Gundiyên gundê Welze yê girêdayî bajarokê Qesrê ye di sînorê navçeya Çomanê ya Îdareya Soran de kom bûne û bi giyanekî paletî, hevkarî û bi destekî hev re zevî û rezên xwe dikêlin, ku heta niha jî beşek mezin ji karên rojane yên gundên xwe bi hevkarî dikin. Eşqî Hesen ku xwediyê reze, bi girîngî behsa vê awayê çanda paletî, hevkarî û aştiyê di navbera gundê xwe de dike û dibêje:“Bi keyfxweşî heta niha ev çand li herêma me maye û roj bi roj xelk kom dibin û her rojekê em di nav bax û rezê yekî de ne da ku karên wan biqedînin. Piştî Newrozê, dema ku rezê tirî were paqijkirin û kezaxtin, rojekê welatiyên gund kom dibin û bi awayê paletî û hevkariyê em wan dikêlîn. Ev jî ji bo tirî gelek bi fayde ye. Ji ber ku ew tirî û rezên ku li ser zinaran û traktor nagihîje wan ji bo kêlan û avdanê, divê em wan bikêlîn da ku tî nebin, ber û berhemê xweş be.”
Li Kurdistanê, karê paletiyê ya rez kêlan an jî kolanê, çand û kevneşopiyeke kevn e. Her kes tevlî vê çanda paletiyê dibe û bê beramber (bê heqdest) alîkariya hev dikin. Hin caran jî, dema ku bi hev re kar dikin, stran dibêjin, bi vî awayî bi temamî kar û huner têkelî hev dikin û rewşeke çandî derdixin holê. Ehmed Resûl, yek ji kesên ku di karê paletiyê de beşdare û alîkariya xwediyê rezî dike, derbarê vê çandê de dibêje:“Bi qasî ku tê bîra min, ev erdên mezin ku amûrên çandinî û paqijkirinê nagihîjin wan, em her dem di biharê de bi awayê hevkariyê bi şêwazê paletiyê dikêlîn. Ji ber ku çandin û xizmetkirin ya van erdan ji aliyê kesekî tenê ve nayê kirin, eger em hemû bi awayê paletiyê û bi hevkarî nekin. Ji ber ku gundiyên Kurdistanê berê karên xwe bi awayê paletiyê dikirin. Bê pere, tenê ji bo xizmatî û xurtkirina têkiliyên civakî alîkarî û piştgiriya hev dikirin. Di roja me ya îro de, di gel pêşketina teknolojiyê û guherîna awayê jiyanê, ev kevneşopiya paletiyê kêm bûye. Lê hîn jî li gelek herêmên gundan yên Kurdistanê kevneşopiya paletiyê tê parastin û beşeke ji nasnameya çandî ya wan herêman.
ROJNEWS/BALEKAYETÎ