdulezîz li ser naveroka pirtûkê axivî û diyarkir pirtûk lêkolîneke zanistiye li ser enfalê.

Her wiha diyarkir ku wî ew pirtûk di nava pênc salan de amadekiriye. Têde giringî bi çavkaniyên Iraqî, bîranînên pêşmergeyên wê demê û çavkaniyên dîrokî ku taybetin bi jenosîda enfalê daye.

Di dawiyê de jî nivîskar pirtûka xwe îmze kir û bi ser beşdarvanan de belav kir.

ROJNEWS/ÇEMÇEMAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.